• Monday, 29 June 2026
logo

Dr. Mihemed Amer, akademîsyen û çavdêrê siyasî li Duhokê: Pêşeroja gelê Kurdistanê tenê bi rêzgirtina li biryara azadane ya nav sindûqên dengdanê tê parastin

Dr. Mihemed Amer, akademîsyen û çavdêrê siyasî li Duhokê: Pêşeroja gelê Kurdistanê tenê bi rêzgirtina li biryara azadane ya nav sindûqên dengdanê tê parastin

 

Proseya damezrandin û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê piştî birêveçûna
hilbijartinan، yek ji bingehên sereke û herdemî yên her sîstemeke demokratîk e
li cîhanê. Lê belê ew tiştê ku li Herêma Kurdistanê tê dîtin، heta radeyekê
diyardeyeke xerîb û kêmwêne ye di ferhenga siyasî ya hevçerx de. Hîn encamên
fermî yên hilbijartinan bi temamî nehatine pejirandin، lê em dibînin ku hinek
aliyên siyasî ji niha ve biryara boykotê didin û radigihînin ku beşdarî pêkanîna
kabîneya nû ya hikûmetê nabin. Ev cure helwesta siyasî، ji aliyê prensîbên
demokratîk ve، nîşanên pirsê yên mezin dirust dike. Li vir mirov neçar dibe
pirsyareke bingehîn ji xwe bike: Eger hêzek baweriya welatiyan bi dest bixe û
amade be mûçe û îmtîyazên parlamanteriyê werbigire، lê amade nebe biçe hola
parlamenê û beşdarî temamkirina nîsaba yasayî û rakirina erkên xwe yên nîştimanî
bibe، li ser kîjan bingehî û bi kîjan armancê beşdarî proseya hilbijartinan
bûye?

Ji aliyekî din ve، pêwîst e em wê yekê ji bîr nekin ku rewşa niha ya Herêma
Kurdistanê daxwaz dike ku kar ji bo avakirin û çalakkirina saziyên yekgirtî bê
kirin. Pêwîstiya me bi vegerê heye bo çemka «Herêmeke Yekgirtî»، bi awayekî ku
hemû beşên kargêrî û darayî، ji wan jî dahatên dergehên sînorî û gumrikê، di bin
sîwana yek îdareya nîştimanî de bên komkirin؛ ev jî bêگuman divê li gorî kîş û
giranî û encamên rastîn ên hilbijartinan be.

Xweşbextane hîn deriyê danûstandinan bi temamî nehatiye girtin، bi taybetî di
navbera her du hêzên sereke yên Herêma Kurdistanê de، yanî Partiya Demokrat a
Kurdistanê (PDK) ku piraniya kursiyên parlamenê bi dest xistiye û zêdetirî %43yê
dangan biriye، ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK). Tu astengiyeke
lojîkî nîne ku bibe rêgir li ber pêkanîna hikûmetê، lê divê proseya pêkanîna
kabîneya nû ji hevkêşeyên siyasî yên derve bê cudakirin. Girêdana çarenivîsa
hikûmeta Herêma Kurdistanê bi encamên hilbijartinên parlamena Iraqê yan awayê
dabeşbûna hêzê li Bexdayê، ziyaneke mezin li berjewendiyên bilind ên xelkê dixe.
Paşxistina pêkanîna hikûmetê ne tenê valahiya kargêrî dirust dike، belku bandorê
li ser jiyana rojane ya welatiyan jî dike ku li benda xizmetguzarî û başkirina
debara jiyanê ne. Heta aliyên navdewletî û çavdêrên derve jî han didin aliyan ku
bi zûtirîn dem bikevin ser xeta bicîhanîna daxwazên welatiyan.

Eger aliyên siyasî rêz li îrade û dengê rastîn ê xelkê bigirin، kêşeyeke wisa li
pêşiya pêkanîna hikûmetê namîne. Serkeftina vê proseyê di wê de ye ku hemû alî
dan bi vê rastiyê de binên ku pêgeha parlamenî û dengê xelkê pîvan in ji bo
diyarkirina qebareya aliyan. Kêşe dema aloz dibin ku aliyek dixwaze li derveyî
şayisteya xwe ya demokratîk، daxwaz û pişka zêdetir di kabîneya nû de bi dest
bixe، ev jî proseyê asteng dike.

Derbarê wan gotegotên ku behsa îhtîmala dubarekirina hilbijartinan dikin، divê
em bizanibin ku Herêma Kurdistanê herêmeke seqamgîr e، lê pêşbînîkirina encaman
karêkî hêsan nîne. Eger hilbijartin jî bên dubarekirin، dûr tê dîtin ku
guhertineke bingehîn di hevsengiya hêz û hejmara kursiyan de çêbibe. Nexwe
dubarekirina hilbijartinan nabe «çareseriyeke efsûnî» ji bo derbasbûnê ji vê
rawestana siyasî. Di dawiyê de، eger hikûmeta federal li Bexdayê vê derengketinê
bike hincetek ji bo sepandina cezayên darayî yan giştî li ser welatiyên Herêmê،
yan eger bixwaze demekî din ji bo hilbijartinan bisepîne، hingê çareseriya herî
baş ew e ku saziyên yasayî û destûrî yên hundirê Herêma Kurdistanê bi xwe
biryara pêwîst bidin û li gorî nexşerêyeke nîştimanî، qonaxên bê diyar bikin.

Top