• Tuesday, 29 September 2026
logo

NY’ê bang li Îranê dike ku cezayên darvekrinê betal bike

Gulan Media September 29, 2026 Nûçe
NY’ê bang li Îranê dike ku cezayên darvekrinê betal bike

Raportera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Mafên Mirovan a li Îranê Mai Sato, got:
Divê yasaya cezayên darvekirinê li Îranê bê sekinandin û cezayên darvekirinê bên betalkirin.
Mai Sato li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek têkildarî cezayên darvekirinê yên li Îranê belav kir.

Mai Sato xwest ku yasaya cezayên darvekirinê li Îranê bê sekinandin û cezayên darvekirinê bên betalkirin.

Bi gotina wê Îran di dadgehkirina mirovan re qanûnên navneteweyî yên dadperweriyê binpê dike.

Piraniya van kesên ku têne darvekirin jî, ew kes in ku tevli xwepêşandan û protestoyan bûne.”

 

Ronahi.tv

Top