• Sunday, 05 July 2026
logo

D. Elî Îbrahîm Bax, mamosteyê zanîngehê li Duhokê: Destpêşxeriya Serok Barzanî, destpêkek girîng e bo rakirina wê qeşaya siyasî ya ku pêsîra Herêma Kurdistanê girtiye

D. Elî Îbrahîm Bax, mamosteyê zanîngehê li Duhokê: Destpêşxeriya Serok Barzanî, destpêkek girîng e bo rakirina wê qeşaya siyasî ya ku pêsîra Herêma Kurdistanê girtiye

 

D. Elî Îbrahîm Bax, mamosteyê zanîngehê li Duhokê: Destpêşxeriya Serok Barzanî,
destpêkek girîng e bo rakirina wê qeşaya siyasî ya ku pêsîra Herêma Kurdistanê
girtiye.

Destpêşxeriya cenabê Serok Mesûd Barzanî ji bo komkirina aliyên siyasî li dora
maseyekê, dikare wek werçerxan û destpêkek girîng were dîtin ji bo rakirina wê
rawestan û qeşaya siyasî ya ku ev demeke dirêj e pêsîra proseya siyasî li Herêma
Kurdistanê girtiye. Ji bo derbasbûna ji vê rewşa nebaş, pêwîst e di destpêkê de
hengaveke erênî û kiryarî bê avêtin, ku bêguman divê ev hengav destpêkê ji aliyê
hêzên sereke û bandordar ve dest pê bike. Di vê navberê de, rola Serok Barzanî
wek yek ji karakterên herî sereke yên qada siyasî ya Kurdistanê û xwediyê
biryara yekem di Partiya Demokrat a Kurdistanê de, girîngiyeke mezin dide van
hewlan. Ev celeb destpêşxerî ne tenê hêviyekê ji bo çareserkirina kêşeyan didin,
belku peyameke erênî û aştiyane jî arasteyî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê wek
aliyê beranber dikin. Avêtina hengava yekem dikare bibe bingehekî qahîm ji bo
danûstandinên pêşerojê, bi armanca asayîkirina têkiliyên navbera her du partiyan
û vegeriyan bo rewşa seqamgir a berê ku tê de lihevhatin û hevparî bingeha
karkirinê bû.

Ji aliyekî din ve, pêwîst e pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma
Kurdistanê bi dîtineke fireh û piralî bê dîtin, ji ber ku ev babet ne tenê xwedî
rehendeke navxweyî ye, belku bi tundî bi hevkeşeyên herêmî û navneteweyî ve
girêdayî ye. Dewletên cîran, bi taybetî Komara Îslamiya Îranê, bi rêya hevpeyman
û aliyên nêzîkî xwe li Bexdayê, bandoreke berçav li ser pêngavên bûyeran hene.
Ev hêz gelek caran hewl didin nakokî û cudahiyên navbera hêzên kurdî ji bo
berjewendiyên xwe yên siyasî bikar bînin, bi armanca ku rewşa Herêma Kurdistanê
wek ezmûneke neseqamgir û şikestxwarî nîşanî derve bidin. Ev celeb cemsergeriya
herêmî di encam de ziyanê digihîne pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê. Ji ber
wê, erka sereke ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya
Kurdistanê ye ku hewl bidin bandor û destwerdana dewletên herêmê kêm bikin û
nehêlin milmilaniyên derve bibin sedema pekbûna proseya pêkanîna hikûmetê.

Di vê navberê de, hewl û destpêşxeriyên Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê wek
hêzeke nermrew ji bo navbeynkariya di navbera her du partiyên sereke de, dikare
roleke erênî bigire di nêzîkkirina dîtinan û dîtina xalên hevbeş de. Lê belê
eger hewlên navxweyî bigihin benbestê (astengiyê), vebijarka dubarekirina
hilbijartinan wek yek ji senaryoyên pêşbînîkirî derdikeve pêş. Her çend ev
senaryo dibe ku di vê demê de çareseriya herî guncaw nebe û vebijarkeke neçarî
be, lê bêguman baştir e ji hiştina Herêmê di nav valahiyeke yasayî de. Herwiha
dubarekirina hilbijartinan dê bibe sedem ku careke din partî giraniya xwe ya
rastîn li ser asta cemawerî biceribînin. Li vir tê pêşbînîkirin ku Partiya
Demokrat a Kurdistanê sûdmend bibe ji egera kêmkirina dengên Nifşê Nû (Newey
Nwê) wek hêzeke opozîsyon, ji ber ku beşeke zêde ya wan dengên nerazî yên berê
ber bi aliyê opozîsyonê ve diçûn, vê carê pêgeha wan di hevkeşeyê de dê biguhere
û ev jî dibe ku derfetê bide Partiyê ku kursiyên zêdetir bi dest bixe.

Serkeftina her proseya hilbijartinê di pêşerojê de, bi awayekî sereke bi
çawaniya birêveçûna kampînyan û wan gotarên ku ji aliyê partiyên siyasî ve tên
pêşkêşkirin ve girêdayî ye. Şêwaza kampînyên medyayî û tundiya milmilaniya
navbera Partî û Yekîtiyê, bandoreke rasterast li ser rêjeya beşdariya dengderan
di proseyê de dike. Her çend bikaranîna amraz û kartên cuda ji aliyê Yekîtiyê ve
dikare bibe sedema kûrkirina cemsergeriya cografî û siyasî, lê tê pêşbînîkirin
ku rêjeya beşdariya giştî ji %50 derbas bike, ev jî dê bibe sedemekî yasayî û
navneteweyî ji bo dayîna şerîyetê (rewayiyê) bi encaman û saziyên fermî yên
Herêmê.

Dîroka têkiliyên navbera Partî û Yekîtiyê ku vedigere çend dehsalên borî, her
tim tije bûye ji milmilaniyê û di heman demê de pêdiviya berdewam bi rêkeftin û
jihevtêgihiştinê hebûye. Ezmûnên borî nîşan dane ku pêgeha aliyên sereke bi
hevpeymaniya demkî ligel hêzên opozîsyonê naguhere. Di encam de, şerîyeta rastîn
û parastina proseya demokrasiyê di wê de kurt dibe ku alî rêzê li encamên
dengdana welatiyan bigirin, bi awayekî ku pêgeha Partiyê wek hizba (partiya)
yekem û pêgeha Yekîtiyê wek hizba duyem li ber çav bê girtin. Ji ber ku
piştguhkirina vê bingehê, wate û girîngiya proseya hilbijartinê bi temamî ji nav
dibe.

Top