• Friday, 17 April 2026
logo

Profesor Robert Sweeny ji Beşa Zanistên Mirovî û Civakî li Zanîngeha Memorial ji bo Gulan: Pêşketina teknolojiyê ewqas bi lez e ku lêkolîner nikarin pêşkeftinan pêşbînî bikin

Profesor Robert Sweeny ji Beşa Zanistên Mirovî û Civakî li Zanîngeha Memorial ji bo Gulan: Pêşketina teknolojiyê ewqas bi lez e ku lêkolîner nikarin pêşkeftinan pêşbînî bikin

Profesor Robert Sweeny ji Beşa Zanistên Mirovî û Civakî li Zanîngeha Memorial ji bo Gulan: Pêşketina teknolojiyê ewqas bi lez e ku lêkolîner nikarin pêşkeftinan pêşbînî bikin

 

Robert Sweeny, profesorê dîrokê ye li Beşa Zanistên Mirovî û Civakî li Zanîngeha Memorial. Ew pisporê çend warên girîng e, wek: mirovatiya dîjîtal (digital humanities), teorî û mîtodên dîrokî, dîroka kapîtalîzmê û materyalîzma dîrokî. Ji bo şirovekirina pêşketina teknolojîk û bandora wê li ser ji nû ve darêtina têgehan û têgihiştina me ji bo mirov û jiyanê, Gulanê ev hevpeyvîn bi tî re encam da.

Pirs: Di destpêkê de em dixwazin bi vê pirsê dest pê bikin; gelo bi nêrîna we, cudahî çi ye di navbera têgeha "mirovatiya dîjîtal" û tevgerên din ên mirovî di dîroka ramanê de? Gelo em dikarin bêjin ev berdewamiya serdema Ronahiyê û ramanên mirovî ye, yan cudahiyeke kûr û bingehîn heye ku ji ber teknolojiya nû û hevçerx derketiye holê?
Robert Sweeny: Di rastiyê de ev guherîneke mezin û girîng e û bêtir ji ber nûbûna mîtodan (rêbazan) hatiye qadan, ne tenê xewn û xeyaleke teorîk be. Mebesta min ew e ku niha lêkolîner dikarin wan karan bikin ku beriya demeke dirêj nedihat xeyalkirin, bi taybetî dema ku kar bi mijarên nivîskî ve girêdayî ba. Nexwe, pêşketina bilez a amûrên dîjîtal rewşek afirandiye ku mirov dikare hejmareke pir mezin a belgeyan şirove bike, bi lez û hûrguliyeke wisa ku berê mînakên wê tunebûn. Di encamê de, qadeke nû ya lêkolînê ava bûye ku beriya 15 salan bi vê astê tunebû. Tê pêşbînîkirin ku ev guherîn hîn bileztir bibe, bi taybetî dema ku çavkaniyên destnivîs bibe dîjîtal û bi rêya şiyana kompîturê werin analîzkirin. Her çend ev guherîn di warê mîtodolojîk de bingehîn be jî, lê ev tenê bandoreke teknîkî nîn e; bandora wê li ser wê yekê heye ka lêkolîner çawa têgehan ava dikin û çavkaniyan şirove dikin. Di encamê de, ev yek bandoreke kûr li ser awayê hilberandin û nêrîna li zanînê (meîrifetê) dike. Li vir dixwazim bêjim ku ev yek li ser hesabê aliyê mirovî pêk tê.
Pirs: Ev pirsiyareke girîng derdixe pêş; gelo ramana mirovî di têkiliya bi mirovatiya dîjîtal de ramaneke stabîl e, yan divê di ronahiya pêşketina "Zîrekiya Destkird" (AI) de ji nû ve pênase bibe?
Robert Sweeny: Di rastiyê de ev têgeh niha di pêvajoyeke guherînê de ye. Lê belê, tiştê ku cihê fikaran e ew e ku ev guherîn bi awayekî veşartî (penhan) rû dide, bêyî ku ramaneke hişmendane li ser hebe. Mebesta min ew e ku em ji nû ve hemû têgihiştina xwe ji bo mirov dadirêjin, bêyî ku em haydar bin ku ev pênasekirina nû rû dide, yan jî bêyî ku em pirsê li ser encamên wê yên berfireh bikin. Nexwe, ez dubare dikim ku ev têgeh ji ber pêşketina teknolojîk a heyî tê guherandin, ku ev jî bandorê li qelskirina mirovdostiya (humanîzma) Rojavayî ya klasîk û wan nêrînên ku rehên wan di materyalîzma dîrokî de hene, dike.
Pirs: Baş e, bila em bipirsin; gelo ev pêşketina teknolojîk bi awayekî neçar (hetemî) dibe sedema komkirina desthilat û şiyanê di destê jêrxan û pergalên teknolojîk de, yan hîn mirov dikare arasteya vê pêşketinê ber bi aliyekî din ve bibe?
Robert Sweeny: Ez bawer dikim tevî hemû fikaran, hîn hincet tune ne ku em baweriya xwe bi şiyana mirov winda bikin. Yanî hîn şiyana me heye ku em destwerdanê bikin, rexne bikin û arasteya pêşketinê biguherînin, daku teknolojî xizmeta nirxên mirovî bike, ne ku wan qels bike yan jî bi temamî paşeroja me diyar bike. Ez li vir dixwazim dubare bikim ku gelek lêkolînerên di warê mirovatiya dîjîtal de dixebitin, ne haydar in ka teknolojî bi awayekî veşartî ramana me ya derbarê raborî, niha û paşerojê de ji nû ve ava dike. Yanî ev lêkolîner teknolojiyê bi awayekî bikar tînin ku mantiqê kapîtalîzma hevçerx ji nû ve hildiberînin. Ev jî rewşekê diafirîne ku ne tenê bandorê li zanîna ku em hildiberînin dike, lê bandorê li ser awayê nêrîn û têgihiştina me ya ji bo rastiyê (waqiî) jî dike.
Pirs: Nexwe hûn çawa li nakokiya navbera "hetemiyeta teknolojîk" û şiyana mirovî ya ji bo guherandina arasteya teknolojiyê dinêrin? Ev yek dê çi encaman bi dû xwe de bîne?
Robert Sweeny: Heke armanca me têgihiştina wê yekê be ka çima mirov bi awayekî diyarkirî tevger dikin û çima cîhanê wisa ava dikin ku bikarin bijardeyên xwe bi kar bînin, nexwe me nêrînek ji bo guherînê girtiye ber xwe ku encama karûbarê navbera mirov û sînorên binyadî ye. Ev nêrîn dibêje ku her çend sînordariyek ji bo karê mirovan hebe jî, di heman demê de mirov bi rêya kiryarên xwe wan sînoran ji nû ve ava dikin. Berevajî vê, serdestiya zêdetir a modelên teknolojîk rola van sînordariyan paşguh dike û vê ramanê jî ji bîr dike ku biryara mirovan di nav hinek mercên diyarkirî de dikare bibe sedema guherandina wan mercan bi xwe û bi vî awayî beşdar bibe di avakirina cîhaneke baştir de. Ji bilî vê, gelek kesên ku di warê mirovatiya dîjîtal de kar dikin, vê îhtîmalê li ber çavan nagirin û bawer dikin ku heke bi rêya şiyana kompîturê analîza datayan bikin, dê bigihîjin rastiyeke objektîf, bêyî ku bikevin nav ramaneke kûr. Di çarçoveya vê rêbazê de, qadeke kêm heye ji bo zanîna rast û durbûna ferezîyeyên me li hember alozîyên raborî û rewşa niha ya civakan. Yanî li şûna ku em ferezîyeyan li hember belgeyan nîqaş bikin, em wan ji nû ve hildiberînin û hîn bêtir diçespînin. Ev pirsgirêk di vê rewşa ku em tê de dijîn aloztir dibe; yanî di cîhana kapîtalîzma pêşketî de ku baweriyên girêdayî serdestiya kesayet û bazarê kûr di nav ramana me ya rojane de rûniştine. Ev ferezîye ne tenê nêrînên me yên civakî û siyasî ava dikin, lê belê wê çarçoveyê jî ava dikin ku em tê de şiroveya zanînê dikin. Bi vê wateyê, Neolîberalîzmê bi kûrî dîtina me ya cîhanê darştiye û sînordar kiriye. Ji ber ku teknolojiya kompîturê jî berhema vê pergala kapîtalîst e, bi awayekî veşartî vê mantiqê xurt dike ku em pê cîhanê fêm dikin û analîz dikin.
Pirs: Ev yek me dibe ser pirseke berfirehtir derbarê teoriya dîrokî û pêkanîna dîrokê. Mebesta me ew e ku we pêşniyar kiriye ku karê dîroknasiyê karekî berdewam e û di dirêjahiya jiyanê de berdewam dike ji bo ji nû ve nirxandina çavkaniyan û şirovekirina belgeyan. Di serdema data û analîzên algorîtmîk de, metirsiya wê heye ku ev aliyê şirovekariyê yê dîrokê were piştguhkirin? Hûn bawer dikin ev metirsiyeke rastîn e?
Robert Sweeny: Ev yek bi berdewamî rû dide û berxwedana li dijî wê jî roj bi roj zehmettir dibe. Pirsgirêk aloztir dibe ji ber ku pêşketinên teknolojîk bi awayekî ne ku lêkolîner nikarin pêşkeftinan pêşbînî bikin. Tiştê ku hinek jê re dibêjin "sindoqa reş" (black box), di gelek warên akademîk de jî heye, ku tê de amûrên dîjîtal ên aloz wek navbeynkar di navbera lêkolîner û belgeyên dîrokî de kar dikin. Di encamê de, metirsî çêdibe ku lêkolîner têgihiştineke zelal nebe ka raborî çawa ji nû ve tê darêtin. Yek ji wan tiştên ku em dubare dikin û wekî ku em jê piştrast bin, ew e ku raborî pir ji niha cuda bûye û ji niha xweşiktir û baştir bûye. Lê ev nêrîn hêdî hêdî winda dibe dema ku teknolojî gav bi gav gihîştina me ya bi raboriyê re ji nû ve ava dike û şiroveya me ya ji bo zanîna heyî diguherîne. Aliyekî neyînî yê mirovatiya dîjîtal ew e ku hejmareke zêde ya deqan tenê li ser bingeha peyvên diyarkirî tên şirovekirin, li ser wê ferezîyeyê ku têgihiştina mercên derketina wan deqan ne girîng e. Ji ber ku teoriyên belavbûyî yên niha tekeziyê li ser wê dikin ku peyv girîngiya sereke heye. Lê belê, peyv û zaravên sereke di nav mercên xwe de (di siyaqa xwe de) xwedî wate ne. Yanî qutkirina wan ji siyaqê dibe sedem ku wateyên wan ji pêdiviyê zêdetir sade bibin. Dibe ku ev bibe sedema ji navçûna wê wateya hûr ku dîroknas hewl didin bi dest bixin. Bi kurtî, nêrîna li peyvan dervayî siyaqa wan, dibe sedem ku dîtineke giştgir û piralî ji bo me ava nebe û hinek caran ev yek dibe sedema nêrîneke xapînok, ku dibe sedema ji destdana derfeta têgihiştineke kûrtir.

Top