Qalîbaf: Ez hêvî dikim ku li pêşberî gelê Îranê şermezar nebim
Serokê Parlamentoya Îranê û Serokê Şandeya Danûstandinan a Îranê li gel Amerîkayê Mihemmed Baqir Qalîbaf piştî ku gihîşt Swîsreyê peyamek belav kir û tê de ragihand ku; ew xwendekarên li xwendingeha Mînabê hatine kuştin û tevahiya kuştiyên din ên Îranê wekî çavdêrên xwe dibîne û hêvî dike ku di danûstandinan de serkeftî be, daku li pêşberî gelê xwe şermezar nebe.
Serokê Şandeya Danûstandinan a Îranê Mihemmed Baqir Qalîbaf îro (Yekşem, 21ê Hezîrana 2026ê), piştî ku gihîşt Swîsreyê û li Balafirxaneya Navdewletî ya Zurîhê ji balafirê peya bû, wêneyek li kêleka wê balafirê girt û belav kir, ku li gel şandeya Îranê geşt pê kiriye û li ser wê balafirê bi zimanê Îngilîzî "Hashtag_Minab_168" û bi zimanê Farsî jî "Bi bîranîna zarokên xwendingeha Mînabê" hatiye nivîsîn.
Qalîbaf di peyama xwe de nivîsiye: "Ez zarokên mezlûm ên Mînabê û tevahiya şehîdên Îrana ezîz berdewam wekî çavdêrên li ser kiryar û reftarên xwe dizanim." Herwesa gotiye: "Xwedê bike ku ez li pêşberî şehîdan û gelê Îranê şermezar nebim û bi rûyekî spî bigihîştem nava hevalên xwe, ku bo dîtina wan ez saetan dijimêrim."
Komelgeha Geştiyarî ya "Bürgenstock"ê
Cîhê birêveçûna danûstandinan
Biryar e ku îro gereka nû ya danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê li Komelgeha Geştiyarî ya "Bürgenstock"ê li Swîsreyê bi rê ve biçe, ku ev komelgeh xwedî dîrokeke giring e di warê mêvandarîkirina danûstandinên hestyar ên navdewletî de.
Bürgenstock dikeve ser gola “Lucerne”yê li herêma “Nidwalden”ê li Swîsreyê û ji aliyê cografî ve heta astekê ji bajarên mezin veqetiyaye. Vî cihî bi taybetmendiyên xwecihbûnê û parastina ji aliyê ewlehiyê ve wesa kiriye ku bo danûstandinên hestyar yek ji cihên herî gunjayî be.
Berî niha jî, vê komelgehê di sala 2002ê de mêvandariya danûstandinên aştiya Sûdanê, di 2004ê de danûstandinên Qibrisê û di Hezîrana sala 2024ê de jî mêvandariya Lûtkaya Aştiya Ukraynayê kiribû. Herwesa otêla yekê ya vê komelgehê di sala 1873ê de hatiye vekirin û di dîroka xwe de mêvandariya gelek kesatiyên navdar ên sînemayê jî kiriye.
K24
