Dr. Rêncber Cemîl Şêxo, Mamosteyê Yasaya Destûrî li Zanîngeha Duhokê: Rola Dadgeha Bilind a Federal cihê bal û rexneyeke zêde ye, di gelek qonaxan de wek beşek ji proseya hevrikiya siyasî derketiye.
Avakirina dewleta nû ya Iraqê piştî sala 2003an, li ser bingehên nû yên siyasî û civakî hat danîn ku armanc jê bi dawî anîna serdema takrewiyê (yekdestdarî) û çespandina sîstemeke fireyî bû. Destûra herdemî ya Iraqê wekî peymaneke neteweyî di navbera pêkhateyên sereke de (Kurd, Sunnî û Şîe) hat nivîsandin, da ku garantiya beşdariya rastîn a hemûyan di biryara siyasî û birêvebirina welat de bike. Rehengiya vê hevparî û şirîkatiyê di deqên destûrî de bi zelalî diyar dibe; ji bo nimûne madeyên (9) û (16) tekezê li ser prensîba "hevsengiya neteweyî" dikin. Ev madeyane dupat dikin ku pêwîst e hemû pêkhate bêyî cudahî di nav hêzên çekdar, saziyên ewlehî, parlamen û hemû warên îdarî de nûneriya wan hebe, da ku tu alî hest bi perawêzxistinê (paşguhxistin) neke.
Lê belê ya ku di rastiya siyasî ya îro de tê dîtin, paşveçûneke metirsîdar e ji wan prensîban. Guherîna di hevsengiya hêzê de û hewildana hinek aliyan bo sepandina hejmoniya xwe, wiha kiriye ku têgeha "lihevhatin û hevparî" ber bi kalbûnê ve biçe. Ev guherîne bûye sedema wê yekê ku aliyên bihêz dest deynin ser cumgeyan (biryardanê) û aliyên din lawaz bikin; ev yek jî bingehên destûrê xistiye bin pirsiyarê û nêzîk e modela hikûmranî ber bi cureyek ji "takrewiya siyasî" ve bibe.
Di navenda van hevrikiyan de, rola Dadgeha Bilind a Federal wekî yek ji stûnên girîng ên dewletê, cihê bal û rexneyeke zêde ye. Ev dadgeha ku dihat payîn parêzerê bêalî yê destûrê û yekalkerê dadperwerane yê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê be, lê di gelek qonaxan de wek beşek ji proseya hevrikiya siyasî derketiye. Siruştî ye ku dadgeh di nav sîstemeke siyasî ya tije kêşe de be, lê dema biryarên dadgehê ji çarçoveya yasayî derdikevin û rengê siyasî digirin, baweriya pêkhateyan bi serbixwebûna desthilata dadwerî dilerize. Ev helwestên nerênî ne tenê kêşeyên navbera Herêm û Navendê aloztir kirine, belku gumana mezin li ser şer'iyeta biryaran û paşeroja federalîzmê li Iraqê de dirust kiriye.
Heke em li paşeroja siyasî ya Iraqê binêrin, wêneyekî nezelal û tije tehedî (asteng) dibînin. Iraq yek ji dewletên herî dewlemend ên cîhanê ye di warê çavkaniyên siruştî û samana bin erd de, lê ev dewlemendî nebûye sedema xweşguzariyê bo hevwelatiyan. Paradoksa mezin li vir e: Welatek xwedî herî zêde saman be, lê di warê birêvebirin û kargêriyê de welatekî "hejar û şikestxwî" be. Gendelî, nebûna dîtineke neteweyî û zalbûna berjewendiya hizbî bi ser berjewendiya giştî de, Iraq gihandiye lîvara metirsiyê. Heke ev kêşeyên rîşeyî (bingehîn) di çarçoveya diyalogeke neteweyî ya rastîn de çareser nebin û rêz li destûr û mafê pêkhateyan neyê girtin, wê demê proseya siyasî ber bi wêranbûna zêdetir hengavan davêje û sal bi sal rewşa welat ber bi xirabtirbûnê ve diçe.
