Elî Teter: Pîşesaziya xorak li Dihokê bi dehan hezar derfetên kar diafirîne
Parêzgarê Dihokê hûrgiliyên nû li ser projeya stratejîk a pîşesaziya xorak a li parêzgehê eşkere kirin û ragihand ku ew proje di qonaxeke girîng de ye û dê bibe navendeke mezin a aborî li deverê.
Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro (Çarşem, 06ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: "Di sala 2020ê de û di dema belavbûna vîrûsa Koronayê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê avakirina vê projeya stratejîk dana.”
Parêzgarê Dihokê herwesa ragihand: “Armanc ji vê projeyê ew e ku pîşesaziya xorak di yek cih û rûberê guncayî de kom bike, bi awayekî ku hemî pîverên tenduristiyê tê de li ber çav hatine wergirtin."
Elî Teter li ser stratejiya projeyê jî got: “Hemî xizmetkariyên bingehîn ên wekî cade, av û elektrîkê ji bo cihê wê projeyê hatine dabînkirin.” Zelal jî kir: “Ew proje ji du parên sereke pêk tê: Para yekê girêdayî embarkirina madeyên xorakî û para duyê jî ji bo damezirandina kargehên cuda cuda ên pîşesaziya xorak hatiye terxankirin.”
Navbirî her di wê daxuyaniya de tekez jî kir ku niha daxwaz û pêşwaziyeke mezin ji aliyê veberhêneran û xwediyên karan ve heye, ji bo kirîna erdê û danana embar û kargehan li wê deverê.
Parêzgarê Dihokê herwesa bal kişand ser girîngiya aborî ya wê projeyê ji bo derfetên kar û got: "Bêyî zêdehî, ez dikarim bibêjim dema ku ev proje bi temamî kar dike, dê bi dehan hezar derfetên kar ji bo welatiyan biafirîne û dê ji bo kertê pîşesazî û xorakê li Herêma Kurdistanê jî bibe piştgiriyeke mezin."
Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke taybet dide cihêrengkirina çavkaniyên dahatê û piştgirîkirina kertên pîşesazî û çandiniyê. Projeya pîşesaziya xorak a li Dihokê jî parek ji wan bizavan e, ku ji bo kêmkirina girêdana bi derve re û zêdekirina derfetên kar ji bo ciwan û xebatkarên deverê hatiye amadekirin.
K24
