Dr. Hewar Xelîl Nêrweyî, Ragirê Koleja Zanistên Siyasî li Zanîngeha Dihokê: Bikaranîna budceyê wek çekê siyasî, dorpêçeke aborî ye dijî felsefeya şeraket û federalîzmê
Dr. Hewar Xelîl Nêrweyî, Ragirê Koleja Zanistên Siyasî li Zanîngeha Dihokê:
Bikaranîna budceyê wek çekê siyasî, dorpêçeke aborî ye dijî felsefeya şeraket û
federalîzmê.
Kêşeya bingehîn di proseya siyasiya Iraqê ya piştî sala 2003an de, tenê di
hevrikiya ser desthilat û postan de kurt nabe, belku kêşeyeke felsefî û fikrî ye
li dor çemkê «navendîtî» û «nanavendîtî». Tevî ku Iraq li gorî destûra
sala 2005an sîstemeke federalî ji bo xwe hilbijartiye, lê eqliyeta siyasiya
serdest li Bexdayê hîn nekariye ji çerçoveya navendgeriyeke çeqbestî
derkeve. Guhartina vê eqliyetê bi rêya diyalogê bo şeraketeke rastîn, pêdivî bi
guhartineke rîşeyî ya radîkal heye di têgihiştina aliyan de bo çemkê
dewletdariyê.
Ta niha felsefeya federalîzmê di eqliyeta siyasiya vê navçeyê de cihê xwe
negirtiye, ji ber ku hîn amadeyî bo qebûlkirina dabeşkirina desthilatê di arayê
de nîne. Ev jî bo nebûna zemînesaziyeke çandî bo demokrasiyê vedigere. Demokrasî
li Iraq û Rojhilata Navîn de, tenê wek aliyê rûkeş (hilbijartin) hatiye dîtin,
di demekê de ku ew hilbijartin jî piranî caran nebûne rengvedana îradeya rastîn
a gel. Demokrasiyek ku tenê pişt bi «piraniya jimarî» bibestê û mafê pêkhateyan
feda bike, ez navê wê datînim «demokrasiya dîktatorî». Ev cure demokrasiyê ne ku
her seqamgiriyê nayîne, belku dibe amrazek bo jêbirina yên din.
Heke em li destûra Iraqê binêrin, em dibînin ku zêdetirî 50 madeyên destûrî ku
peywendiya wan a rasterast bi felsefeya federalîzmê û mafên destûrî yên Herêma
Kurdistanê re heye, tenê wek murekebe ser kaxezê mane. Ev pekhistina
(astengkirina) bi qest a destûrê, vedigere bo hegemonyaya welatên cîran, ku her
cure serkeftineke ezmûna federalî li Iraqê wek hereşe bo ser ewlehiya neteweyî
ya xwe dibînin. Gelê Kurd ku dîrokeke pir ji azarê wek Enfal û Jinosayd û
Kîmyabaranê heye, tenê bi gerantiya destûrî û şeraketa rastîn dikare di nav
çerçoveya yek dewletê de bimîne. Heke eqliyeta navendîtî berdewam be û maf
werin pêşêlkirin, pêkvejiyana arezûmendane dibe mehal û «jihevveqetîn» wek tenê
bijardeya rewa dimîne.
Di niha de, mezintirîn asteng li pêşiya rêkeftina Hewlêr û Bexdayê, dosyayên
darayî û yasayî ne. Bexda bi eqliyeteke navendgerayane mamela li gel samanên
siruştî dike, di demekê de ku madeyên 111 û 112 yên destûrê bi rûny behsa wê
dikin ku neft û gaz samana hemû gelên Iraqê ne û divê bi hevparî li gel herêman
birêve bibin. Niha Bexda «çekê bijîvî» û fişara darayî wek «dorpêçeke aborî»
dijî hawatiyên Herêmê bikar tîne ji bo ku Herêma Kurdistanê ji rûyê siyasî û
destûrî ve lawaz bike û vegere bo serdema berî federalîzmê.
Ji aliyekî din ve, pertabendî û nebûna yekdengiya siyasî di navxoya Herêma
Kurdistanê de, derfet bo Bexda û welatên navçeyê rexisandiye ku vê dirzê bikar
bînin bo lawazkirina pêgeha Kurd. Ji bo wê, ta ewê dema ku destûr nebe merceeke
dadperwer bo hemûyan û eqliyeta baldestiya mezhebî û neteweyî li Bexdayê
neguhere bo eqliyeta dewleta hawatiyê, Iraq wek dewleteke naseqamgîr dimîne.
Çareseriya rastîn ne di «navendîtî» de ye, belku di dabeşkirina dadperwerane ya
desthilat û saman û rêzgirtin li taybetmendiya neteweyî û siyasiya pêkhateyan de
ye.
