• Thursday, 07 May 2026
logo

Washington û Tehran nêzîk bûne ku li ser protokoleke lihevtêgihiştinê ya 14 xalan lihev bikin

Washington û Tehran nêzîk bûne ku li ser protokoleke lihevtêgihiştinê ya 14 xalan lihev bikin

Malpera "Axios" a Amerîkî ragihand, Koşka Spî û Tehran nêzîkî îmzekirina "yadîştnameyeke lihevkirinê" ya 14 xalî ne, ku armanca wê, bidawîkirina rageşiya li navçeyê û rakirina dorpêçan e.

Malpera "Axios" li ser zarê çend berpirsên pilebilind ên Amerîkayê îro 6ê Gulanê aşkere kir, Koşka Spî zêdetirî her demî nêzîkî gihîştina lihevkirinekê ye ligel Îranê. Yadîştnameya yek rûpelî ye û wekî nexşerêya qonaxeke nû ya dîplomasiyê hatiye amadekirin.

Naveroka peymanê: 14 xalên stratejîk

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, ev lihevkirin ji 14 xalên sereke pêk tê ku xalên herî girîng ev in:

- Hewldana ji bo bidawîkirina şer û aloziyên li Rojhilata Navîn.

- Serbestberdana saman û darayiyên Îranê yên li dervayî welat ku hatibûn blokekirin.

- Rakirina dorpêça aborî ya li ser benderên Îranê di nav 30 rojan de.

- Rêkeftin li ser misogerkirina çûnûhatina keştiyan li Tengava Hurmizê.

Daxwaza Amerîka û bersiva Îranê

Mercê sereke yê Washingtonê di vê peymanê de ew e ku divê Îran bi ti awayî nebe xwedî çeka atomî. Di bersiva vê de, Tehranê razîbûna xwe nîşan daye ku uraniuma xwe ya dewlemendkirî (pîtandî) ji bo dervayî welat were veguhestin.

Bihayê petrolê %7 daket

Hema piştî belavbûna nûçeya nêzîkbûna her du aliyan, li bazarên cîhanî bihayê petrolê bi rêjeya %7 daket. Lê belê Amerîkayê hişyariyeke tund jî da Îranê û destnîşan kir, heke danûstandin biser nekevin, ew ê êrîşên leşkerî yên li dijî Îranê careke din bidin destpêkirin.

48 saet dem hat dayin

Washington niha di nav 48 saetan de li benda bersiva dawî ya Tehranê ye. Tê çaverêkirin ku gera nû ya danûstandinan li paytexta Pakistanê, Îslamabadê, yan jî li bajarê Cenevê yê Swîsreyê were lidarxistin.

Her çend e heta niha ti peymaneke fermî nehatiye îmzekirin jî, çavkaniyên dîplomatîk tekez dikin ku her du alî gihîştine qonaxeke gelekî pêşkeftî û çareserî nêzîk e.

 

 

 

Basnews

Top