• Wednesday, 10 June 2026
logo

Dr. Beyar Sefer Çîço, mamoste li Kolîja Hunerên Ciwan li Zanîngeha Duhokê: Xitimbûna siyasî encama nebûna îradeya cîbicîkirinê ye ji aliyê hikûmeta federal ve

Dr. Beyar Sefer Çîço, mamoste li Kolîja Hunerên Ciwan li Zanîngeha Duhokê: Xitimbûna siyasî encama nebûna îradeya cîbicîkirinê ye ji aliyê hikûmeta federal ve

Dr. Beyar Sefer Çîço, mamoste li Kolîja Hunerên Ciwan li Zanîngeha Duhokê:
Xitimbûna siyasî encama nebûna îradeya cîbicîkirinê ye ji aliyê hikûmeta federal
ve

Mijara navçeyên veqetandî û ew deverên ku li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê
ne, tenê pirsgirêkek cografî yan îdarî nîne, belkî mezintirîn ezmûn e bo
serweriya yasayê û cîbicîkirina destûrê li Îraqa nû de. Çareserkirina vê dosya
aloz, berî her tiştî pêwîstî bi diyalogeke siyasî ya nû û îradeyeke rastîn a
cîbicîkirinê heye. Ji nerîneke stratejîk ve, cîbicîkirina destûra Îraqê, bi
taybetî madeya 140 û ew madeyên din ên ku bi ax û mafên neteweyî yên gelê Kurd
ve girêdayî ne, tenê kilît e bo dawîanîna bi wê krîza demdirêj a ku çendîn dehik
e navçe seqamgîr nekiriye.

Ew xitimbûna siyasî ya ku îro tê dîtin, encama nebûna îradeya cîbicîkirinê ye ji
aliyê hikûmeta federal a Îraqê ve. Madeya 140 ku wek nexşerêyeke destûrî bo
asayîkirin û yekalîkirina çarenivîsa wan navçeyan hatibû danîn, ji ber
hevrikiyên siyasî hatiye piştguhxistin. Li vir berpirsyariyeke dîrokî dikeve
ser milê aliyên Kurdistanî; pêwîst e ev alî lobiyeke niştimanî ya bihêz û
yekgirtî di nav parlamena Îraqê de ava bikin. Karê bi hev re û teqezkirina li
ser wê yekê ku mijara axê û madeya 140 hêla sor û bingeha herî sereke ya
hevkariya siyasî ye, dikare fişareke cidî dirust bike bo çalakkirina vê madeyê.
Ji ber ku ev tenê pirsgirêka neteweyekê nîne, belkî parastina rûmeta destûrekê
ye ku hemû Îraqiyan deng bo daye.

Ji aliyekî din ve, yek ji mezintirîn astengên li ber seqamgîrî û diyaloga
niştimanî, hebûna hêzên çekdar e li derveyî saziyên fermî yên dewletê. Dema ku
komên çekdar û hêzên nefermî dibin lîstikvanên sereke li qadê de, zimanê diyalog
û jihevtêgihiştinê cihê xwe ji zimanê gef û tirsandinê re dihêle. Hebûna van
hêzan û destwerdana hêzên derve, jîngehek wisa dirust kiriye ku proseya
demokratîk tê de peyitî (astengdar) bibe. Bikaranîna hêzê bo tirsandina xelkê û
gefxwarina li qeyana Herêma Kurdistanê, ne tenê ne çareserî ye, belkî birînan
kûrtir dike. Lê belê pêwîst e hemû bizanibin ku îradeya gelê Kurd li hember van
gefan natewe. Gelê Kurd ku dîrokeke pir ji qurbanîdanê bo parastina hebûna xwe
heye, hergiz li hember mafên xwe yên rewa bêdeng nabe.

Aşitiyeke rastîn û berdewam li navçeyê de tenê wê demê pêk tê ku gelê Kurd
bigihe mafên xwe yên destûrî û neteweyî. Herêma Kurdistanê selimandiye ku
faktorekî sereke ye bo aramiyê û pêgehek e bo çespandina aşitiyê li ser asta
cîhanî. Lewma pêwîst e welatên derdor û civaka navdewletî ji wê rastiyê
têbigihin ku parastina seqamgîriya Kurdistanê, parastina seqamgîriya hemû
navçeyê ye. Serokatiya Herêmê û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî berdewam li ser
vê dîtina aşitîxwazane kar dikin û dixwazin bi rêya dîplomasî û destûrê
pirsgirêkan çareser bikin.

Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên din, bandora welatên cîran e li ser biryarên
siyasî yên Bexdayê. Mixabin Îraqa niha bûye qada hevrikiya hêzên herêmî û
navdewletî, ev jî bûye sedem ku navenda biryarê li Bexdayê ne xwedî îradeyeke
serbixwe be. Piraniya pirsgirêkên navbera Herêm û Bexdayê jî kokên wan di vê
nebûna serweriyê de ne. Daxwazên Herêma Kurdistanê, ku hemû di çarçoveya
destûrê de ne, di rastiyê de kêmtirîn maf in, ji ber ku heger destûr wek xwe
bihata cîbicîkirin, mafên Kurdan pir ji wê firehtir dibûn. Em wek aliyê Kurdî
tenê daxwaza cîbicîkirina wî destûrî dikin ku komkera hemûyan e.

Îraq bo ku vegere ser rêrewa xwe ya rastîn, divê îradeyeke niştimanî ya rastîn
li Bexdayê dirust bibe, ku tenê armanca wê parastina berjewendiyên Îraq û
welatiyan be; wê demê pirsgirêkên navbera Herêm û Bexdayê jî ber bi kêmbûnê ve
diçin. Di wê demê de destûr dibe tenê navbeynkar û bingeh bo darêştina yasayan.
Tenê bi rêya vegera bo destûr û rêzgirtina li mafên destûrî yên Herêma
Kurdistanê ye ku Îraq dikare ber bi geşepêdan û avadaniyê ve gavan biavêje û
bibe dewleteke xwedî serweriya rastîn. Ev ew dîtin e ku divê kar bo bê kirin, da
ku nifşên paşerojê di navçeyeke bê hevrikî û tije aşitî de bijîn.

Top