• Thursday, 07 May 2026
logo

Makron: Me dê ligel Brîtanyayê li Tengava Hurmizê erke hevpar hebe

Makron: Me dê ligel Brîtanyayê li Tengava Hurmizê erke hevpar hebe

 Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di peywendiyeke telefonî de ligel Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan daxwaz kir ku yekser dorpêça li ser Tengava Hurmizê bê rakirin û ragihand ku welatê wî û Brîtanya dê erkekî navneteweyî ji bo parastina deryavaniyê pêk bînin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro (Çarşem, 06ê Gulana 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X”ê eşkere kir ku danûstandineke cidî ligel Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan kiriye.

Macron nîgeraniya xwe ya zêde li hember berbelavbûna aloziyan nîşan da û bi tundî ew êriş şermezar kirin ên ku li ser jêrxaneya sivîl a Îmaratê û keştiyên bazirganiyê hatine kirin.

Serokkomarê Fransayê tekez jî kir ku divê hemî alî bêyî paşxistin û bêyî ti şertekî dorpêçên li ser Tengava Hurmizê rakin. Herwesa got: "Divê em bi awayekî berdewam vegerin ser wê sîstema ku berî şer hebû, ku tê de azadiya temam ji bo hatin û çûna deryavaniyê hebû."

Macron eşkere jî kir ku Fransa û Brîtanyayê erkekî leşkerî yê piralî rêk xistiye, bi armanca vegerandina baweriyê ji bo kompaniyên deryavanî û bîmeyê. Amaje bi wê yekê jî da ku binecihkirina keştiya balafirhilgira "Charles de Gaulle"ê li deverê dê di çarçoveya vî erkî de be. Macron tekez jî kir ku ev hêz dê ji aliyên şerker cuda be û erkê wê tenê parastina hatin û çûna azad e.

Macron di pareke din a peyama xwe de got ku wî daxwaz ji Serokê Îranê kiriye ku vê derfetê ji bo aramkirina rewşê bi kar bîne. Herwesa ragihand ku bi merema nîqaşkirina vê mijarê, ew dê ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump bicive an jî peywendiyê pê re bike.

Macron li wê baweriyê ye ku arambûna rewşa Tengava Hurmizê dê ji bo pêşveçûna danûstandinên atomî û mûşekî alîkar be. Herwesa got: "Ewropayî rakirina cezayên li ser Îranê bi helwesta wan ve girêdayî ye yên ku dê rola xwe ya çalak di vê pêvajoyê de bilîzin."

 

K24

Top