Mamoste Mela Mehmûd Azadî ji bo Gulan: Mamosteyên olî li dijî dagirkerî û sitemkariya rejîmên li pey hev, di rêza pêşîn a şoreş û xebata gelê xwe de bûn
Mamoste Mela Mehmûd Azadî ji bo Gulan: Mamosteyên olî li dijî dagirkerî û
sitemkariya rejîmên li pey hev, di rêza pêşîn a şoreş û xebata gelê xwe de bûn
Di vê dîdara taybet a Gulanê de, Mamoste Mela Mehmûd Azadî, pêşnimêj û gotarbêj
li bajarê Silêmaniyê, ronahiyê dixe ser pêgeha mezin a zanayên olî wekî
mîratgirên pêxemberan di parastina nirxên mirovî û neteweyî de. Ew behsa
hujreyê dike wekî sengera yekem a parastina zimanê kurdî û hizra rizgarîxwaziyê.
Her wiha tekeziyê li ser giringiya rola mînberê dike di çespandina aştiya
civakî, pêkvejiyana olan û rêgirtina li tundrewiyê, daku ol bibe bingeha
dilsoziya bo ax û nîştiman.
- Pirs: Mela û zanayên olî yên Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de ne tenê
rêberên olî, belku çirayên ronîkirina hizra neteweyî bûn. Hûn li wê
peywendiya xurt a navbera îman û hezkirina nîştiman li cem zanayên kurd çawa
dinêrin?
- Mela Mehmûd Azadî: Bi rastî mamoste û zanayên olî di nav civakê de xwedî
pêgeheke pir mezin û pîroz in, ji ber ku ew wekî çirayekê ne ji bo rêberiya
xelkê ber bi rastî û qenciyê ve. Ev pêgeh ji wî fermanê pîroz ê Pêxemberê
Xwedê (s.a.v) serçavî digire ku dibêje: «Al-ulama warathat al-anbiya»
(Zanayan mîratgirên pêxemberan in). Li vir divê em bizanibin ku ev mîrat,
mal û samanê dinyayê nîne, belku zanist, zanîn û exlakê bilind e. Zanayên
rastîn ew in ku bi kiryarên xwe nîşan didin mîratgirên pêxemberan in û ji
riya heqîqetê lanadin. Ew divê bibin pira tebayî û belavkirina hezkirinê di
navbera mirovan de. Erka wan ne tenê wanedayîn e, belku çareserkirina
nakokiyan bi hîkmet û danayiyê ye.
- Pirs: Zanayên olî li Kurdistanê her tim di rêza pêşîn a dijayetiya zilm û
dagirkeriya rejîmên Iraqê de bûn. Binemayê şerî û exlakî yê vê redkirina
sitemê di dîtina we de ji çi tê?
- Bêguman dîrok şahid e ku mamosteyên olî her tim wekî keleheke qewî li
beramber sitem û zordariyê sekinîne. Mamosteyan bi pişta xwe bi binemaya
«Emr bi me’rûf û nehy ji munker» girêdan e, her tim hewl dane laderan rast
bikin, heta eger rûbirûyî zehmetiyên mezin bibin jî. Ji ber ku baweriya wan
heye ku cîhadê herî mezin «gotina heq e li cem sitemkaran». Di dîroka tije
karesat a Iraq û Kurdistanê de, em dibînin ku zanayên olî di rêzên pêşîn ên
şoreşan de bûn. Erka wan parastina eqîde û exlakê ye û rêgirtina li her
alozî û şerekî ku ziyanê bigihîne berjewendiya giştî.
- Pirs: Tê gotin «hujre» yekemîn dibistana bîra neteweyî û parastina zimanê
kurdî bûye. Hûn giringiya hujreyê wekî navendek ji bo gihandina serkirdeyên
siyasî û nîştimanperwer çawa dinirxînin?
- Bi rastî hujreyên olî di dîroka gelê me de roleke bêwêne hebûye di gihandina
elîtek ji zanayan de. Ez bixwe wek kesekî ku 10 salan wekî "talibê ilmî" di
wan navendan de bûm, şahidê wan hewlên mezin im. Hujre ne tenê cihê fêrbûnê
bûn, belku navendên "Terbiye û Telîmê" û hînbûna adab û zanistên şerî bûn.
Berhema wan hujreyan îro di qadên zanistî de diçirisin; piraniya wan feqiyan
îro bûne mamosteyên zanîngehan û xwedî bawernameyên doktorayê ne. Feqiyan di
wê serdemê de bi sebir û qenaetê, bi piştgiriya xelkê gund û bajaran, karîn
li ser astengan zal bibin daku xizmeta ol û nîştimanê xwe bikin.
- Pirs: Zanayên olî li her çar parçeyên Kurdistanê xwedî yek gotar û yek
helwesta neteweyî bûn. Ev yekgirtûyî çawa bûye bingeha parastina
yekparçeyiya axê ji aliyê manewî ve?
- Yekrêziya mamosteyan kevirê bingehîn ê serkeftina her peyameke pîroz e. Dema
mamoste dibe pêşewa, divê di hevahengiya herî bilind de be ligel hevpişeyên
xwe. Xweşbextane, zanayên olî li her çar parçeyên Kurdistanê, bi rûhekî
yekgirtî û bi pişta xwe bi Quran û Sunnetê girêdan e, mijûlî belavkirina
exlakê bilind û zimanê diyalogê ne. Ew mîratgirên pêxemberan in ku riya rast
nîşanî mirovahiyê didin.
- Pirs: Di gund û bajaran de, mela her tim stûna aştî û çareserkirina kêşeyên
civakî bûn. Ev rol çawa alîkar bûye di parastina civakê de?
- Mamosteyên olî her tim wekî stûneke qewî ji bo çareserkirina aloziyên civakî
derketine. Bo nimûne, ez bixwe şahid bûm ku malbatek piştî 46 salan jiyana
hevbeş ber bi belavbûnê ve diçûn, lê me karî bi hewlên dilsozane wan li hev
bînin. Ji ber ku mela wekî mîratgirê Pêxember tê dîtin, xelk baweriyê pê
tîne û ev bawerî dibe sedema aştiyê û pêkvejiyanê.
- Pirs: Gelek caran zanayên olî bi fetwayên serdemiyane berevanî li maf û
kerameta jina kurd kirine. Hûn dikarin vê ji bo me behs bikin?
- Bi piştrastî, mamoste roleke mezin di çakkirina peywendiyên malbatî de
lîstine. Dema jin rûbirûyî pirsgirêkan dibin, amojgariyên mamosteyan dibin
sedema aramiyê. Li vir hebûna xanimên mamosteyên olî jî pir giring e daku
zêdetir ji xemên jinan fêm bikin. Belavbûna peyama Quranê ji mizgeftan ve
dibe sedem ku jin û mêr maf û erkên xwe bizanibin, ku ev jî bingeha malbatê
li ser dilovanî û mîhrebaniyê xurt dike.
- Pirs: Kurdistan xwedî modeleke navendî (miyanrew) ya Îslamî ye ku rê li
tundrewiyê girtiye. Rola zanayan di parastina ciwanan de çi bûye?
- Divê mamoste di danûstandina ligel civakê de ji her cûre tundrewiyê dûr bin.
Erka wan a rastîn ew e ku dema girjî çêbibe, bi hîkmetê destêwerdanê bikin.
Eger peyama pîroz bi mîhrebanî bigihe xelkê, piraniya kêşeyan namînin.
Pêxemberan mîratê exlakê hiştine, ne tundrewî.
- Pirs: Kurdistan wekî nimûneyeke kêmwêne ya pêkvejiyana olan (Misulman,
Mesîhî, Êzidî û hwd) tê dîtin. Rola mizgeftan di vê de çi bûye?
- Mînberên mizgeftan li Kurdistanê her tim navendên belavkirina lêborîn û
aştiyê bûn. Me mînaka bajarê Medîneyê heye ku Pêxember bingeha jiyanê ligel
Cihûyan danî. Ev çanda pêkvejiyanê di dîroka Kurdistanê de heye; Misulman
ligel Mesîhî, Êzidî û Kakeyiyan di nav hezkirinê de jiyan e. Ev berhema wê
perwerdeya Îslamî ye ku mamosteyan gihandiye.
- Pirs: Mamoste çawa dikarin hevsengiya navbera ol û nîştimanperweriyê ji bo
ciwanan çêbikin?
- Di wan rojên ku zimanê kurdî qedexe bû, mamoste û helbestvanên me yên olî bi
nivîsên xwe nasnameya kurdî parastin. Wan nîştimanperwerî bi dindariyê ve
girê da. Îro em dibînin gelek ciwan rû li mizgeftan dikin. Bo nimûne,
şofêrekî taksî ji min re got ku piştî bihîstina gotareke min, jiyana wî
guheriye û niha nimêjên xwe dike. Li sentera "Hîkme" em ciwanan fêrî Quran û
wefadariya bo axê dikin, ku ev dibe sedema kûrbûna nîştimanperweriyê di dilê
wan de.
