• Friday, 08 May 2026
logo

Îmad Teha Mizûrî, endamê Bazneya Guftûgoyê: Cîhan ketiye nava şerekî giran ê enerjî û bazirganiyê û bilindkirina bêwêne ya bacên gumrikê.

Îmad Teha Mizûrî, endamê Bazneya Guftûgoyê: Cîhan ketiye nava şerekî giran ê enerjî û bazirganiyê û bilindkirina bêwêne ya bacên gumrikê.

Îmad Teha, endamê Bazneya Gotûbêjê û endamê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina
Partiya Demokrat a Kurdistanê ye. Di gotûbêja vê carê ya «Bazneya Gotûbêjê» de
(Girîngiya enerjiyê di ji nû ve darêtina stratejiya hevkêşeyên siyasî de li
navçeyê), nêrîn û dîtinên xwe bi vî rengî anîn ziman:

Êrîşa Rûsyayê ser Ukraynayê di sibata 2022an de, werçerxaneke dîrokî bû ku bi
rêya çêkirina krîza enerjiyê, hemû hevkêşeyên siyasî û aborî yên cîhanê
guherînên mezin tê de çêbûn. Piştî wê jî bi destbikarbûna dubare ya Donald
Trump wek serokê Amerîkayê di destpêka sala 2025an de, ew pergala lîberal a
navneteweyî ya ku Waşîngtonê ji bo heşt dehsalan rêberiya wê dikir, ber bi
hilweşîna yekcarî ve çû. Di nav vê nezmê nû de ku jilêwê (kontrol) wê li cem
Trump e û nexşeya wê ji şerê Ukraynayê serçavî girtiye, cîhan ketiye nav şerekî
giran ê enerjî û bazirganiyê û bilindkirina bêwêne ya bacên gumrikê.

Li ser asta navxweyî, Trump dirûşma "Bikolin hevalno, bikolin – Drill baby,
drill" peyrew kir ji bo zêdekirina berhemanîna enerjiyê. Li ser asta derve jî,
ji bo destdanîna ser petrola Venezuelayê, serokê wî welatî ji "Karakas"ê ve
rakêşî dadgehên New Yorkê kir. Hemwext, di civîna lûtkeya "Şerm El-Şêx" de di
dawiya sala 2025an de, bi eşkereyî ji serokwezîrê Iraqê re ragihand: "Iraq xwedî
dewlemendiyeke bêhejmar a petrol û gazê ye, lê mêtoda birêvebirina wan şaş e."

Ji aliyekî din ve, di wî şerê ku Amerîka li dijî Îranê daye destpêkirin, her
çend dirûşma sereke bernameya atomî ya Tehranê be jî, lê di rastiyê de hevrikî
li ser Tengava Hurmizê ye. Piştî ku hinardekirina %20ê enerjiyê ya cîhanê di wê
tengavê de rûbirûyê astengiyan bû, Trump daxwaz ji dewletên NATOyê kir ku alîkar
bin di vekirina wê rêrewa stratejîk de ji bo çareserkirina krîza enerjiyê.

Di nav vê hevkêşeya aloz û mijdar de, navçeya Rojhilata Navîn bi giştî û Iraq bi
taybetî, di rewşeke gelekî hesas de ne. Iraq ji aliyekî ve bûye beşek ji wî şerê
herêmî yê ku navçeyê girtiye, ji aliyê din ve jî ji ber aloziyên Tengava Hurmizê
proseya hinardekirina petrola wê pekyaye (rawestiyaye). Metirsiya mezintir ew e
ku zeviyên petrol û gazê bûne armanca mûşek û dronan, ev jî asta berhemanîna
enerjiyê bo nizmtirîn ast daxistiye û paşeroja aborî ya navçeyê xistiye ber
nependiyeke (nediyariyeke) metirsîdar.

Iraq wek yek ji dewlemendtirîn welatên cîhanê di warê yedeka petrol û gazê de tê
naskirin, lê dîrokeke dirêj ji siyaseta çewt a hikûmetên yek li pey yek ên vê
welatî, her tim rêgir bûye ku ev serweta xwezayî bibe sedema xweşguzarî û
geşepêdanê bo gelê wê. Tewra piştî rûxandina rejîma Baas di sala 2003an de,
Iraqa nû jî nekarî wê arasteya şaş rast bike. Heya niha jî aqiliyeteke navendger
a konesperest (reaksiyonîst) rêgir e ku yasayeke modern a federal bo petrol û
gazê di parlementoya Iraqê de derbikeve, ku bikaribe vê samanê bi dîtineke
serdemiyane bo xizmeta giştî bi kar bîne.

Di vê navberê de, Herêma Kurdistanê wek qewareyeke destûrî, hewl da bi
piştrastbûn bi wan maddeya yasayî yên di destûra Iraqê de hatine çespandin,
rêrewa vê hukmraniya aborî rast bike. Herêm bi darêtina yasaya samanên xwezayî
û pesendkirina wê ji aliyê parlementoya Kurdistanê ve, dergeh ji bo kompanyayên
navneteweyî yên mezin vekir. Ev hengav bû sedema rakêşana weberhênana biyanî û
avakirina jêrxaneke mezin bo kerta enerjiyê li Herêmê. Lê hikûmeta federal li
Bexdayê, li şûna piştgiriya vê ezmûna serkeftî, zincîreyek cezayên aborî li dijî
Herêmê girtin ber; ji birîna bûdce û mûçeyê xelkê heta serîlêdana dadgeha
federal bi mebesta redkirina yasaya samanên xwezayî yên Herêmê.

Ev alozî gihîştin lûtkeyê dema ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo
derve bi temamî hat rawestandin. Ev yek bû sedem ku kompanyayên mezin ên
berhemhênerên petrolê rasterast bikevin nav cerga hevrikiyên siyasî yên navbera
Hewlêr û Bexdayê. Di encamê de, piştî derbasbûna zêdetirî du salan li ser vê
çeqbestûyiyê (rawestanê), Hewlêr û Bexda û kompanyayên biyanî gihîştin wê
baweriyê ku berjewendiya hevbeş pêdivî bi lihevkirinê heye. Derencama vê
têgihiştinê jî îmzekirina peymanekê bû bo hinardekirina dubare ya petrola
Herêmê di rêya boriyên Tirkiyeyê de û firotina wê ji aliyê kompanyaya nîştimanî
ya «SOMO»yê ve, ku ev dikare bibe werçerxaneke girîng bo seqamgiriya aborî ya
navçeyê.

Kurtebînî û nebûna dîtineke stratejîk li cem desthilatdarên niha yên Iraqê, di
dema helbûna şerê navbera Amerîka û Îranê de bi eşkereyî derket holê. Bi taybetî
dema ku hikûmeta federal ji ber aloziyên serbazî şiyana hinardekirina petrolê di
rêya benderên avî yên başûr de nema û tûşî şokeke mezin a aborî bû. Ev bendbest
(tengasî) bû sedem ku Bexda neçar bibe serî li Herêma Kurdistanê bide û daxwaz
bike ku petrola Kerkûkê di rêya boriyên Herêmê re ber bi bazarên cîhanê ve
bişîne. Ev yek careke din girîngiya pêgeha stratejîk a Herêma Kurdistanê di
hevkêşeya enerjiyê de selmand.

Di niha de ku Iraq li ber qonaxa pêkanîna kabîneyeke nû ya hikûmetê ye, erkeke
dîrokî dikeve ser milê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) da ku di
danûstandinên xwe de ligel «Çarçoveya Koordînasyona Şîe», dosyeya petrol û
gazê bike ewilîyeta karên xwe û wek mercekî bingehîn bo beşdarîkirin di
hikûmetê de deyne. Divê bi eşkereyî ji aliyên siyasî yên Iraqê re were gotin
ku eger welat bixwaze wek dewletek xwedî giranî di nav siyaseta navneteweyî de
bimîne, ti rêyeke din li pêşiya wê nîne ji bilî rastkirina awayê serederîkirina
bi dosyeya enerjiyê re û ji nû ve birêkxistina vê sêktora hesas, bi cureyekê ku
dûr be ji mîzaca siyasî û di xizmeta geşepêdana giştî de be.

Top