Dilşad Baban serokê Hevpeymaniya Niştimanî: Pêşniyara îmzekirina peymaneke şerefê dikin ku tê de berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê wek hêla sor bên diyarkirin û binpêkirina wê wek xiyanet bê pênasekirin
Dilşad Baban serokê Hevpeymaniya Niştimanî ye li Herêma Kurdistanê û yek ji
siyasetmedarên diyar ên Kurdistanê ye. Di guftûgoya vê carê ya «Bazneya
Guftûgoyê» de (Proseya siyasî li Herêma Kurdistanê û astengiyên wê), bi vî awayî
dîtin û pêşniyarên xwe anîn ziman:
"Ez pir xweşhal im ku di vê guftûgoyê de amade bûm û ligel vê koma elît û
siyasetmedaran, guftûgoyê li ser pirseke giring dikin ku ew jî proseya siyasî ya
Herêma Kurdistanê û astengiyên wê ye.
Pirsa yekrêzî û diyaloga di navbera aliyên siyasî de mijareke pir giring,
hestiyar û pêdiviya vê qonaxê ye. Bêguman, wek çawa mirov nikare bê xwarin bijî,
gelê me jî bo berdewambûna jiyana siyasî û civakî ya xwe pêdivî bi vê tebayî û
guftûgoyê heye, bi taybetî di vê demê de ku herêma me rûbirûyî qeyrana piralî û
rewşeke dijwar bûye, çi ji aliyê siyasî ve û çi ji aliyê pêgeh û parastina
qewarê nîştimanî ve.
Tewer û mijara sereke ya behsa me, sazan û rêkeftina di navbera aliyên siyasî de
ye, bi taybetî her du hizbên sereke, (PDK û YNK), ligel hevpeyman û hêzên din.
Li vir ez dixwazim bi vê pirsê dest pê bikim: Çima aliyên siyasî, bi taybetî PDK
û YNK bi hev re nacivin? Çima penabirina bo mêza guftûgoyê ewqas aloz û zehmet
bûye? Ev ew pirsa cidî ye ku pêdivî bi bersivê heye. Dema behsa rûniştina
navbera aliyan dikin, çi rêgirî û asteng hene ku nahêlin bi hev re bicivin? Ew
berjewendî çi ne ku hatine xistin pêş berjewendiya bilind a nîştiman û xelkê
Kurdistanê û bûne rêgir di wê de ku alî bi hev re rûnên, herî kêm bo ku
bikaribin parlamena Kurdistanê çalak bikin? Eger berjewendiyek hebe ku ji daxwaz
û debara xelkê Kurdistanê mezintir be, pêdivî ye gelê me rastiyan bizanibe, aya
ew berjewendî çi ye ku pêş daxwazên bingehîn ên xelkê hatiye xistin? Bi
piştrastî, ev ew pirsiyara cewherî û bingehîn e ku pêdivî bi zelalkirineke
eşkere heye.
Ji dîtina me, civîn û rûniştina di navbera aliyên siyasî de mijareke zehmet û
nepêkan nîne, lê pirsiyara cewherî ew e ku çi rêgiriyê li vî karî dike? Bi
baweriya min, yek ji sedemên herî sereke û bingehîn ku rêgir bûye li pêşberî
rêkeftina hêzên siyasî, bi taybetî her du partiyên sereke (PDK û YNK),
destwerdana derekî û parastina berjewendiyên herêmî ye. Ev faktorên derekî
nahêlin qeyran bi awayekî drust çareser bibin û rewş ber bi baştirbûnê ve biçe,
ku ev jî bandoreke rasterast û nerênî li ser dirustbûna vê asêbûna siyasî ya
niha ya Herêma Kurdistanê heye.
Her di vê çarçoveyê de, me di dema borî de li bajarê Silêmaniyê destpêşxeriyek
bo hemû aliyên siyasî ragihand. Di vê destpêşxeriyê de, nêzîkî 12 aliyên siyasî
yên cuda li baregeha Encumena Silêmaniyê civiyan û guftûgoyeke giring me li ser
vê mijarê encam da. Tewer û xala cewherî ya vê civînê pêkhatibû ji pirsa
çalakkirina parlamena Kurdistanê. Ji ber ku temenê yasayî yê parlamenê çar sal e
û niha jî du sal bi ser de derbas bûne, pirsyar ew e ka çend dema din di dest de
maye bo ku karên xwe encam bide?
Bêguman, eger aliyên siyasî di paşerojeke nêzîk de necin hev û diyaloga rasteqîn
dest pê nekin, rewş ber bi qonaxeke aloztir û zehmettir pêngavan davêje. Ji
aliyekî din ve, destpêkirina diyalog û rûniştina aliyan dikare komeke destkeftên
giring bo Herêma Kurdistanê dabîn bike. Mezinatirin asteng di vê qonaxê de,
bêhêvîbûna xelkê Kurdistanê ye ku ji ber kêşeyên berdewam baweriya xwe bi
proseya hilbijartinan, encamên dengdanê û bi giştî bi tevahiya proseya siyasî ji
dest daye.
Lê belê, eger hêz û aliyên siyasî bi hev re bicivin û li ser komeke prensîbên
hevbeş ku xizmeta berjewendiya giştî ya gelê Kurdistanê dike rêk bikevin, careke
din hêviyek li cem welatiyan dirust dibe, bi vê yekê jî, dema amadekarî bo
hilbijartinên bê jî tê kirin, xelk dê bawerî û mîsyona wan bi parlamena bê,
proseya demokrasiyê û giringiya dengdanê hebe. Nexwe vegera aliyên siyasî bo ser
mêza guftûgoya rasteqîn bo çareserkirina kêşeyên çarenivîssaz, dikare vê armanca
giring wek xwe bi cih bîne.
Xaleke din a cihê balê ku pêdivî ye amaje pê bê dan, pirsa avakirina baweriyê ye
di navbera aliyên siyasî de, çunkî di niha de cureyek ji sarî û bêbaweriyê di
qada siyasî de tê dîtin. Wek mînakek, di dema aloziyên navbera Komara Îslamî ya
Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, yek ji tewerên sereke ku berpirsên
îranî di dema şer û danûstandinan de herdem tekez li ser dikirin, mijara
pabendnebûna Amerîkayê bû bi belênnameyan û nebûna baweriyê di navbera wan de.
Ev modela ji bêbaweriyê, di niha de di navbera aliyên siyasî yên Herêma
Kurdistanê de jî bûye rêgireke mezin li pêşberî lêktêgihiştinê. Lê sazkirina
civînên hevbeş di navbera hêzên siyasî de, bi taybetî destpêşxeriyên PDKê bo
diyalogê ligel aliyên din, dikare zemîneyeke guncaw bo vegerandina baweriyê û
asayîkirina rewşê biêxşîne.
Bêguman, beriya encamdana her cure civînekê, darêştina nexşerêyeke zelal û
giştgir pêdiviyeke mecbûrî ye. Heta dikare bê gotin amadekirina vê nexşerêyê ji
rûniştinan bixwe giringtir e, çunkî çûna nav danûstandinan bêyî bernameyeke
pêşwext û diyarîkirî, encameke wisa nabe.
Ji vê perspektîfê, ev nexşerê dikare li ser du tewerên sereke bê darêştin:
Tewera yekem pêk tê ji çalakkirina bêmerc a parlamena Kurdistanê. Ev saziya
nîştimanî, berhema xwîna pak a şehîdan, qurbaniyên Enfal, kîmyabaran, awareyî û
nehametiyên piştî Raperînê ye. Li vir pirsyar ew e, eger parlamen çalak nebe,
nexwe sazkirina proseya hilbijartinan çi sûd û wateyê dide?
Tewera duyem a vê nexşerêyê pêşniyara îmzekirina peymaneke şerefê (mîsaqa
şerefê) dike di civîna navbera aliyên siyasî de, bi awayekî ku berjewendiyên
bilind ên gelê Kurdistanê wek hêla sor bên diyarkirin û her aliyek jê dakeve,
karê wî wek «xiyaneta nîştimanî» bê pênasekirin. Eger em bikaribin berjewendiyên
giştî yên nîştiman û welatiyan bixin pêş berjewendiyên teng ên hizbî, bêguman
rewşa niha ya Herêma Kurdistanê bi vî şêweyî namîne û ber bi baştirbûnê ve
pêngavan davêje.
Bêguman, derbaskirina nakokiyên navxweyî karekî zehmet nîne, çunkî aliyên rikber
ewqas xalên hevbeş di navbera wan de hene ku cudahiyên wan li hember wan pir
biçûk diyar dibin. Lê kêşeya sereke di wê de ye ku carinan milmilane û cudahî
tên zal kirin li ser xalên hevbeş, ku ev jî girêkora sereke ya proseya siyasî
ye. Cudahî di bingeh de ne ewqas mezin in, belku eqliyet û dîtineke siyasî ya
diyarkirî heye ku wan mezin dike. Dema behsa van milmilaneyan jî tê kirin,
piraniya balan diçin ser peywendiyên navbera PDK û YNKê, çunkî cemsergirî û
nakokiyên sereke di navbera wan de ne.
Yek ji sedemên mezin ên din ku kiriye cudahî bibin rêgir li pêşberî civîneke
çarenivîssaz de, berjewendî û destwerdana derekî ye. Ev jî ne tenê ji ber wê ye
ku aliyek bixwaze ajandeya derekî li Herêmê bicîh bike, belku ji ber bandora
berçav a welatên herêmî ye, bi taybetî Tirkiye û Îran, ku bandoreke rasterast li
ser siyasetên Herêma Kurdistanê heye. Ev dewlet bi nav û hincetên cuda ligel
aliyan dicivin û dibin sedema derengxistina biryaran û zêdetir asêbûna rewşa
siyasî. Lewma pêdivî ye bi hûrgulî bê zanîn siyasetên derekî çawa bûne asteng li
pêşiya me.
Pirsyar li vir ew e: Çima li Iraqê, tevî hebûna milmilaneyeke kûr û dîrokî di
navbera pêkhateyên şîe û sunne de, yan di navxweya mala şîe de ku nakokiyên wan
pir ji yên me kûrtir in, di demeke kêm de dikarin li ser pêkanîna hikûmetê û
çalakkirina parlamenê rêk bikevin? Di demekê de ku em li Herêmê nîvê wan
cudahiyên fikrî û mezhebî nînin, lê milmilaneyên me dibine rêgir li pêşberî
hevdu. Lewma divêt em li pey sedemên bingehîn ên vê natebayiyê bigerin.
Bi baweriya min, divê aliyên siyasî, bi taybetî PDK û YNK, fişareke cidîtir û
kiryartir bikin bo derbaskirina vê asêbûnê. Bêguman ev qonax jî derbas dibe û di
dawiyê de em digihin rêkeftinê, lê ev pêdivî bi dem û ddan-bi-xwe-dagirtina
(sebra) zêdetir heye, sebreke ku negihe asta dirustkirina metarsiya rasterast li
ser paşeroj û qewarê siyasî yê Herêma Kurdistanê. Lê mixabin di niha de nîşanên
metarsiyê li Herêmê bi zelalî diyar bûne, yek ji wan hewldan e bo hevtakirina
pêgeha hêza Pêşmerge ligel hêzên Heşda Şeibî û sînordarkirina çekdarkirin û
pirçekkirina wan, ku ev herşeyeke mezin e li ser ewlehiya nîştimanî ya me.
Serçaveyê van encamên metarsîdar jî bo çaresernekirina kêşeyên navxweyî û
asêbûna rewşa siyasî vedigere. Pêşmergeyek ku bi canfedayî, têkoşîn û qurbaniyên
bêhejmar ev ax û nîştiman parastiye, şayisteyê wê nîne li ser asta hêzeke din
behsa wî bê kirin, ku dîroka wan bo hemûyan zelal e çawa ye û tije ye ji çi cure
binpêkirinan.
Di dawiyê de ez dixwazim bêjim ku ev guftûgoya niha tenê bo wê ye encameke
kiryarî bo çaresernekirina kêşeyan hebe. Derbarê wê pêşniyarê jî ku heye bo
sazkirina civîna aliyên siyasî li ser asta bilind di paşerojeke nêzîk de, bi
dîtina me wek Hevpeymaniya Niştimanî, encamdana karekî pêdivî ye, lê civîn bi
tenê ne bes e, belku ew tiştê di nav civînê de derbas dibe û biryar li ser tê
dan, giring e.
Pêşniyar dikin eger ew civîn hat kirin, encumeneke siyasî ji aliyên siyasî bo
dûvçûna piştî civînê bê pêkanîn, çunkî her dem kar tên danê destê PDK û YNKê,
piştre meydan tê valakirin, rêkeftin bê encam dimînin û rewş dîsan wek caran lê
tê û rîsê me dibe bi xurî. Lê hebûna encumenekê bo dûvçûna du mefên sereke pir
giring e: Yekem, bicîhkirina wê rêkeftina tê kirin bo çalakkirina parlamenê û
kabîneya dehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê. Duyem, rêkeftin ligel Bexdayê ku ev
hikûmet çawa guftûgoyê dike. Pêdivî ye ev encumen berdewam çavdêriya kêşeyan
bike, daku bê zanîn kar gehiştine kîderê. Çunkî piştî çendîn salan hêşta kêşeyên
wesa digel Bexdayê hene, bi zelalî nizanin çewa rêk bikevin û gehiştine çi ligel
Bexdayê."
