• Wednesday, 01 July 2026
logo

Dr. Viyan Silêman, endama serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê: Pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwîst e tenê li ser bingehê vîn û dengê rastîn ê gel be

Dr. Viyan Silêman, endama serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê: Pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwîst e tenê li ser bingehê vîn û dengê rastîn ê gel be

 

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) herdem bi biryardarî rêz li dengê rastîn ê
cemawerê Kurdistanê girtiye. Bo me proseya siyasî rewtareke nîştimanî ya resen e
ku ji kûrahiya dil û daxwaza rastîn a xelkê serçaveyê digire û armanca wê tenê
xizmetkirina welatiyan e; lewma divê îradeya gel di navenda hemû biryarên siyasî
de be. Li ser vê bingehê jî di sala 1992an de PDK bi serokatiya Serok Barzanî û
bi piştevaniya alîgirên xwe, daxwaza sazkirina yekemîn hilbijartina azad kir û
parastina çespandina sîstema demokratîk bo Herêma Kurdistanê kir. Ev pêngava
dîrokî bo wê yekê bû ku cemawer herdem biryarderê sereke be di awayê
birêvebirina welat de û beşdariyeke rastîn di hikumraniyê de hebe. Li ser vê
bingehê PDK berdewam hewl dide ku wê bawerî û mîsyona mezin a ku xelkê pê
bexşandiye, bike bingehê sereke bo avakirina saziyên nîştimanî yên Herêma
Kurdistanê.

Di rastiyê de sazkirina hevpeymaniya siyasî di navbera aliyên cuda de, bi
taybetî di vê rewşa hestiyar a ku Rojhilata Navîn û cîhan tê de ye, mijareke
giring e û yekdengiya hêzên kurdî pêdiviyeke mecbûrî (hetmî) ye; lê nabe ev
yekrêzî bi radeyekê be ku daxwaza xelkê Kurdistanê piştguh bike. Nerîteke siyasî
ya berbiçav heye ku hevpeymanî beriya proseya hilbijartinan tên pêkanîn naxwe
piştî ragihandina encaman. Herwiha nabe piştî hilbijartinan bi awayekî nadrust û
wekhev muamele ligel aliyê serkeftî û yê şikestî bê kirin. PDK xwedî komeke
ezmûnên dîrokî û siyasî yên dewlemend e; em di gelek qonaxên cuda re derbas
bûne, qonaxa hevparî ya (50 bi 50) me ceriband û piştî sala 1998an û şerê navxwe
me derbas kir û qonaxa hevpeymaniya navbera PDK û YNKê dest pê kir, ku dewrana
zêrîn a geşesendina Herêmê bû. Pêwîst e ev ezmûn bi hûrgulî bên nirxandin daku
destkeft û kêmasiyên borî bo pêşerojê bên diyarkirin.

Niha ku demeke dirêj bi ser hilbijartinan re derbas bûye, hîn ne parlamena
Kurdistanê dest bi karên xwe kiriye û ne jî kabîneya dehem a hikûmeta Herêmê
hatiye pêkanîn. Sedema vê asêbûna siyasî jî zelal e: hinek alî dixwazin
berjewendiyên xwe yên hizbî bixin ser deng û baweriya gel, ev jî bo me nayê
qebûlkirin. Çawa dibe dengê piranî ku nêzîkî milyonek deng e bo PDKê bê
piştguhkirin, di demekê de ku rikberên me dengên pir kêmtir hene? Pirsa me ev e:
Bi kîjan rewayetiyê dengê piranî û îradeya gel binpê dikin? Erka PDKê ye ku bi
dilsoziyeke mezin rêz li dengê welatiyan û parastina mafên wan bigire.

Derbarê îhtîmala hilbijartineke pêşwext de, baweriya me ya tam bi cemawerê me yê
wefadar heye û em hêza xwe ya rastîn ji wan digirin. Em piştrast in ku eger deh
carên din jî prose dubare bibe, PDK dê bibe dengê yekem û partiya xwedî mîlyon
deng. Aliyên din ên ku pêdagiriyê li ser paşxistina proseyê dikin, tenê
muzayedeya siyasî dikin, çunkî ji rewşa xwe ya rastîn û cezayê cemawerî
ditirsin. Herçend bo me cîgiriya demokrasiyê û nehêştina zehmetiya dubare bo ser
welatiyan li pêş e, lê eger em neçar bin, hilbijartina pêşwext dê bijardeya me
ya dawî be ku tê de rikberên me dê ziyanê bibînin. Gelê me pir hişyar e û dizane
ku qewarê Herêmê û saziyên wê bi xwîna hezaran şehîdan û qurbaniyên Enfal û
kîmyabaranê hatine avakirin, lewma amade nîn in dest ji van destkeftên dîrokî
berdin.

Cemawerê me ev sedsal e bi xwîn û xweragiriya xwe ligel rêbaza Partiyê ye û PDKê
wek parêzvanê mafên xwe yên neteweyî dibîne. Tevî hemû asteng û guşarên ku ji
derve û hundir ve bo ser kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin
kirin, daku xelk li dijî qewarê Herêmê bê han dan, lê me dît cemawerê hişyar ê
Kurdistanê çawa mil bi milê Serokwezîrê xweragir stûnên hikûmetê parastin û
rûbirûyî planên Bexdayê û ajandayên derekî bûn. Ev xweragiriya mezin nîşana wê
yekê ye ku gelê me herdem piştevaniya hikumraniya nîştimanî ya xwe dike. Di
dawiyê de herdem serkeftin bo milet dibe û PDK jî wek hêzeke resen di nav gel de
dimîne û ji bo dabînkirina jiyaneke şayiste, parastina aştiya civakî û
seqamgîriya hemû welatiyan, dê berdewam xebat bike.

Top