Erik Schmidt, rêveberê berê yê cîbicîkar ê kompanyaya Google: Tê texmînkirin ku Çîn di sala 2027an de di pêşbirka zîrekiya destkird de derbasî pêşiya Amerîkayê bibe
Erik Schmidt, rêveberê berê yê cîbicîkar ê kompanyaya Google: Tê texmînkirin ku
Çîn di sala 2027an de di pêşbirka zîrekiya destkird de derbasî pêşiya Amerîkayê
bibe
Kanala «AI Upload» şîroveya gotinên Erik Schmidt, rêveberê cîbicîkar ê Google
dike, ku vê dawiyê di konferansekê de tekezî li ser wê yekê kir ku Çîn tenê şeş
meh li paş Amerîkayê ye di warê zîrekiya destkird (AI) de, û şeş meh ji bo
zîrekiya destkird tenê wek çavbirînekê ye. Ji ber giringiya vê şîrove û dîdarê,
em wek xwe bi kurmancî belav dikin.
Di pêşbirka AGI de: Çîn tenê şeş meh li paş Amerîkayê ye
Erik Schmidt, rêveberê berê yê cîbicîkar ê kompanyaya Google, di hevpeyvîneke nû
û balkêş de komek agahî û hişyariyên metirsîdar derbarê paşeroja «Zîrekiya
Destkird a Giştgîr» (AGI) pêşkêş kirin. Schmidt diyar kir ku Çîn niha tenê şeş
meh li paş Amerîkayê ye di vê pêşbirka teknolojîk a dijwar de. Wî hişyariyeke
tund da û ragihand: "Eger Çîn bikaribe di vê pêşbirkê de bikeve pêşiya
Amerîkayê, wê demê metirsiyeke yekker li ser serdestiya Amerîkayê çêdibe û kar
ji bo me diqede."
Ji bilî aliyê siyasî, Schmidt hişyarî da ku di mehên bê de, zîrekiya destkird dê
bibe sedema ji destdana bi mîlyonan derfetên kar li seranserê cîhanê, ku ev jî
guherîneke bingehîn di bazara kar de çêdike.
Serdema klasîk a bernamevaniyê bi dawî bû û niha dibe dîrok
Erik Schmidt:
"Derbarê rewşa niha ya zîrekiya destkird de, ez dixwazim bi eşkereyî tişta di
mejiyê min de dibore ji we re bibêjim. Ez niha di nav cureyek 'şînê' de dijîm.
Ev xemgîniya min ji ber wê ye ku ez ji temenê 13-14 saliyê ve wek bernamevanekî
min dest pê kiriye, lê niha ez dibînim ku ew serdem bi rastî bi dawî bûye û
şêwaza klasîk a bernamevaniyê dibe dîrok.
Tenê heftiyek berê, welatê Çînê modela (DeepSeek V4) ragihand, ku ev
werçerxaneke mezin e. Dema min di 'Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Zîrekiya
Destkird' de kar dikir, me bi hevahengiyeke tund ligel îdareyên Trump û Biden
hewl da ku kontrolê li ser hardware (Hardwear) û çîpên (Chip) pêşkeftî xurt
bikin. Wê demê em serketî bûn ku rê li ber Çînê bigirin.
Lê niha nîşan didin ku ew ambargo ber bi bêbandorbûnê ve diçin. Çînî mirovên pir
zîrek û jêhatî ne. Wan sîstemek dahênaye ku di asta modelên herî pêşkeftî yên
Amerîkayê de ye, lê bi hardware-a ku ji ya me lawaztir e. Wan bi rêya dahênana
softuwerî û guherîna telarsaziya sîstemê, hemû astengiyên hardware derbas
kirine.
Eger salek berê we pirs bikira, min ê bigota Çîn salek an du salan li paş me ye,
lê şîroveyên dawî nîşan didin ku ew tenê 'şeş meh' li paş in. Di cîhana
teknolojiyê de, şeş meh tenê wek 'nanon-çirkeyekê' ye. Ev nîşana wê ye ku Çîn
çiqas bi biryar e bigihe lûtkeya AI."
Paşeroja ewlehiya neteweyî di destê çekên otomatîk ên zîrek û bilez de ye
- Pirs: Dema em li dosyaya ewlehiya neteweyî û reftara vî welatî ligel AI
dinêrin, hûn çawa rêberiya Amerîkayê dikin? Rola kerta taybet çi ye?
Erik Schmidt:
"Bila ez hinek agahiyên nexweş bibêjim: Em gelek tank, keştî û firokeyên şer ên
mirovî çêdikin, lê niha hemû di bin metirsiyê de ne. Her tiştê ku mezin, hêdî û
biha be, dê rastî kêşeyê bibe. Lewma divê em bala xwe bidin ser otomatîkkirina
çekên zemînî, deryayî û asmanî. Ev nayê wateya kêmkirina derfetên kar, belku
cureyê kar diguherîne. Budce kêm nabe, dibe ku zêde bibe, lê dê ji bo pêdiviyên
cuda bête xerckirin."
Pêşbirka zîrekiya destkird li gel Çînê di paşerojê de giran dibe
"Tiştekî ku dê bandoreke xirab li me bike, asta berhemanîna enerjiya Çînê ye.
Enerjiya wan pir zêde ye. Ba em weha deynin ku Çîn xwedî çîpên navxweyî be ku
nîvê yên me baş bin, bi wê enerjiya zêde dikarin lêçûnê dabîn bikin. Her wiha
danyên (data) ku ew kom dikin şêtane ne, ji ber ku li wir tiştek bi navê
'taybetmendiya kesane' nîne. OpenAI ji ber mafên kopîraytê (copyright) rûbirûyî
dadgehê dibe, lê li Çînê ew her daneyekî bi kar tînin.
Niha bernamevanek ji xew radibe, diçe ofîsê, û 10 'hevalên' xwe yên AI (wek
Claude an Gemini) kom dike. Ew erkê dide wan û tenê li koda ku ew dinivîsin
dinêre. Ev guherînek mezin e. Eger hûn hîna bi şêwaza klasîk kodan dinivîsin,
bisekinin, ji ber ku ew serdem bi dawî bû."
AI %90ê endezyaran ladebe û 'Agent' cihê wan digirin
"Ez aciz dibim dema rêveberên kompanyayên mezin rastiyên nîvco dibêjin. Belê, AI
cîhana bernamevaniyê diguherîne, lê tişta ku ji we re nabêjin ew e ku ev
teknolojî %90ê endezyarên mirovî ladebe û 'Agent'an (nûnerên zîrek) dixe cihê
wan. Van mîlyarderan ji bo mûçeyên karmendan nexerj bikin, AI-yê pêş dixin daku
cihê mirovan bigire. Ew di kûrahiya dilê xwe de ji bo vê yekê pir kêfxweş in."
Sînorê rastîn ê geşeya AI ne enerjî ye, belku pereyê keş e
Erik Schmidt:
"Artêşa me niha fêm kiriye ku pêdiviya wê bi Navendên Daneyan (Data Centers) ên
taybet û nehênî heye. Navendên daneyan ên mezin bi 'Gîgawatt'an têne pîvan.
Mesrefa navendeke 1 Gîgawattî nêzîkî 50 mîlyar dolar e. Eger 10 Gîgawatt be,
dike nîv trîlyon dolar.
Çend kompanya an welat hene ku karibin trîlyonek dolar sermaye bidin
pîşesaziyekê? Pir kêm in. Çînî dikarin vê bikin. Li Amerîkayê jî sîstema me
ya sermayeyê rê dide me ku em pereyên weha mezin bi deyn wergirin. Ewropî
nikarin vê bikin, lewma ew hinekî bi fikar in. Sînorê AI ne enerjî ye, belku
pereyê keş (cash) e."
Hevrikiya AI di navbera monopolê Amerîkî û vekirina Çînî de ye
Di vê beşê de, Schmidt li dijî modelên «Çavkaniya Vekirî» (Open Source) yên Çînê
diaxive. Ew dibêje ev model ji bo mirovahiyê metirsîdar in. Lê rexnegir dibêjin
ew tenê dixwaze AI di destê çend kompanyayên mezin de bimîne daku qazancên mezin
bikin.
Erik Schmidt:
"Henry Kissinger ji rikaberiya Amerîka û Çînê pir nîgeran bû. Modelên mîna
'Methos' ên kompanyaya Anthropic, dikarin êrîşên sîber (Cyber attacks) bikin.
Kêşeya mezin ew e ku modelên Çînî 'Open Weights' (Giraniyên Vekirî) ne. Yanî
eger tu mirovekî şerrxwaz bî, tu dikarî DeepSeek V4 wergirî û şiyanên wêranker
lê zêde bikî.
Di modelên Amerîkî de kontrol di destê kompanyayan de ye, em dizanin peywendiyê
bi kê re bikin. Lê eger ev teknolojî wek çavkaniya vekirî belav bibe, dibe ku
terorîstekî nû an 'Lone Actor' (aktorekî tenê) jê derkeve. Divê em li ser
sînordarkirina vê yekê li hev bikin."
Ji bo girtina deriyê dahênanê, Schmidt serî li siyaseta tirsandinê dide
Dema Schmidt behsa 'terorîstê nû' an 'êrîşa sîber' dike, di rastiyê de 'siyaseta
tirsandinê' bi kar tîne daku rê li dahênana xelkê asayî bigire. Modelên Çînî yên
mîna DeepSeek şoreşek di demokratîzekirina AI de kirine. Ev rê dide lêkolîneran
ku bêyî pereyên xeyalî bidin Google an OpenAI, sîstemên xwe pêş bixin.
Schmidt bi berhevkirina AI ligel «OPEC», dixwaze bêje divê ev teknolojî tenê di
destê çend welat û kompanyayan de be. Lê AI 'kod' û 'matematîk' e, ne çavkaniyek
siruştî ya sînordar e. Şerê di navbera çavkaniya vekirî û girtî de, ne tenê şerê
teknolojiyê ye, belku şerê desthilatê ye. Gotinên Schmidt nîşan didin ku ew ji
windakirina 'kontrolê' ditirsin.
