Artêşa Îsraîlê: Di du rojên agirbestê de 5 serbazên me hatin kuştin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku, tevî ragihandina agirbesta ligel Hizbulahê, di dema du rojên borî de 5 serbazên wan li başûrê Libnanê hatine kuştin û 13 serbazên din jî birîndar bûne.
Li roja Îniyê, tankeke artêşa Îsraîlê li nêzîkî gundê Tebniyetê hat armanckirin û di encamê de 4 serbaz hatin kuştin, ku nasnameya sê ji wan hatiye eşkere kirin (Dor Gedelya, Yoav Klein, Liav Kababia). Şeva paştir, Hizbulahê bi zêdetir ji 50 mûşek û guleyan êrîş bir ser xalên Îsraîlê; ev êrîş bû sedema kuştina serbazekî bi navê Nir Ben Ari û birîndarbûna 13 serbazên din.
Artêşa Îsraîlê ev êrîşên Hizbulahê wekî "binpêkirineka reha ya agirbestê" bi nav kir û di bersivê de çend bingehên serbazî û embarên çekan ên Hizbulahê li başûrê Libnanê bombebaran kirin.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Israel Katz ferman da artêşê ku heta demeke nediyar pabendî agirbestê bin, lê tekez jî kir ku her metirsiyeka li ser serbazên wan hebe, ew dê bersiveka tund bidin.
Ev zirarên canî yên giran ên artêşa Îsraîlê, tenê 48 saetan piştî destpêkirina agirbestê, nîşan didin ku her du alî li ser erdê hîn jî di rewşa amadebaşiya şer de ne. Kuştina 5 serbazan û birîndarbûna 13 serbazên din ji aliyê Hizbulahê ve, herwesa bersivdana Îsraîlê bi lêdana embarên çekan hevsengiya agirbestê dixe bin metirsiya hilweşînê.
Tevî daxuyaniya fermî ya Netanyahu û Katz bo berdewamiya pabendbûnê, destûra "bersivdana tund" wekî deriyekî vekirî bo vegera şerekî berfireh dimîne, ku ev yek zexta dîplomatîk a navdewletî li ser her du aliyan zêdetir dike, daku lihevkirin bi yekcarî ji nav neçe.
K24
