• Wednesday, 10 June 2026
logo

Dr. Omer Elî Reşîd Şêxbizênî, mamosteyê têkiliyên navneteweyî li Zanîngeha Selahedîn: Hişmendiya navendî di saziyên Bexdayê de astengiyeke sereke ye li pêşiya fêmkirina têgeha federalîzmê

Dr. Omer Elî Reşîd Şêxbizênî, mamosteyê têkiliyên navneteweyî li Zanîngeha Selahedîn: Hişmendiya navendî di saziyên Bexdayê de astengiyeke sereke ye li pêşiya fêmkirina têgeha federalîzmê

Dr. Omer Elî Reşîd Şêxbizênî, mamosteyê têkiliyên navneteweyî li Zanîngeha
Selahedîn: Hişmendiya navendî di saziyên Bexdayê de astengiyeke sereke ye li
pêşiya fêmkirina têgeha federalîzmê

Dîroka siyasî ya Iraqê ji damezrandina dewletê ve di sala 1921ê de heta
sala 2003an, li ser bingeha felsefeyeke navendî ya tund û paşguhxistina
pêkhateyan hatibû avakirin. Her çend piştî hilweşandina rejîma berê û
pesendkirina destûra herdemî di sala 2005an de, Iraq bi fermî bû dewleteke
federal, lê guhertina sîstemê li ser kaxezê nebû sedema guhertina hişmendiya
hikûmranî li Bexdayê. Pirsgirêka herî mezin a îro ya Iraqê, pirsgirêka
"nasnameya sîstemê" ye; rikabiyek e di navbera hişmendiyeke navendî de ku
naxwaze desthilatan dabeş bike, û sîstemeke federal a nû de ku bingeha wê li ser
şeraket û dabeşkirina dadperwerane ya desthilat û serwet û samanê hatibe danîn.

Ji ber vê yekê, hîn jî felsefeya navendîbûnê di saziyên Bexdayê de astengiyeke
sereke ye li pêşiya fêmkirina têgeha federalîzmê. Gelek ji hêzên siyasî yên
serdest li Bexdayê, federalîzmê ne wekî sîstemeke demokratîk ji bo birêvebirina
welatekî firehçeşn, lê wekî gefekê li ser yekparçeyiya welat dibînin.

Her wiha yek ji girîngtirîn pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, nebûna
baweriyê ye. Rêkeftinên siyasî pir caran demkî ne û tenê ji bo derbaskirina
qeyranan tên îmzekirin, ne ji bo çareseriya bingehîn. Bo nimûne, di kabîneya
Mihemed Şiya Sûdanî de, beriya pêkanîna hikûmetê li ser çend xalên girîng wekî
(yasaya neft û gazê, budce, pirsa Pêşmerge û bicîhkirina madeya 140) rêkeftin
hatibû kirin, lê hegemonyaya hêzên Şîe li ser saziyan bûye asteng li pêşiya
bicîhkirina wan.

Ji bo ku diyalog ji civînên demkî veguhere bo saziyeke bawerîpêkirî, pêwîst e
rêkeftin bibin yasayên pabendker û saziyên bêalî çavdêriya bicîhkirina wan
bikin. Bawerî tenê bi gotinên xweş ava nabe, lê bi bicîhanîna sozan û rêzgirtina
li îmzeyan ava dibe.

Pêşêlkariyên destûrî gihîştine astekê ku şayisteyên darayî û mûçeyên karmendên
Herêmê wekî karta fişara siyasî tên bikaranîn. Ev ne tenê pêşêlkirina destûrê
ye, lê metirsiyeke mezin e jî li ser aştiya civakî. Dema saziyên fermî yên wekî
Dadgeha Federal, Perleman û Wezareta Darayî ji bo armancên siyasî û lawazkirina
qewareya Herêma Kurdistanê tên bikaranîn, ev tê wê wateyê ku têgeha
"hemwelatîbûnê" li Iraqê ketiye bin pirsê.

Li gorî destûrê, mafê her Iraqiyekî yeksan di serwet û samana welat de heye, lê
heta niha zêdetirî 55 maddeyên destûrî hatine pêşêlkirin an jî paşguhxistin.
Bikaranîna budceyê wekî çekekê ji bo yekalîkirina nakokiyên siyasî, bingehên
dewletdariyê dirûxîne û dibe sedema dûrketina zêdetir a pêkhateyan ji navendê.

Iraq niha bi dest "nebûna serweriya tam" ve dinalîne. Welat bûye qada
yekalîkirina nakokiyên welatên herêmê, bi taybetî Îran û Tirkiye. Ev her du
hêzên herêmî yên mezin, bi berdewamî bi rêya fişarên leşkerî, moşekbaran, an
jî destwerdana îstixbaratî û siyasî, bandoreke rasterast li ser biryarên siyasî
li Bexdayê dikin.

Ji bilî vê, nakokiya navbera Amerîka û Îsraîlê li aliyekî û Îranê li aliyê din,
Iraq xistiye rewşeke dijwar de. Ev destwerdanên derveyî rêgir in ku Iraqî
bikarin diyalogeke navxweyî ya nîştimanî ya pak pêk bînin. Pir caran biryar li
derveyî sînoran tên girtin û ev jî bûye sedem ku berjewendiyên nîştimanî bibin
qurbana ajandeyên welatên cîran.

Ji bo derbaskirina vê rewşa asêmayî, pêwîst e guhertin di hişmendiya siyasî ya
Bexdayê de çêbibe. Iraq nikare wekî dewleteke navendî berdewam bibe. Tenê rêya
rizgariyê, vegera bo destûrê û bicîhkirina hemû maddeyan e bêyî cudahî. Diyaloga
navbera Hewlêr û Bexdayê pêwîst e ji asta "pirsgirêka mûçe û budceyê" bê
bilindkirin bo asta "şeraket di biryara siyasî û stratejîk de". Şeraketa rastîn
tê wateya rêzgirtina li qewareya Herêma Kurdistanê wekî parçeyekî destûrî û
naskirina mafên wê yên neteweyî û yasayî, ne hewildana ji bo lawazkirina wê.
Tenê bi vê rêyê dikare Iraqeke aram û geşepêdayî bê avakirin ku tê de hemû
pêkhate hest bi aramî û hemwelatîbûnê bikin.

Top