Hoşyar Zêbarî, wezîrê derve yê berê yê Iraqê: Kêşeya sereke ya Iraqê ne nebûna saman e, lê belê hukimraniya xirab û nakokiya navbera federalîzm û sentralîzma desthilatê ye
Hoşyar Zêbarî, wezîrê derve yê berê yê Iraqê: Kêşeya sereke ya Iraqê ne nebûna
saman e, lê belê hukimraniya xirab û nakokiya navbera federalîzm û sentralîzma
desthilatê ye
Di Korbenda Diyaloga Iraqê ya sala 2026an de li Enstîtuya Atlantîk (Atlantic
Council), Hoşyar Zêbarî wezîrê derve yê berê yê Iraqê, bi vê awayî ronahî xiste
ser proseya siyasî li Iraqê:
Cografya û dîrokê wiha kirine ku Îran bibe "qedereke hatmî" ji bo Iraqê. Ji ber
sînorekî dirêj ê 1400 kîlometreyî û têkiliyeke kûr a çandî û olî, her hikûmetek
li Bexdayê be, nikare berjewendiyên Îranê piştguh bike, lê kêşeya bingehîn di
şêwaza reftarên Îranê de ye.
Pêwîst e Îran wekî "dewleteke xwedî berjewendiyên rewa" reftarê ligel Iraqê
bike, ne wekî "şoreşeke berfirehxwaz" ku bi rêya grûpên proksî (wekîl)
hegemonyaya xwe bisepîne. Guhartinên piştî sala 2003an û hilweşîna rejîma Sedam,
derfeteke zêrîn ji bo Îranê rexsand, da ku bandora xwe bigihîne kûrahiya saziyên
dadwerî, perleman û sektora enerjiyê ya Iraqê.
Yek ji mezintirîn kêşeyên (tehediyên) li pêşiya Iraqê nû, pirsa "dewlet di nav
dewletê de" ye. Hebûna zêdetirî 60 grûpên mîlîşyayên çekdar, ku piraniya wan di
bin bandora derve de ne, bûye asteng li pêşiya çaksaziya darayî û seqamgiriya
ewlehiyê. Iraq berevajî Libnanê ku tenê yek Hizbullah lê heye, rûbirûyî
belavbûna hêzên çekdar bûye. Ev naseqamgirî bandoreke rasterast li ser Herêma
Kurdistanê kiriye, ku ji ber nêrîna nerênî ya Îran û hêzên mîlîşya, her dem
rûbirûyî êrîşên moşekî û dronî dibe, bi taybetî ji ber têkiliyên wê yên
stratejîk ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
Derbarê paşeroja Iraqê de, "Rêkeftinnama Çarçoveya Stratejîk" (SFA) ligel
Amerîkayê, baştirîn nexşerê bû ji bo pêşxistina welat, lê hikûmetên piştî
sala 2003an ji ber bêbakî an jî fişaran ew piştguh kirin. Ji bo ku Iraq bibe
cihê baweriya veberhênerên navdewletî û kompanyayên mezin ên neftê, divê pêşî
ewlehî bê dabînkirin û hêzên çekdar bixin bin kontrola dewletê de.
Di dawiyê de, kêşeya sereke ya Iraqê ne di nebûna saman an cografyayê de ye, lê
di "hukimraniya xirab" û nakokiya navbera têgeha "federalîzm" û "sentralîzma
desthilatê" de ye. Iraq tenê wê demê dikare wekî dewleteke xwedî serwerî derkeve
holê, dema ku bikare hevsengiyekê di navbera têkiliyên xwe yên ligel cîranan û
parastina serxwebûna navxweyî û destûriya xwe de çêbike. Bêyî ewlehî û serweriya
qanûnê, tu geşepêdaneke aborî û seqamgiriyeke siyasî ya berdewam nayê holê.
