DAIŞ berpirsiyariya kuştina 2 endamên Wezareta Parastinê girt ser xwe
Çeteyên DAIŞ`ê berpirsiyariya kuştina 2 endamên Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê girtin ser xwe.
Çeteyên DAIŞ`ê berpirsiyariya êrişa li ser 2 endamên Wezareta Parastinê girtin ser xwe.
Êriş li ser rêya M4 li nêzîkî gundê Tahna, li nêzîkî Menbîcê li rojhilatê parêzgeha Helebê, hatibû kirin.
Di encama êrişa ku hatibû kirin her 2 endamên Wezareta Parastinê hatin kuştin.
DAIŞ`ê di postekê de ku li ser yek ji hesabên xwe yên medyaya civakî weşandin ev êriş girt ser xwe.
Ronahi tv
