Fransaya piştî Bastille: Piştevanê bihêz ê Kurd
Roja Niştimanî ya Fransayê, bûyer û bîranîneke şoreşa Fransayê ye ku di 14ê Tîrmeha 1789 de çê bûye û xaleke werçerxanê ye di dîroka wî welatî de, ne tenê bo Fransiyan belku bo hemû cîhanê. Di vê rojê de bîranîna yekgirtina Fransayê jî tê pîrozkirin ku di sala 1790 de çê bû, ew jî piştî ku ew welat bi sedema şoreşê ve perçe perçe bibû.
Fransa welatekî bibandor ê Civaka Navdewletî ye, yek ji 5 endamên herdemî yên Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî ye û di NATO û Yekîtiya Ewropayê û gelek rêxistinên din de, xwedî pêgeheke bihêz e.
Dema sê deheyan e, Fransa piştgira mezin e ji bo Kurdan û di 15 salên bihorî de jî, pêwendiyên navbera Parîs û Hewlêrê, di bihêzbûna berdewam de bûn.
Di 5ê Nîsana 1991 de, Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî, projebiryara 688 ji bo rêgirîkirin li ber kuştar û çewisandina gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê pesend kir, ew jî piştî ku Fransa, Tirkiye û Îranê nîgeraniya xwe li beramber êrîşên hikûmeta wê demê ya Iraqê gihandin encûmena ser bi Neteweyên Yekbûyî ve. Bi wî awayî, parastina navdewletî ji bo Kurdan hate misogerkirin.
Piştî ku Herêma Kurdistanê, di çarçoveya Iraqê de bû statuyeke danpêdayî, qonaxeke nû ji pêwendiyên navbera Hewlêr û Parîsê destpê kir û ligel dirustbûna gefan li ser Herêma Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve jî di sala 2014an de, Fransa roleke mezin lîst di nehiştina wê gefê de.
Sala 2008 konsulxaneya Fransayê li Herêma Kurdistanê hate vekirin û peywendiyên herdu aliyan bihêztir bûn. Di Tebaxa 2014 de û piştî êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê, Serokatiya Fransayê ragihand ku zû çekan digihîne destê hzêên Pêşmerge. Paşê jî di Îlona 2014 de François Hollande serokê wê demê yê Fransayê serdana Herêma Kurdistanê kir.
Herwiha Fransayê alîkariyên leşkerî û mirovî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir.
Piştî giştpirsiya taybet bi serxwebûna Başûrê Kurdistanê, di 25ê Îlona 2017an de, guşareke mezin li ser Herêma Kurdistanê dirust bû, çi ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve, çi jî ji aliyê welatên navçeyê ve.
Lê careke din Fransa, bi cidî, hate ser hêlê û di dema pêşwazîkirina xwe de, li Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê, li Koşka Îlîzê, Emmanuel Macron, serokê Fransayê tekezî li ser parastina pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê kir û bi pêwîst dît ku diyalog di navbera Bexda û Hewlêrê de, bi zûtirîn dem, destpê bike.
Macron got:“Hêvîdar im ev diyaloga niştimanî ya erênî zû destpê bike û Fransa jî hemû karan dike ji bo ku yekîtî û yekparçebûna Iraqê bê parastin û di wê çarçoveyê de jî, bi tevayî li Kurdan û mafên wan mikurhatin bê kirin.”
Fransa piştgira mezin a Rojavayê Kurdistanê ye jî û ji sala 2014an ve alîkariya xurt dide Kurdan ji bo rûbirûbûna DAIŞê.
Biryara serokê Amerîkayê ya ji bo vekişandina hêzên welatê xwe ji beşekî ji Rojavayê Kurdistanê di Cotmeha bihorî de ku wiha kir, operasyona artêşa Tirkiyê û hêzên nêzîkî wê, ji opozisyona Sûriyê di pey re bê, bû sedema nîgeraniya tund a Fransayê.
Jon Bolton, Şêwirmendê berê yê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê, di pirtûka xwe de, behsa pêwendiya telefonî ya navbera Emmanuel Macron û Donald Trump dike û dibêje: “Diyar bû Macron bi biryara Trump ne kêfxweş bû, lê Trump got, êdî şerê me ligel DAIŞê bidawî hat û ew çekdarên DAIŞê ku mane, Tirkiye rûbirûyî wan dibe. Macron bersiva wî da û jê re got, ku bala Tirkiyê dibe ser êrîşkirina li ser Kurdan û sazişê (musawemeyê) ligel DAŞIê dike.”
Macron tika li Trump kir, ku Artêşa Amerîkayê ji Sûriyê venekişîne. Trump razî bû careke din derbarê wê biryarê de ligel şêwirmendên xwe biaxive.
Rudaw
