Şêrê Kurdan Denîz Undav Almanya bi ser xist
Tîma Neteweyî ya Almanyayê bi awayekî fermî gihîştina qonaxa 32yan a Kupaya Cîhanê ya 2026an bi golên Denîz Undavê Kurd misoger kir.
Kupaya Cîhanê ya 2026an li Amerîka, Kanada û Meksîkayê tê lidarxistin.
Tîma Almanyayê bi rahêneriya Julian Nagelsmann serkeftina xwe ya duyem a li ser hev tomar kir.
Almanyayê di maça yekem de bi encama 7-1 zora Curaçaoyê biribû.
Bi vê serkeftinê re Almanyayê puanên xwe derxistin 6an û di koma xwe de bû lîder.
Almanyayê piştî Kupaya Cîhanê ya 2014an ku tê de bûbû şampiyon, cara yekem qonaxa koman derbas kir.
Undavê Kurd bi hawara tîma xwe ve gihîşt
Nîva yekem a maça dijwar a Almanyayê ya li hemberî Ivory Coastê, bi gola Franck Kessie ya di xuleka 30yî de 1-0 bi dawî bû lê guhertineke Nagelsmann hevsengiya maçê guhert.
Di xuleka 60î de, Nagelsmann biryar da ku Jamal Musiala ji lîstikê derxe û lîstikvanê Kurd Denîz Undav bixe maçê.
Undav tenê piştî 8 xulekan di xuleka 68an de gola wekheviyê ya Almanyayê avêt.
Dema ku maç ber bi dawiyê ve diçû, Denîz Undav careke din derket pêş û xuleka 90+4an gola serkeftinê tomar kir.
Bi vê golê wî dilê alîgirên Almanyayê xweş kir û serkeftina welatê xwe misoger kir.
Ji bilî serkeftinê, ev maç ji bo qelevan Manuel Neuer jî bûyereke dîrokî bû.
Neuer di Kupaya Cîhanê de maça xwe ya 21ê lîst.
Bi vê yekê Neuer rekora Hugo Llorisê Fransiz şikand û bû qelevanê ku di dîroka Kupaya Cîhanê de herî zêde lîstiye.
Rudaw
