• Thursday, 07 May 2026
logo

Dr. Rêbîn Semed Ebdullah, pisporê nexşesaziya kêlgeyên neftê û jîngehê: Gava hêzên mezin nexşeya siyasî ya herêmê kêşan, tenê berjewendiyên neftê pîvera diyarkirina sînoran bû, ne mafê neteweyan.

Dr. Rêbîn Semed Ebdullah, pisporê nexşesaziya kêlgeyên neftê û jîngehê: Gava hêzên mezin nexşeya siyasî ya herêmê kêşan, tenê berjewendiyên neftê pîvera diyarkirina sînoran bû, ne mafê neteweyan.

 

Dr. Rêbîn Semed Ebdullah, pisporê nexşesaziya kêlgeyên neftê û jîngehê: Gava
hêzên mezin nexşeya siyasî ya herêmê kêşan, tenê berjewendiyên neftê pîvera
diyarkirina sînoran bû, ne mafê neteweyan.

 

Dr. Rêbîn Semed Ebdullah, serokê beşa endezyariya rûpîvanê ye li Koleja
Teknolojî ya Zanîngeha Polîteknîkî ya Hewlêrê û pispor e di nexşesaziya
kêlgeyên neftê û jîngehê de. Wî gelek lêkolînên zanistî li ser rûpîvana
kêlgeyên neftê û jîngeha Herêma Kurdistanê encam dane. Di gotûbêja vê carê ya
«Bazneya Gotûbêjê» de (bi sernavê: Girîngiya enerjiyê di daxistina hevkêşeyên
siyasî yên herêmê de), ji xeynî ku bi şêوەyekî akademîk behsa girîngiya neft û
gazê di diyarkirina siyaseta navdewletî de kir, di heman demê de beşek ji
axaftina xwe ji bo metrsiyên jîngehê veqetand û bi vî rengî dîtin û pêşniyarên
xwe pêşkêş kirin:

Gava em behsa girîngî û pêgeha stratejîk a neftê dikin, bi taybetî di
erdnîgariya Rojhilata Navîn de, pêwîst e em vegerin ser dîroka dîtina vê
samanê. Li dawiya serdema Osmaniyan de, komek gerok û jeologên biyanî «wek Paul
Glaskow û hevalên wî» berê xwe dan vê herêmê. Piştî lêkolînan ji wan re derket
ku ev ax li ser deryayeke mezin a enerjiyê razaye. Ji ber vê yekê gava hêzên
mezin nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn kêşan, bingeha sereke ya karê wan tenê
parastina berjewendiyên neftê bû. Di vê pêvajoyê de tu girîngî nedan mafê
neteweyan, demokrasî û sînorên mirovî; belku tenê kêlgeyên neftê bûn pîvera
diyarkirina sînoran ji bo parastina berjewendiyên wan.

Ji bo îsbatkirina vê rastiyê, em behsa çawaniya damezrandina dewleta Iraqê û
lîkandina (girêdana) wîlayeta Mûsilê dikin. Her wiha em dikarin amaje bi
rûdawên sala 1958an û hatina ser desthilatê ya Ebdulkerîm Qasim li Iraqê
bikin. Wê çaxê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi eşkereyî gotibû: «Sipas ji Xwedê
re, deryayek xwîn herikî, lê dilopek neft badilhewa (zaye) nebû». Ev gotin
derbirîneke kûr e ji cewherê siyaseta dewletên zilhêz ku tê de mirov û biha
(qîmet) tu nirxê wan nîn e li hember bermîleke neftê.

Hinek kes pê we ne ku serdema neftê ber bi dawiyê ve diçe, lê rastiya tal ew e
ku heta niha baştirîn cîgir ji bo neftê, her bi xwe neft e. Heger tenê ji bo 48
saetan hinardekirina neftê li bazarên cîhanê bisekine, mirovahî rasterast
vedigere serdema kevirî. Pîşesaziyên giran, laboratuwar û piraniya berhemên
teknolojîk heta niha cîgirekî rasteqîn ji bo neftê nînin.

Îro em dibînin ku ji ber aloziyên Tengava Hurmizê û egera dirêjbûna girtina
tengavê, cîhan ji bo neft û enerjiyê ketiye lerzê. Amerîka û hevalbendên wê di
tirske mezin de ne ji ber egera çêbûna enflasyoneke mezin di bazarê de û
paşveçûna geşeya aborî, çimkî baş dizanin heger ev rewş dirêj bike, heta
depoyên Amerîka, Çîn û Japonya jî, ku bi qasî 600 heta 850 milyon bermîl neft tê
de ne, nikarin ji bo demeke dirêj li ber xwe bidin. Heger girtina Tengava
Hurmizê çend mehan bidome, dibe ku nirxê neftê bigihîje ser 300 dolarî jî. Ev
yek îsbat dike ku hîn jî neft şadewara sereke ya jiyana aborî û pîşesaziya
cîhanê ye û Rojhilata Navîn jî wek dilê zindî yê vê cîhanê dimîne.

Heger em bi zimanê amar û datayan behsa girîngiya stratejîk a Rojhilata Navîn
bikin, em dibînin tenê li vê herêmê 33,555 bîrên neftê û 872 kêlgeyên dewlemend
bi neftê hene û rojane bi qasî 26 heta 28 milyon bermîl neft ji vê erdnîgariyê
ber bi bazarên cîhanê ve tê şandin. Li gorî raporên cîhanî, yedega neftê ya vê
herêmê ku şiyana bazarkirinê hebe, digihîje 898 milyar bermîl. Ev samaneke
xeyalî ye ku ji xeynî gaza xwezayî û keresteyên din, wusa kiriye ku hevrikiya
dewletan û heta hewlên Îsraîlê ji bo ji nû ve daxistina sînoran, tenê ji bo
dabeşkirin û qurnaxkirina (tekelkirina) enerjiyê be.

Di dîrokê de kêşana xeta boriyên «Banyas» û «Heyfa» ber bi Deryaya Spî (Navîn)
ve, yek bi daxwaza Fransayê û ya din bi daxwaza Brîtanyayê bû, ku nîşana
destwerdana zilhêzan e. Ewropa piştî wêrankariyên Şerê Cîhanê yê Duyem,
binesaziya xwe bi nefta Kerkûk û Iraqê ava kir, di demekê de ku ji bo her
bermîlekê tenê çar şîlîn (ku her şîlînek 300 fils bû) didan Iraqê. Li gorî
«Peymana Xeta Sor - Red Line Agreement», Brîtaniyan girêbesteke 75 salî bi ser
Iraqê de sepandin. Wan wusa texmîn kiribû ku piştî 50 heta 60 salî nefta Iraqê
dê biqede û welatekî bê saman li pey xwe bihêlin, lê rastî berevajî derketin.

Lûtkeya vê hevrikiyê di sala 1963an de diyar bû, gava di 7ê Sibatê de Dezgeha
Hewalgiriya Amerîkayê «CIA» hişyariyeke tund da «Ebdulkerîm Qasim» ku nabe
«Kompanyaya Nefta Niştimanî ya Iraqê» damezrîne. Lê gava Qasim tehedaya wan kir
û di heman rojê de damezirandina kompanyayê ragihand, tenê piştî 24 saetan û
di 8ê Sibatê de derbeya leşkerî (kûdeta) li dijî wî hate kirin. Ev rûdaw îsbat
dike ku guhertinên siyasî li vê herêmê tu peywendiya wan bi bloka Rojhilat û
Sovyetê ve tune bû, belku tenê parastina berjewendiyên kompanyayên neftê motora
sereke ya kûdeta û şeran bû.

Birêvebirina kerta neft û gazê li Iraqê bi taybetî û li herêma Rojhilata Navîn
bi giştî, zêdetir ji wêya ku pirsekî navxweyî û niştimanî be, peywendiyekî tund
û rasterast bi hevkêşe û berjewendiyên derve ve heye. Yek ji mezintirîn û
kujertirîn xeletiyên me yên stratejîk di vê warî de, nebûna destpêşxeriyê ye ji
bo parastina vê samana niştimanî bi dîtineke yasayî, zanistî û kargêrî. Li vir
pêwîst e bi kamilê rêzê amaje bi wê bikin ku her çend Wezareta Samanên Xwezayî
berhema xebat û qurbaniyên vê gelî ye, lê piştguhkirina navendên akademîk û
pisporên zanîngehê di pêvajoya daxistina siyaseta enerjiyê de, valahiyeke mezin
dirust kiriye ku divê di zûtirîn dem de were dagirtin.

Wek mamosteyekî zanîngehê û wek beşek ji nuxbeya rewşenbîr a vê civakê, mafê me
ye em bipirsin: Gelo welatiyê asayî, bi wan kesên ku ne mûçexwer in jî, çi
feydeyekî konkrêt ji vê hemû samanê ditiye? Bersiva wê tenê dabînkirina mûçe ye.
Baş e, ji bo wan welatiyên ku mûçeya wan nîn e çi? Her wiha dabînkirina gazê ji
bo welatiyan bi pirsgirêk dibe û welatî neçar dibe li pey loriyeke gazê bibeze;
bi rastî ev nîşana kêmasiya kargêrî û xemsariyê ye.

Em divê bi wêrekî tiliya xwe deynin ser birînên xwe. Me tenê siyaseta
hinardekirin û firotina neftê girtiye ber xwe. Her wiha cihê daxeke kûr e ku di
navbera zêdetirî 14 salên hinardekirina berdewam a neftê de, me hîn nekarî ye
kompanyayeke niştimanî ya wusa ava bikin ku ezmûna kompanyayên biyanî veguhêze
bo kadroyên me yên navxweyî, wek damezirandina kompanyayên neftî, parzûngeh û
petrokîmyayî yên niştimanî, ji bo parastina ewlehiya enerjî û aboriya me. Di
demekê de ku kompanyayên biyanî zêdetirî ji sedî pêncî qezancan dibin, em hîn di
warê teknîkî û îdarî de paşkok in (tabî ne). Hikûmetdariya serkeftî tenê bi rêya
îmzakirina kaxiz û biryarên kesî di wezaretan de nayê birêvebirin, çimkî kes û
berpirs diguherin û tên û diçin, lê ya ku dimîne saziyên niştimanî û
stratejiyeke demdirêj e ku nifşên paşerojê sûdê jê wergrin.

Li gel girîngiya aborî ya kerta enerjiyê, pêwîst e sîstemeke kamil ji bo
dokûmentkirin û komkirina datayên hûr were avakirin. Pêwîst e saziyên hikûmî bi
raporên zanistî û nirxandina hûr (Assessment) bi pirsa neftê re mijûl bibin, ne
ku tenê li ser bingeha agahiyên nezelal û mijdar kar bikin. Samana xwezayî
pirsek e ku rasterast peywendiya wê bi jiyan û debara her takekesekî welatiyên
Iraq û Herêma Kurdistanê ve heye, lewma şefafiyet di vê warî de ne tenê pêdivî
ye, belku mafekî bingehîn e.

Heger em ji perspektîfa destûrî ve li mijarê binêrin, maddeyên 111 û 112 yên
Destûra Iraqê bi eşkereyî dibêjin: «Neft û gaz milkê hemû gelên Iraqê ye». Bi
heman mantiqî, neft û gaza Herêma Kurdistanê jî milkê giştî yê xelkê herêmê ye û
bi tu şêوەyekî milkê tu hizb, alî yan kesekî siyasî nîn e. Li vir pirsiyara
cewherî ev e: Çima heta niha destûrek yan yasayeke serdemiyane nîn e ku
parastina para xelkê amme û feqîr ji vê samanê bike? Nebûna çarçoveyeke yasayî
ya qahîm, rê ji bo xerab bikaranîna desthilat û samana giştî xweş kiriye.

Aliyekî din ê piştguhkirî ku pir metrsîdar e, pirsa jîngehê ye. Jîngeh stûna
sereke ya geşepêdana her welatekî ye, lê li cem me tişta dawî ye ku bîra lê tê
kirin. Yek ji rêyên himecor-kirina pîşesaziyê û kêmkirina girêdayîbûna bi neftê
ve, girîngîdan e bi jîngehê û çavkaniyên avê. Dîroka tal a Herêma Kurdistanê
nîşanî me dide ku ji sala 1958an heta 2003an, bi mebest û bi biryara siyasî,
rêgirî li çêkirina bendavan hatiye kirin. Ev ji bo wê bû ku binesaziya
çandiniyê ya gundan hilweşînin û xelkê neçar bikin ku koçî bajaran û
«komelgeyên zoredest» bikin. Ev siyaset tenê ji bo têkdana demografyayê ne bû,
belku ji bo kuştina ruhê hilberînê bû di gundan de.

Amar karesatbar in. Di sala 1957an de rêjeya bajarnîşîniyê di parêzgeha Hewlêrê
de tenê 24% bû, lê di sala 2025an de ev rêje gihîşt 87%. Ev qelebalixa xeniqîner
a bajaran û valabûna gundan, mezintirîn metrsî ye ji bo ser ewlehiya xorak û
hevsengiya jîngehî û civakî li Herêma Kurdistanê. Ev guhertina demografî ya lez
û netendurist, erdekî giran dixe ser milê hikûmetê ku pêdaçûneke rîşeyi û
seranserî di nêrîn û stratejiya xwe de bike, çi di warê birêvebirina samanên
xwezayî de û çi di warê plansaziya bajar û gundan de. Wext hatiye ku
berjewendiya nifşên paşerojê bibe pîvera sereke ya biryarên siyasî.

Top