Frakisyona PDKê li Bexdayê biryar da vegere ser kar û çalakiyên xwe li Parlamentoya Iraqê
Frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê îro 06.05.2026, ragihand, ku wan biryar daye vegerin nav kar û çalakiyên xwe li parlamentoyê û ragehandin: "Vegera me ji ber berpirsyariya yasayî û nîştimanî ye, daku di hundirê hola parlamentoyê de ji nêzîk ve çavdêriya bicîhkirina wan rêkeftin û lêktêgihiştinan bikin ku taybet in bi dabînkirina mafên destûrî, yasayî û darayî."
Di daxuyaniyeke fermî de, Frakisyona PDKê diyar kir: "Li ser bingeha wê baweriya nîştimanî ya ku gelê me daye me, wek Frakisyona PDKê em her dem di piroseyên yasadanîn û çavdêriyê de amade bûn û helwestên me yên siyasî her dem ji bo parastina mafên destûrî yên hemû welatiyên Iraqê û di nav wan de mafên rewa yên gelê Kurdistanê amûrek bûne. Herwiha me ji bo tekûzkirina bingehên hevbeşiya rastîn di birêvebirina dewletê de kar kiriye."
Frakisyona PDKê herwiha bal kişand ser pêşkeftinên dawî û ragehand: "Piştî peydabûna lêktêgihiştineke erênî di navbera hêzên siyasî de, bi taybetî piştî serdana Serokwezîrê raspardî û şanda bilind a Çarçoveya Hemahengiyê bo Herêma Kurdistanê û gotûbêjên wan ligel berpirsên siyasî ya Partiya me, herwiha serdana şanda PDKê bo Bexdayê ji bo gihîştina bi çareseriyeke bingehîn, frakisyona me biryar da vegere nav kar û çalakiyên xwe yên parlamentoyê."
Di daxuyaniyê de hate ronîkirin ku ev veger ji ber hesta berpirsyariya nîştimanî ye, daku li parlamentoyê bi hûrbînî şopandina cîbicîkirina wan rêkeftinên ku ji bo dabînkirina mafên destûrî û darayî hatine kirin, were kirin. Frakisyona PDKê tekezî li ser wê yekê jî kir ku ew ê her dem di eniya pêşîn a parastina mafên rewa yên gelê Kurdistanê û welatiyên Iraqê de bin.
Basnews
