• Thursday, 07 May 2026
logo

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîrê Belçîkayê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîrê Belçîkayê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

 Îro Pêncşemê 07.05.2026an, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peywendiyeke telefonî de li gel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Belçîkayê Jan Jambon, pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Qraliyeta Belçîkayê û guhartinên dawî yên rewşa Iraq û navçeyê nirxandin.


Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya piştgiriya Belçîka û welatên Ewropayê kir, bi taybetî ji bo alîkariyên wan ên ji bo Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna gef û metirsiyên terorîstên DAIŞê de.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Belçîkayê piştgiriya welatê xwe ji bo parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê nîşan da.

Her di vê peywendiyê de, her du alî li ser giringiya parastina aştî û aramiya navçeyê heman nêrînê de bûna xwe ragehandin.

 

Basnews

Top