Profîsor Harihar Bhattacharyya, pisporê fîderalîzmê li zanîngeha Burdwan li Hindistanê bo Gulan: Fîderalîzma hevkarîxwaz hêz û seqamgiriyê dide welat
Harihar Bhattacharyya, profîsorê zanistên siyasî ye li zanîngeha Burdwan, li
Bengala Rojava (Hindistan) û yek ji navdartirîn pisporên fîderalîzm û siyaseta
berawirdkarî ye. Ev hevpeyvîn hewldanek e bo têgihîştina nehêniyên serkeftina
ezmûna fîderalîzma Hindistanê. Di demekê de ku gelek dewletên pir-netewe û
pir-nasname li pey modelekî guncaw digerin bo birêvebirina cudahiyan, Hindistan
wek mezintirîn demokrasiya cîhanê, kariye di nava çend dehsalan de yekgirtûyiya
siyasî û pirrengiya civakî di yek demê de biparêze. Bhattacharyya di vê
guftûgoyê de ligel kovara Gulan, behsa çemkê "fîderalîzma hevkarîxwaz" dike, ew
şêwazê ku hevkariya navbera navend û herêman wek bingeha sereke ya hukimraniyê
dibîne. Herwiha ronahî dixe ser rola hêzên navçeyî, taybetmendiyên modela hindî
û ew faktorên ku ev ezmûn kirine yek ji serkeftîtirîn mînakên fîderalîzmê li
cîhanê.
Gulan: Destpêkê em dixwazin ji wî çemkî dest pê bikin ku we kar li ser kiriye û
lêkolîn li ser encam daye, ew jî "fîderalîzma hevkarîxwaz" e. Hûn çawa vî çemkî
pênase dikin û aya hûn bawer dikin ku ev çemk li ser asta saziyî tê peyrewkirin,
an tenê wek xewn û daxwazekê maye?
Prof. Bhattacharyya: Di rastiyê de ev pirsyarek baş e, ji ber ku Hindistan bi wê
yekê tê naskirin ku tê de fîderalîzma hevkarîxwaz (cooperative federalism) tê
peyrewkirin. Yanî hevkarî heye di navbera desthilata navend û qeyaneyên fîderal
de, bi heman şêweyî di nav bixweya qeyaneyên fîderal de jî. Ev hevkarî di nav
deqên destûrê de hatiye çespandin; yanî hemû binyada destûrî li ser vê bingehê
hatiye darêştin. Ew jî ji ber ku dema sîstema fîderalîzmê li Hindistanê hat
avakirin, ne şopînerê modelên klasîk ên Amerîka, Swîsre, yan Awistirya û
fîderalîzmên din bû. Yanî tiştê ku di vî welatî de heye sîstemekî cuda ye. Ji
aliyekî ve, desthilatek zêde dan hikûmeta navendî, lê di heman demê de
desthilatek mezin jî dan yekeyên fîderal. Li vir tiştekî balkêş heye ku divê em
amaje pê bikin: Gelek ji wan yasayên ku li ser asta fîderal derdikevin, ne tenê
di nav yekeyên fîderal de tên cîbicîkirin, belku bixwe ev yeke erkê cîbicîkirina
van yasayan hildigirin ser milê xwe. Yanî di têkildariya darêştina yasayan de
navendgeriyek zêde heye, lê nenavendgeriyekî kargêrî (îdarî) jî li ser asta
yekeyên fîderal heye. Yanî hevkarî di nava binyada siyasî ya sîstema fîderal a
Hindistanê de hatiye honandin, bi awayekî ku pêwîst e hevkarî di navbera
hikûmetên yekeyên fîderal de hebe. Nexwe divê yekeyên fîderal ji bo
berjewendiyan hevkarî bikin, divê desthilata navendî jî pişta xwe bibestê bi van
yekeyên fîderal bo cîbicîkirina gelek yasayên xwe yên girîng. Lewma rast e were
gotin ku fîderalîzma hevkarîxwaz hêz û seqamgiriyê dide welat.
Gulan: Nexwe hûn sîstema fîderal a Hindistanê wek şêwaz û modelekî cuda û taybet
dibînin?
Prof. Bhattacharyya: Tiştê ku em dikarin di vê barê de bêjin ew e ku fîderalîzma
Hindistanê di hin aliyan de dişibe fîderalîzmên teqlîdî û di hin aliyan de cuda
ye. Heger em bipirsin: Çima? Hingê bersiv ew e ku piraniya yekeyên fîderal li
Hindistanê xwedî heman pêgeh û desthilatê ne, lê di hin navçeyên diyarkirî de,
bi taybetî yên nêzîkî sînorên navneteweyî ne ligel dewleta Pakistanê li aliyê
rojava û bakurê rojhilatê Hindistanê û li wan navçeyên hev sînor in ligel Çîn,
Myanmar û Bangladeşê, ev herêmên fîderal hem ji aliyê yasayî ve û hem ji aliyê
emrî-waqi' (rastiya heyî) ve taybetmendiya xwe hene. Ev taybetmendî di pêgeh û
desthilata wan de xuya dike; yanî xwedî otonomiyek zêdetir in û kontrola wan a
zêdetir li ser karûbarên wan heye, ev jî ji aliyê destûrî ve hatine
mîsogerkirin. Herêma Nagaland wek mînak wergrin, ku ji aliyê destûrî ve pêgehekî
taybet heye; yanî di warê ax, bikaranîna axê, dab û nêrît, dîn û karûbarên
lokalî de nîv-serxwebûnekî wê heye. Aliyekî din ê taybet ku cudahiyên navbera
herêmên fîderal nîşan dide ew e ku hinek herêmên fîderal tenê yek nûner dişînin
parlamenê, lê herêma herî mezin li Hindistanê (Uttar Pradesh) di parlamenê de
nêzîkî 80 nûnerên wê hene.
Gulan: Hûn di lêkolînên xwe de kar li ser çemkê "navçeyîkirina siyasetê" dikin.
Aya hûn bawer dikin ku ev rewş xizmeta bihêzkirina seqamgiriya fîderal dike, an
metirsiya lawazkirina siyaseta neteweyî di hundirê xwe de hildigire?
Prof. Bhattacharyya: Heger em li Kongreya Niştimanî ya Hindî (mezintirîn partiya
teqlîdî ya Hindistanê) binerin, ku partiya sereke bû di dema serxwebûnê de,
hingê ev partî hevpeymaniyek bû ji nasnameyên navçeyî yên cuda û çendîn komîte
di nav xwe de dihewandin, ku li ser bingeha navçe, çand, nasname û zimanên cuda
hatibûn pêkanîn. Nexwe em dikarin bêjin: Ev pirs ji aliyê dîrokî ve reh û rîşên
xwe hene. Ji salên heştêyî yên sedsala borî ve, dîsa navçeyîkirina siyasetê li
Hindistanê hatiye peyrewkirin, ku partî li ser bingeha navçeyan hatine
damezirandin û heta vê dawiyê jî di gelek herêmên fîderal de hikumran bûn. Lewma
ev pirs ne ziyanbexş bûye bo nasname, yan demokrasiyê, yan fîderalîzma
Hindistanê, ji ber ku bêyî hebûna vê navçeyîkirina siyasetê, welat nikare bi
yekgirtûyî bimîne, ji ber ku Hindistan welatekî mezin e û her herêmek jî
hejmarek zêde ya rûniştîvanan dihewîne. Heger em mînakekê bidin û amaje bi
rûniştîvanên herêma Bengala Rojava bikin -ku ez bixwe xelkê vê herêmê me- nifûsa
wê ji nifûsa welatê Almanyayê zêdetir e. Nexwe em dikarin bêjin hêzên herêmî
çalak in, ne neçalak, ev jî bandorek erênî li ser seqamgiriya Hindistanê heye.
Dibe ku di vir de ez ji xwe re rê bidim û bêjim: Ez dizanim çima hûn vê pirsê
dikin, ji ber ku dibe ku hûn li Partiya Bharatiya Janata bifikirin, ku di vê
dawiyê de bû partiya serdest û hikumran li Hindistanê û di gelek herêman de,
herêma min jî di nav de (Bengala Rojava). Lê heger hûn li lîqa (şaxê) vê partiyê
di herêman de binerin, em dikarin bêjin her yek ji wan ronahîdanek (refleksek) e
bo rewşa herêmê, ji ber ku xwe bi çand, dab û nêrîtên xwarinê û reftarên lokalî
re guncandine. Yanî dibe ku di rûkar de wek partiyek navendî xuya bike ku
kontrola herêman kiriye, lê bixwe ev partî "navçeyî" bûye. Li Bengala Rojava,
divê ev partî bibe partiyek Bengalî da ku bikaribe di hilbijartinan de
serkeftinê bi dest bixe. Nexwe divê partî li Hindistanê li ber çav bigirin ku
binyada civakî, dilsoziya siyasî û nasname, cudahiyek wan a zêde heye ji
herêmekê bo herêmek din. Ji ber ku heger tu bêjî piraniya rûniştîvanên vî welatî
Hîndû ne, dîsa jî pirrengiyek zêde di nav Hîndûyan de heye û ji aliyê çandî û
civakî ve dabeş bûne.
Gulan: We tekezî li ser girîngiya nirxandina alî û rehendên serkeftî yên
fîderalîzma Hindistanê kiriye, aya li gorî we ev fîderalîzmek çiqasî serkeftî
ye, yan di kîjan alî de performansek lawaz nîşan daye?
Prof. Bhattacharyya: Heger bi peyvekê pênase bikim, ez dibêjim: Belê serkeftî
bûye. Lê pirs ew e ku em çawa pîvana serkeftinê bikin. Di rastiyê de heta
sala 2000 em serkeftinê di warê çareserkirin û yekalîkirina nakokiyên etnîkî de
dinirxand, ku eşkere ye Hindistan welatekî xwedî pirrengiya etnîkî û nasnameyên
cuda yên zimanî ye û ev nasname bi axa xwe ve girêdayî ne. Piştî vekişîna
Brîtaniyan pêdiviya birêkxistina van pirsan derket holê, ev jî proseyek demdirêj
û piralî bû ku di salên 1965, 1966-1972 û 1987-2000 de hat encamdan, herî dawî
jî di sala 2014an de. Di vî warî de em dikarin amaje bikin ku hinek bizav û
tevger hebûn ku daxwaza serxwebûnê dikirin û bi kêşe û nakokiyên etnîkî ve
girêdayî bûn, lê di piraniya rewşan de ev nakokî hatin çareserkirin. Herwiha
aliyekî din ê serkeftî yê ezmûna fîderalîzma Hindistanê pirsa hukimraniyê ye di
vî welatî de, ku rewa ye bêjin ta radeyek baş serkeftî bûye; dibe ku ji ber wê
be ku ewên duh ala serhildanê bilind dikirin, niha berjewendiya wan di berdewamî
û parastina vê rewşa heyî de heye. Di vî warî de erkê parastina serweriya
yasayê, aramî û asayîş û dabînkirina xizmetguzariyan bo hemwelatiyan li ser milê
wan e. Nexwe bi vî şêweyî tu dikarî pîvana serkeftina wan bikî. Di vî warî de
pêşbirkiyek di navbera herêman de heye ji bo dabînkirina xizmetguzariyên baştir
bo duristkirina keşekî guncaw bo veberhênanê (investment) û bo geşepêdana
jêrxanê; yanî herêm pirtir rikiyê (hevrikiyê) hev dikin. Di rastiyê de ev piştî
sala 1990î ve rû da, dema ku Hindistanê siyaseta çaksaziyê girt ber xwe û bazara
welat bi rûyê derve de hat vekirin. Hingê azadiyek zêdetir dan herêman û
serxwebûnek zêdetir bi dest xistin da ku bi şêwazê xwe karûbarên xwe birêve
bibin û xwe pêş bixin di warê veberhênan û bazirganiyê de. Dîsa dibêjim, ev
dikarin bibin pîvana serkeftinê, yanî em lê binerin ka herêm çiqasî karîne
veberhênana biyanî bikşînin. Nexwe vê yekê rewşek çêkiriye ku herêm karibin
pirtir ber bi pêş ve biçin bi saya wê siyaseta çaksaziyê, lê ev hemû bêyî ku
dest bidin guhartin û hemwarkirina binyada destûrî ya welat û barê fîderalî. Di
vî warî de ez dikarim amaje bi çend mînakan bikim: Gujarat, Maharashtra, Tamil
Nadu, Haryana, Delhi û çendîn herêmên din. Nexwe bi vî şêweyî em dikarin bêjin
ku fîderalîzma Hindistanê jiyan û nefesek din wergirt.
