Profîsor Merêra Gudîna Jêfî bo Gulan: Kemsîtiya serkirdayetiya siyasî bûye sedema lawazbûna projeya federalîzmê li Iraq û Etiyopyayê
Merêra Gudîna Jêfî, profîsorê zanistên siyasî û peywendiyên navdewletî ye li
Zanîngeha Adîs Abeba li welatê Etiyopyayê. Ew pisporê çendîn warên girîng e,
wek demokratîzekirin û siyaseta veguhêz li Afrîkayê -bi taybetî Etiyopya-
lêkolînên girêdayî aşitî û nakokiyan, pirsên federalîzm, firehî û civaka
medenî. Di vê warê de çendîn pirtûk û lêkolînên wî hene.
Di demekê de ku pirsa federalîzmê li gelek welatên cîhanê wek amrazek bo
birêvebirina firehiya neteweyî û parastina yekrêziya dewletê tê bikaranîn,
ezmûna Etiyopyayê pirsyarek girîng derdixe pêş: Gelo federalîzm dikare bibe
çareserî bo kêşeyên dîrokî, yan dibe sedema zêdebûna nakokî û dabeşbûnê? Di vê
hevpeyvînê de, profîsorê zanistên siyasî li Zanîngeha Adîs Abeba, li ser
peywendiya navbera federalîzm, demokrasî û hikumraniyê li Etiyopyayê hûr dibe û
rexneyek tund li cîbicîkirina vê sîstemê digire. Li gorî dîtina wî, federalîzm
li Etiyopyayê zêdetir rûyekî siyasî ye, ne sîstemekî çalak û demokratîk e. Di
heman demê de, berawurdiyek nerasterast bi rewşa welatên wek Iraqê re jî dike,
ku tê de federalîzm bi şêwazên cuda tê bikaranîn û pirsyaran li ser pabendbûna
bi destûr û hevsengiya navbera navend û herêman dirust dike.
- Sereke em dixwazin bizanibin nirxandina we çi ye bo sîstema federalîzmê li
Etiyopyayê? Girîngtirîn destkeft û xalên qels ên vê sîstemê li welatê we de
çi ne?
- Di rastiyê de em dikarin bibêjin ku tiştê li vî welatî heye, federalîzmeke
rûyî û rûkeş e û di pratîkê de bène-merkezîkirin e. Her wiha vala ye ji
naveroka demokratîk, lewma em dikarin bibêjin: «Federalîzm e di bin siya
dewleteke takrew de». Yanî tiştê ku em jê re dibêjin «hikumraniya hevbeş» di
astek pir teng de tê meşandin, her wiha tiştê ku peywendiya wî bi
xwerêveberiyê ve hebe, di astek pir biçûk de tê pratîzekirin. Dibe ku sedem
ew be ku tenê partiyek hemû saziyên hikumraniyê kontrol kiriye, ji astên jor
heta astên jêr. Nexwe em dikarin dûpat bikin ku tiştê li Etiyopyayê heye,
tenê rûyê federalî ye.
- Nexwe em dikarin bibêjin: Ew federalîzma ku li Etiyopyayê heye, nekariye
sitem û neheqiyên dîrokî rast bike û çareser bike, bi taybetî tiştê ku bi
firehneteweyî ve girêdayî ye?
- Ne ku her di vê warê de şikest xwariye, belkî sitem û neheqiyên din jî zêde
kiriye. Eva şerê herêma Tîgrayê derket, her wiha li herêma Amhara. Nexwe
nêzîkî hemû welat di rewşek alozî û neîstîqrarê de ye. Hikûmetê jî biryar
da ku balafirên bêbalafirvan (dron) dijî serhildayên mehelî bikar bîne.
Nexwe kêşe ew e ku ne ku tenê sitem û çewsandina dîrokî çareser nekiriye,
belkî neheqiyên din jî anîne holê.
- Ji vê perspektîfê ve, gelo rast e em bibêjin: Ew federalîzma ku li
Etiyopyayê heye, bûye sedema sazikirina (be-damezrawayîkirina) dabeşbûnên
etnîkî, li şûna birêvebirina van dabeşbûnan an çareserkirina wan?
- Ne ku her ew, belkî ev federalîzm wek amrazek hatiye bikaranîn bo
dabeşkirina hikumraniyê, lê kêşe ew e ku ne bi mebesta bihêzkirina civakên
lokalî bûye. Yanî partiyên siyasî, yên berê û yên niha jî, federalîzmê bo
dirustkirina duberekiyê bikar tînin, bo siyaseta "parçe bike û zal bibe", ne
bo mebesta bihêzkirina welatiyan û parastina mafên kesan.
- Nexwe hûn hevray ne ku bêyî hebûna saziyên demokratîk, federalîzm nikare
berdewam be. Gelo ev kêşeya sereke ya welatê Etiyopyayê nîne, mebesta min
nebûna saziyên bihêz ên demokratîk e?
- Ev tam wiha ye, nabe bêyî hebûna demokrasiyê em federalîzmê tesewur bikin.
Di bingeh de, federalîzm pêkanîna daxwazên civakê ye li ser asta mehelî û di
xwerêveberî û hevparîkirina deselatê û rêkeftin li ser kontrolkirina
serçaviyan de ye. Nexwe em nikarin bifikirin li ser pirsa wekheviyê, bêyî
hebûna bingehek demokratîk û hebûna saziyên çalak ên demokrasiyê. Lê li
welatê me de, jihevveqetandina deselatan nîne. Yanî hemû saziyên dewletê,
hikûmeta merkezî, di nav de desteya hilbijartinan, deselata dadwerî, saziyên
ewlehiyê, artêş û hêza polîs, ji aliyê yek partî û yek grûp ve hatine
kontrolkirin. Piştre di federalîzmê de pêwîst e hikûmet li ser bingeha
razîbûna xelkê kar bike, lê tiştê li welatê me de tê dîtin ew e ku
federalîzm tenê li ser asta teorî û prensîban heye, û tiştê di rastiyê de
diqewime, pêçewaneyê federalîzmê ye. Ji ber ku hikûmeta merkezî dixwaze
duberekî û dabeşbûnê di nav xelkê de dirust bike da ku wan kontrol bike, û
vê hikûmetê hemû sazî kontrol kirine.
- Baş e bi nêrîنا we kêşe di binyada federalî de ye, yan di şikestina
serkirdayetiya siyasî ya welat de ye ku wek pêwîst pê ve pabend nebûne? Ev
pirs bo wê ye ji ber ku li Iraqê jî kêşeya wekhev tê dîtin û gelek caran
Herêma Kurdistanê deselatdarên Bexdayê bi kemsîst dibîne di cîbicîkirina
federalîzmê de?
- Dibe ku kêşeyên wekhev hebin navbera Iraq û Etiyopyayê di peywendiya bi
pabendbûna bi federalîzmê ve, lê tiştê ez dikarim derbarê welatê xwe de
bibêjim ew e ku kêşeya metirsîdar şikestina serkirdayetiya siyasî ye. Ji
ber ku serkirdayetiya siyasî ya vî welatî her dem bi wî şêweyî federalîzmê
dimeşînin ku bibe sedema mîsogerkirina mana wan di deselatê de, bi rêya
dirustkirina duberekiyê di nav civakê de û pabendbûnek rûkeş bi prensîp û
mafên destûrî. Mebesta min ew e: Kela navbera prensîpên federalî û mercên
rastîn mezin e. Ji ber ku di rastiyê de hikumraniya yek-partî heye, ku hem
kontrola hikûmeta merkezî û hem kontrola herêman kiriye, ji bilî herêma
Tîgrayê ku bi de-facto herêmek serbixwe ye. Ji vê perspektîfê ve, eger ez
bersivê kurt bikim: Projeya federalîzmê li Etiyopyayê şikest xwariye, ew jî
ji ber ku serkirdayetiya siyasî ya vî welatî tîbûyê deselatê ne û vê
serkirdayetiyê nekariye dewlet û civaka Etiyopyayê ber bi demokrasiyê ve
bibe. Di zanistên siyasî de têgehek heye jê re dibêjin «taybetkirina
dewletê» (Privatization of the state), yanî gava dewlet dibe milkê tenê
grûpekê û hemû dewlet tenê bo berjewendiya wê grûpê kar dike. Bi vî şêweyî,
rêkarên federalî li Etiyopyayê bêhêz in di piştgirîkirina qonaxa veguhêza
demokratîk de, lewma pêdivî bi çaksaziya bingehîn heye. Li vir dixwazim
bêjim ku ji destpêkê ve mebest ew bû ku ew model bête pêkanîn ku zanyarê
siyasî yê Amerîkî, Samuel Huntington pêşniyar kiribû –ku hatibû vexwendin bo
Etiyopyayê bo amadekirina raspardeyên xwe–, ew jî ew model bû ku partiyên
siyasî lê zal bin, bi wî wateyî ku îdareya bingehîn a Etiyopyayê tenê di bin
kontrola yek partiya hikumran de be. Kêşe li vir e: Ji destpêkê ve armanc
kontrolkirina deselatê bû û piştre mîsogerkirina mafan di asta teorîk de, lê
pêkanîna wan mafan çênebû û pêçewaneyê vê yekê rû da. Ev jî şikestina
serkirdayetiya vî welatî ye. Kêşeya din ew e ku hikûmet grûpekê dijî grûpeke
din bikar tîne.
- Hûn dikarin vê zêdetir ron bikin?
- Di rastiyê de, tiştê heye em dikarin wek "bazirganîkirina siyasetê" binav
bikin. Yanî mîsogerkirina grûpekê bi rêya dabînkirina drav (fînans) bo wan,
da ku dijî grûpeke din bikar tînin. Ev haleteke pir belav e.
- Hûn çiqas geşbîn in bi paşeroja federalîzmê li Etiyopyayê?
- Tiştê niha li vî welatî diqewime, alozî û neîstîqrar e. Sê herêmên sereke
yên welat, yanî nêzîkî %70ê niştecihên welat bi şêweyekî metirsîdar ketine
bin bandora krîzê. Lewma pir zehmet e em bizanibin paşeroja vî welatî ber bi
ku ve diçe. Di zanistên siyasî de em behsa senaryoyan dikin. Senaryoya yekem
ew e ku ev krîza niha berdewam be û alozî dirêj bibe. Senaryoya duyem –ku
kêm tê pêşbînîkirin– ew e ku partiya hikumran dest bi çareserkirina hinek
kêşeyan bike û welat ber bi lihevkirina niştimanî û hikumraniya demokratîk
ve bibe. Senaryoya sêyem jî ew e ku hêzên bakurê welat ku hejmara wan zêde
ye, ber bi paytext ve pêş bikevin. Li vir ez ne piştrast im ku mirov
bikaribe rê li ber van geşedanan bigire. Dibe ku di dawiyê de rewşa
Etiyopyayê wek ya Somalyayê lê bê. Mebesta min hilweşîna deselata merkezî
ye, ku di encam de neyê dikarîn civak û dewlet bi şêweyekî erênî bêne
birêxistinkirin. Her wiha egerên wek çarenûsa Yûgoslavya û Yekîtiya Sovyetê
jî hene, mebesta min parçe-parçebûna welat e. Etiyopya rûbirûyê gelek
kêşeyan bûye û paşeroja vî welatî bi nezelaliyê hatiye pêçan.
