Festîvala Bazara Qamişloyê bi coşeke mezin birêve diçe
Li bajarê Qamişlo Festîvala Bazarê bi amadebûna hejmareke mezin a welatiyan û di keşûhewayekî germ û şad de birêve diçe. Beşdarên festîvalê destnîşan dikin ku di nav qeyrana aborî û rewşa dijwar de, çalakiyên wiha dibin cihê hêviyê û derûniya xelkê baştir dikin.
Di demekê de ku herêm bi giştî di rewşeke aloz û qeyraneke kûr a aborî re derbas dibe, lidarxistina festîvalên wiha wek derfeteke giring a bêhnvedanê ji bo xelkê herêmê tê dîtin. Tevî pêşandana berhem û bazara gelêrî, festîval bi konsertên hunerî û gerandina govendê bûye qada komkirina hemû pêkhateyên bajêr.
Newroz Hemê, yek ji wan ciwanên ku tevî malbata xwe beşdarî festîvalê bûye, kêfxweşiya xwe anî zimên û got: "Ez û malbata xwe ji bo dîtina hunermend Azad Bedran û tevlîbûna vî hewayê xweş hatine vir. Hemû xelkê Qamişloyê û pêkhateyên cuda hatine kêfa xwe dikin. Xelk di van şert û mercan de gelekî hewcedarê van çalakiyan e da ku ji wan fikaran û stresa rojane hinekî derkevin."
Welatiyê bi navê Mihemed Şakir jî got: "Em di rewşeke pir zehmet re derbas bûne, nêzîkî 15 salan e xelk di nav jan û zilmê de jiyaye. Em hêvî dikin ku çalakiyên wiha hîn bêtir zêde bibin, daku dilê milet hinekî rehet bibe. Pêwîst e em jî wek hemû mirovan hîs bikin ku em dijîn û mafê me jî heye em kêfxweş bibin."
Di quncikeke din a bazarê de, jinên kedkar bi çêkirina berhemên destî û xemilandina wan bi rengên kurdewarî balê dikişînin. Sîham Silêman, ku bi çêkirina xeml û alavên bi rengên kesk, sor û zer beşdar bûye, kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: "Ev hemû keda destên min in. Em dixwazin reng û çanda xwe ya kurdewarî biparêzin û nîşan bidin. Berê xemilandina tiştan bi van rengan ji bo me mîna xewnekê bû, lê niha em azad in û em dixwazin her kes çand û rengên xwe bi serbilindî zindî bihêle."
Festîvala Bazara Qamişloyê ne çalakiya yekem e û li gorî daxwaza xelkê dê ne ya dawiyê jî be; ji ber ku şêniyên bajêr van çalakiyan wek qadeke bêhnvedanê, hevdîtinê û xurtkirina hêviya jiyanê dibînin.
K24
