Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Seroka Demkî ya Venezuelayê Delcy Rodriguezê da zanîn ku di du erdhejên mezin de hejmara miriyan gihîşt 32yan û ya birîndaran jî ji 700 kesan derbas kir.
Seroka Demkî ya Venezuelayê Delcy Rodriguezê piştî erdhejan konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.
Rodriguezê diyar kir ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê di bin kavilab de dixebitin û fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe.
Zerera herî mezin li La Guariayê ye
Seroka Demkî Rodriguezê da zanîn ku herêma ku herî zêde zerer dîtiye parêzgeha La Guariayê ye.
Rodriguezê diyar kir ku li herêmê bi dehan avahî hilweşiyane û got:
"Em ji bo rizgarkirina jiyana mirovan têkoşîneke dijwar didin.
La Guaria rûbirûyê karesateke rastîn bûye û me ew herêm wekî 'herêma karesatê' ragihand."
Di navbera wan de 39 çirke hene
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) daxuyand ku li Venezuelayê di navbera 39 çirkeyan de du erdhejên mezin rû dane.
Li gorî amarên USGSyê, erdheja bi mezinahiya 7,5 pileyan li başûrrojhilatê bajarê Yumareyê yê parêzgeha Yaracuyê çêbûye.
Erdheja duyem jî bi mezinahiya 7,2 pileyan li bakurrojhilatê bajarê San Felipeyê çêbûye.
Kûrahiya her du erdhejan li Yumareyê 10 kîlometre, li San Felipeyê jî 21,9 kîlometre bû.
Rudaw
