Dr. Ekrem Mîhrad, mamostayê zanîngehê li Silêmaniyê: Eqliyeta siyasî li Bexdayê, tevî guhartina nifşan, hîn di navendgeriyeke çeqbestî de maye.
Dr. Ekrem Mîhrad, mamostayê zanîngehê li Silêmaniyê: Eqliyeta siyasî li Bexdayê,
tevî guhartina nifşan, hîn di navendgeriyeke çeqbestî de maye.
Desthilata siyasî li Iraqê hevçerx de, gava ji nêrîna felsefeya siyasî û
teoriyên dewletî ve şirove bo tê kirin, bi zelalî diçe nav çarçoveya ew
sîstemên giştgîr (totalîter) ku bi «demokrasiya herî kêm» an demokrasiya rûkeş
tên naskirin. Ev modela hikûmremaniyê tenê li ser du rehendên teknîkî hatiye
avakirin ku biritî ne ji: encamdana hilbijartinan bo guhartina desthilatê û
hebûna corek ji pirrengiya siyasî. Lê kêşeya bingehîn ji vir dest pê dike, ji
ber ku demokrasî di felsefeya klasîk û modern de li ser sê stûnên sereke yên din
rawestiyaye ku biritî ne ji: maf, azadî û dadperwerî; ku mixabin di jîngeha
siyasiya Iraqê de ev sê hîman hatine piştguhkirin. Ew eqliyetê ku li Bexdayê
hakim e, çi li cem nifşê kevn ê siyasetmedaran ku piştî 2003an hatine ser kar, û
çi li cem nifşê nû û kurên wan, hîn bîrkirineke merkezî û navendgera li cem wan
biryarder e û nekarîne xwe ji wê mîrasa siyasî rizgar bikin ku her tiştî di
navendê de kom dike.
Heke em li destûra Iraqê binêrin ku di sala 2005an de dengê pê hat dayîn, em
dibînin wek «peymana civakî» an peymaneke nîştimanî ye ku piraniya gelên Iraqê
pesend kiriye. Lê kêşeya mezin ew e ku ev destûr tenê li ser kaxezê maye û di
qada pratîkî de nayê cîbicîkirin. Ev jî nîşana wê ye ku felsefeya hikûmremaniyê
li Iraqê hîn negihîştiye wê astê ku baweriyê bi dabeşkirina desthilatê û
federalîzmê bîne. Bo guhartina vê eqliyeta merkezî ya Bexdayê bo dîtineke
pirrengî û federalî, tenê sê rêyên sereke li pêş in ku zehmet e bêyî wan
guhartina rastîn rû bide: Yekem, hebûna fişareke navdewletî ya kargêr, bi
taybetî ji aliyê Amerîka û welatên Ewropayê ve, ji ber ku ew welat bixwe xwedî
ezmûna federalî ne û dizanin bêyî cîbicîkirina wê sîstemê seqamgirî nayê holê.
Rêya duyem jî peywendîdar e bi hêza navxweyî ya Kurd ve; heke Kurd di navxwaya
xwe de yekgirtî bibe û xwedî yek gotar û yek hêza nîştimanî be, dikare Bexdayê
neçar bike ku mafên destûrî û federalîzmê cîbicî bike. Rêya sêyem jî ew e ku
aliyên Ereb bixwe di navxwaya xwe de tûşî kêşeyên kûr bibin, wek tiştê di
navbera Şîe û Sunne de an di navbera parêzgehan de rû dide, ku wan neçar bike bo
parastina berjewendiyên xwe penayê bo dabeşkirina desthilatê û federalîzma
herêman bibin.
Ji aliyekî din ve, Iraq di niha de wek welatekî xwedî serweriya kêm (natewam)
derdikeve, ji ber ku biryara siyasî, ewlehî û serbazî di bin hegemonyaya tund a
derveyî de ye, ku kariyereke (bandoreke) reha bi ser cumgeyên hestiyar ên
desthilatê li Bexdayê de heye. Û diyar e welatên cîran di berjewendiya wan de
nîne Iraq bibe dewleteke federalî û demokratîk a rastîn. Her wiha welatên Erebî
jî bi heman şêweyî naxwazin ezmûna federalî li Iraqê de serkeftî bibe, ji ber ku
metirsiya wan heye ev ezmûn kar bike ser navxwaya welatên wan bixwe.
Ji bilî vê hegemonyaya siyasî û ewlehî, Iraq ji rûyê darayî û aborî ve barmeteya
(dîlê) destê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye, ji ber ku dahata nefta wê di
bankên Amerîkayê de ye. Ev rewş Iraq kiriye welatekî «barmete» ku nikare bi
serbexweyî biryarê li ser çarenivîsa xwe bide. Ji bo wê, ew hikûmetên ku li
Bexdayê pêk tên, tenê erka wan dabeşkirina post û destkeftan e di navbera aliyên
bi hêz û milîsan û êlan de, ne ku xizmetkirina hawatiyan (hemwelatiyan) û
çespandina dadperweriyê.
Sebaret bi pêgeha Kurd di vê hawêkêşeyê de, em li beranberî diyardeyekê ne ku em
dikarin navê wê bikin «dûalîzma neteweya bêdewlet», ku tê de neteweya Kurd di
navbera du arasteyên dijber de dabeş bûye: Arasteyek ku dixwaze qewareya Herêma
Kurdistanê biparêze û wek fişarekê beranberî Bexdayê bikar bîne bo bidestxistina
serbexweyiyê an federalîzmeke rastîn; û arasteyeke din ku hemû hêkên xwe xistiye
selika Bexdayê ve û amade ye qewareya Herêmê jî bike qurbanî bo razîbûna
navendê. Ev dabeşbûn bûye sedem ku Kurd di «sêgoşeya nayeksan» de asê bibe, ku
aliyekî biryara Kurd e, aliyekî din welatên herêmî ne û aliyê sêyem jî barûdoxa
navdewletî ye; ku ta niha ev sêgoşe di berjewendiya mafên rewa yên Kurd de
neşkiriye (negeriyaye), bi taybetî piştî ezmûna Referandumê ku tê de derket
civaka navdewletî û welatên navçeyê çawa dijî her liv û tevgerê disekinin ku
yekparçeyiya Iraqê bixe metirsiyê, her çend ew yekparçeyî tenê li ser kaxezê be
û di naverokê de welat parçe parçe be.
Ji nêrîna felsefeya siyasî ve, «peymana civakî» bingeha hemû demokrasiyekê ye.
Li Iraqê tu deqeke me ya baştir ji destûrê nîne ku em bikarin wek peymaneke
nîştimanî piştê pê girê bidin. Ji ber wê jî, veger bo destûrê û
cîbicîkirina madeyên wê, bi taybetî madeya 140 û madeyên peywendîdar bi darayî
û Pêşmerge ve, tenê rê ye bo rizgarbûn ji vê çeqbestûyiyê. Lê kêşe ew e ku ne
aliyê Erebî cidî ye di cîbicîkirina wê de, û ne nûnerên Kurd jî li Bexda û
Hewlêrê karîne wek pêwîst bergîriyê li wan mafên destûrî bikin. Ev jî bûye
sedem ku biryara siyasiya Kurd lawaz bibe. Siyaset di bingeh de hunera guftûgo û
rûniştinê ye bo gihîştin bi rêkeftinê, lê guftûgoyek encama wê dibe ku
pişt-estûr be bi hêzê, ji ber ku di felsefeya siyasî de maf bêyî hêzê nayê
parastin. Kurd ta ewê dema nebe xwedî hêzeke yekgirtî ya nîştimanî, nikare
mercên xwe bi ser Bexdayê de ferz bike.
Li vir divê em amaje bi wê jî bikin ku nebûna baweriyê di navbera Hewlêr û
Bexdayê de tenê encam e ne ku hoker (sedem). Hokera sereke bo wê eqliyetê
vedigere ku dewletê wek xenîmet û destkefta neteweyekê an mezhebekî diyarikrawe
dibîne. Her wiha ta ewê dema ku felsefeya desthilatê li Iraqê li ser bingehê
«serkeftî û şikestxwarî» be, tu core demokrasiyek nikare maf û azadiyan
biparêze. Ji bo wê, erka ronakbîran û siyasetmedaran e ku kar li ser guhartina
vê dîtina çeqbestî bikin û fişarê bixin ser civaka navdewletî bo ku Iraq ji
welatekî «barmete» bibe dewleteke serbexwe û xwedî biryar, ku tê de destûr
serwer be û mafê hemûyan bêyî cudahî parastî be. Ev jî tenê rê ye bo rêgirtin li
dubarebûna karesatên dîrokî û dabînkirina jiyaneke şayiste bo nifşên dahatû li
Iraq û Kurdistanê de.
