• Thursday, 07 May 2026
logo

Profesor Serhat Ekmen, Serokê Navenda ProSconê ya ji bo Ewlehiya Enerjiyê li Enqereyê: Heta ku Iraq nebe xwedî îstîqrara siyasî, kişandina şîrketên mezin ên navdewletî ji bo veberhênanê dê ne karekî hêsan be

Profesor Serhat Ekmen, Serokê Navenda ProSconê ya ji bo Ewlehiya Enerjiyê li Enqereyê: Heta ku Iraq nebe xwedî îstîqrara siyasî, kişandina şîrketên mezin ên navdewletî ji bo veberhênanê dê ne karekî hêsan be

Profesor Serhat Ekmen, serokê navenda "ProScon"ê ye ji bo ewlehî û analîza

metarsiyan û Navenda Lêkolînên Ewlehiya Enerjiyê (TEPAV) li Enqereyê. Di
gotûbêja vê carê ya "Bazneya Gotûbêjê" de (Girîngiya enerjiyê di ji nû ve
dariştina stratejiya hevkêşeyên siyasî li navçeyê de), bi şandina vîdyoyeke
qeydkirî beşdar bû û bi vî rengî dîtin û nêrînên xwe anîn ziman:

"Destpêkê, spasiyên xwe yên bêdawî pêşkêşî organîzatorên vê gotûbêja girîng û bi
qîmet dikim û spas ji bo vexwendina min. Ciyê daxê ye ku ji ber hin şert û
mercên taybet nekarîm li Hewlêrê amade bim, lê hêvîdar im di fersendeke din de
ji bo dîtina we û hemû hevkaran (hevkarên) xwe li wê derê bim. Baweriya min a
temam heye ku ev celeb civîn dîtineke ronî ji bo analîzên pêşerojê nîşan didin.

Çendîn pirs ji aliyê dost û hevkarên min ve gihîştine min da ku ez bersiva wan
bidim, ku nêzîkî deh pirs bûn, lê ji bo ku dema weya hêja negirim, min hemû di
çend bersivên kurt de kom kirine.

Mijara yekem ku dixwazim behs bikim, pirsa çavkaniyên nefta Herêma Kurdistanê û
girîngiya şîrketên neftê ye li Herêmê, ligel girîngiya Herêmê ji bo bazarên
cîhanî yên enerjiyê û ewlehiya enerjiyê.

Nêzîkî bîst sal berê, veguhertin û geşedaneke mezin di sektora nefta Herêma
Kurdistanê de çêbû. Çendîn rêxistin û şîrketên piçûk berê xwe dan Hewlêr, Duhok
û Silêmaniyê ji bo lêgerîna li wê şiyanê. Lê piranîya van şîrketan qebareyê wan
piçûk bû; ew wekî destpêk hatin Iraqê da ku hin destkeftan bi dest bixin. Nebûna
yasayeke neftê ya cihê baweriyê, yek ji wan sedeman bû ku hişt ew zû werin pêş,
ji ber ku li dû qezencên zêde digeriyan û ew serdem ji bo wan wekî fersendek bû.
Lê ji perspektîfa Iraq û Herêma Kurdistanê ve, hin sedemên din hebûn ku niha ne
hewce ye behsa hemûyan bê kirin, lê encam hinekî cuda derket. Bêguman nebûna
yasayeke rastîn a neftê û belavbûna pêkhateya hikûmeta navendî ya Bexdayê,
bandora xwe hebû li ser rakêşana bala şîrketên piçûk ber bi Herêma Kurdistanê
ve. Lê li gorî xwezaya karê wan, ev celeb şîrket tenê di demeke kurt de li dû
qezenca zêde ne û xeyala veberhênanên mezin û demdirêj nakin.

Di encamê de, lîstikvanên mezin û ewên ku di dîrokê de wekî 'Heft Xwişk' dihatin
naskirin û nifşên wan ên nû, tercîh kirin ku bi rengekî bi hikûmeta navendî re
kar bikin. Piştre hinek ji wan şîrketan ji bo dîtina fersendan serdana Hewlêr û
Silêmaniyê jî kirin, lê di dawiyê de biryar dan ku têkiliyên xwe bi hikûmeta
navendî re pêş bixin, ne bi Herêmê re.

Bêguman sedemên aborî û teknîkî yên pir hene, lê baweriya min ewe ku her ji
destpêkê ve, rewşa siyasî ya welat faktora herî bi bandor bû li ser helwesta
şîrketên neftê li hember Iraq û Herêmê. Her gava ku Iraq welatekî bi îstîqrar
be, şîrket û saziyên mezin ên neftê dê zêdetir daxwaza kar bikin. Lewma piştî
sala 2014an, cûrbecûr dîtinên cuda ber bi Iraqê ve hatin. Di rewşa niha de jî,
mixabin paşeroja siyasî ya Iraqê jîngeheke ronî û dîtineke eşkere ji bo
veberhêneran dabîn nake.

Ji ber vê êdî bersiva min a yekem ev e: Heta ku Iraq nebe xwedî îstîqrara
siyasî, kişandina şîrketên mezin ên navdewletî ji bo veberhênanê dê ne karekî
hêsan be. Bêguman ev yek dê bandorê li ser aboriya Herêma Kurdistanê jî bike,
ji ber ku nabe pêkhateya neft, bazar û berhemanîna Iraqê ji ya Herêma Kurdistanê
cuda bibe. Di vê serdemê de, şer bandor li ser gelek dînamîkan kiriye, ku em ê
hinekî din behsa wan bikin, lê îstîqrara siyasî kilîta sereke ye.

Ya duyem, pirs li ser 'Hêza Nerm' (Soft Power) bû. Divê em zanibin ku dahatên
neftê bi tenê ji aliyê civaka navdewletî ve wekî hêza nerm nayên qebûlkirin.
Belê, hin welatên pir dewlemend hene ku ji aliyê xelkê Rojava û cîhanê ve ji
ber sermayeyên wan tên naskirin, lê ev nayê wê wateyê ku ew xwedî hêza nerm in.
Kirîna milkên mezin, tîmên werzişî, an şîrketên navdar, hêza nerm ava nakin.
Hêza nerm bingeha xwe ji mijarên çandî digire.

Ji ber vê yekê, ez bawer nakim ku tenê bi pereyê neftê û di demeke kurt de hêza
nerm di asta navdewletî de bi dest bikeve. Ez tercîh dikim ku veberhênan li ser
siyaseta çandî bê kirin, ji ber ku Herêma Kurdistanê di vî warî de pir dewlemend
e; ev yek pir bi bandortir e ji wêya ku tu hêza nerm ji milkê neftê bixwazî.

Wekî ku em dizanin, şerê navbera Îsraîl, Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê,
nexşeya jeopolîtîk a Rojhilata Navîn guhart. Iraq jî dê bibe yek ji wan welatên
girîng ku dikeve bin bandora vê veguhertina nû. Li Enqereyê gava ku em bi
hevkarên xwe re diaxivin, hevkêşeyeke me heye û em dibêjin: Dibe ku 2024 û 2025
salên Sûriyê bûbin, 2026 sala şerê Îsraîl û Îranê be, lê sala 2027 dê bibe 'Sala
Iraqê'. Tê pêşbînîkirin ku Iraq bibe qada pêşerojê ya nakokiyên siyasî. Ez
nabêjim ku Iraq dê rasterast bikeve nav şer, lê nakokî dê bandoreke bilez li
ser siyaseta welat bikin, ji ber ku niha li Bexda û bêguman li Hewlêrê jî
proseya pêkanîna hikûmetê di rojevê de ye. Ev prose dê bandorê li ser îstîqrar û
dînamîkên siyasî bikin û em nikarin vê rewşê ji şerê Îsraîl û Îranê cuda bikin.

Destûrê bidin min ez vê mijarê bikim du beşên sereke. Destpêkê, şerê niha hişt
ku lêgerîn li pey rêyên stratejîk ên nû ji bo girêdana Kendavê bi bazarên cîhanî
re dîsa dest pê bike. Wekî em dizanin, Tengava Hurmuz di rewşeke nezelal û
metarsîdar de ye. Di du mehên borî de, ne tenê tengav, lê bi xwe Kendav jî ji bo
bazirganiyeke aram guncaw nebûye. Lewma welat li pey fersendên nû digerin.
Erebistana Siûdî opsiyona Deryaya Sor heye ku karê hinartinê hêsan dike, lê
Siûdî ne tenê lîstikvan e; Iraq jî wekî lîstikvanekî sereke di vê hevkêşeyê de
amade ye.

Di vê çarçoveyê de, projeya 'Rêya Pêşketinê' (Development Road) roj bi roj
girîngiyeke zêdetir qezenc dike. Ji ber ku şiyana wê heye ku aboriya Iraqê ji
perspektîfeke alternatîf ve bi bazarên navdewletî ve girê bide. Rast e Iraq niha
bi rêya benderên Besrayê neftê difiroşe, lê şerê dawî nîşanî me da ku di dema
nakokiyan de egera rûdana tiştên metarsîdar pir e. Ji ber vê yekê hebûna
alternatîf di bazirganî û aboriyê de her tim opsiyoneke çêtir e û projeya Rêya
Pêşketinê di niha de yekane alternatîfa guncaw e. Lê em nikarin van
alternatîfan tenê di vê projeyê de kurt bikin; rêrewa Iraq-Sûriye, an ew
rêrewên ku Asyaya Navendî, Qafqasya û Tirkiyê bi kar tînin, hemû dibin beşek
ji vê rêya stratejîk ber bi bazarên cîhanê ve.

Bi kurtî, ev şerî ziyaneke mezin gihand û bû sedema bêîstîqrariyê li Îran, Iraq
û welatên Kendavê jî. Lê ji aliyekî din ve, hişt ku pispor bi rengekî realîst
behsa dîtinên alternatîf bikin. Nexwe şerî tenê wêranî neanî, belkî hin fersend
jî bi xwe re anîn, ku ev di xwezaya şer de heye.

Di dawiyê de, ez ê gotinên xwe bi analîzeke siyasî bi dawî bikim. Ez bawer dikim
ku Iraq dê bibe welatê herî girîng ê sala bê li Rojhilata Navîn. Ger Iraq nebe
xwedî hikûmeteke bi îstîqrar û proseyeke dadperwerane ya pêkanîna hikûmetê,
welat dê gelek êşê bikişîne. Welatên Kendavê pêdiviya wan bi Iraqê heye da ku bi
hev re bibin pirek ji bo bazarên cîhanî, lê ez ne piştrast im ku welatên navçeyê
û cîhanê û bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, hikûmeteke din a pir
alîgirê Îranê li Bexdayê qebûl bikin.

Nexwe sala bê dê rêrewa paşeroja Iraqê ji bo me eşkere bike. Welatên dora Iraqê
hemû dê beşdarî proseya pêkanîna hikûmetê bin da ku welat jê re aram bibe. Lê
xaleke sereke heye ku divê em bi bîr bînin; bi salan e me li zanîngehan ji
xwendekarên xwe re digot ger şerek li Kendavê rû bide, dê bibe kabûsek ji bo
hemû cîranan. Niha em di nav wî kabûsî de ne û gelek welat ketine bin bandora
wî.

Ji ber wê, di dema encamdana her analîzekê de, divê ji aliyekî ve balê bikişînin
ser xalên pozîtîf û ji aliyê din ve jî li ser aliyên negatîf. Ev jî bi wê wateyê
ye ku bêguman divê em girîngiyê bidin aliyên geş ên guhertinan. Lewma divê em
amaje bi wê bikin ku çawa girîngiya projeya 'Rêya Pêşketinê' wekî encameke şer
zêdetir bûye, lê ji aliyekî din ve jî nabe em aliyên tarî yên şer ji bîr bikin,
ji ber ku her nakokiyeke çekdarî komek karesatên mezin bi xwe re tîne. Yek ji
karesatên herî mezin jî ne tenê ewe ku li ser erdê diqewime, belkî ew
wêrankariya ku di mejî û derûniya mirovan de çêdibe ye. Ji ber vê yekê, divê em
ji bo herî xirabtirîn eger û senaryoyan amade bin. Tiştê ku niha li Îran û
Kendavê diqewime, bi xwe rewşeke xirab e, lê em dikarin kar bikin da ku xwe ji
senaryoyên metarsîdartir biparêzin.

Li vir dixwazim tekezî li ser rastiyeke bingehîn bikim ku ji bo bazara enerjiyê,
milkê neftê, aborî û îstîqrara Iraq, Rojhilata Navîn û Tirkiyê jî gelek girîng
e; ew jî ewe ku ger welatên navçeyê an cîranên Iraqê ji pêkhateya hikûmeta
daxwaz ne razî bin, nexwe mixabin dibe ku Iraq nekaribe veberhênanên nû bikişîne
û îstîqrarê bi dest bixe. Divê biryarderên sereke yên Iraqê di dema biryardanê
de wê yekê li ber çavan bigirin ku îstîqrara welat bi komek faktorên tevlihev ên
navxweyî, navçeyî û navdewletî ve girêdayî ye.

Ji vê perspektîfê ve, ez bawer dikim ku dahata neft û gazê û qada aboriyê,
mixabin di niha de bûne paşkoyê biryarên siyasî. Ger biryara siyasî ya rast û
hîkmetdar tune be, nexwe dibe ku Iraq ji ber helwesta xelet a biryarderên xwe,
rastî belengazî û nexweşiyên zêdetir bibe.

Gelek spas ji bo guhdariya we. Hêvîdar im di pêşerojeke nêzîk de li bajarê
Hewlêrê hev bibînin."

Top