• Sunday, 10 May 2026
logo

Pakistan: Di teqînekê de 12 polîs hatin kuştin

Pakistan: Di teqînekê de 12 polîs hatin kuştin

 Devera sînorî ya di navbera Pakistan û Afganistanê de careke din bi teqîneke xwekujî ya bixwîn hejiya; li devera “Bino”yê 12 polîs bûn qurbaniyên êrişeke bi timbêleke bombekirî û dronan, ku guman tê kirin karê “Talibên Pakistanê” be.

Di êrişeke xwekujiyê de, ku li ser xaleke kontrolê ya polîsan li devera "Xeyber Pextunxiwa"yê li bakurê rojavayê Pakistanê hat kirin, hejmara qurbaniyan gihîşt 12 kuştî û 8 birîndaran.

Polîsên Pakistanê îro (Yekşem, 10ê Gulana 2026ê) ragihand: “Ev êriş Şemiyê bi şev li devera "Bino"yê ya nêzîkî sînorê Afganistanê qewimiye. Xwekujekî timbêleke pirî teqemenî li xala kontrolê teqandiye; ji ber tundiya wê teqînê avahiyê wê xalê bi temamî herifiye û gelek kes di bin wî şûnkavilî de mane.”

Çavkaniyên ewlehiyê amaje bi wê yekê kiriye ku yekser piştî wê teqînê, şer û pevçûn di navbera çekdaran û hêzên ewlehiyê de hatiye destpêkirin û zêdetir ji du saetan vekêşaye. Êrişkeran di vê êrişê de çekên reşaş û dron bi kar anîne.

Ji aliyekî din ve jî, berpirsên hawarçûnê ragihandiye ku li hemî nexweşxaneyên deverê rewşa awarte hatiye ragihandin û birîndar gihandine pişkên çavdêriya hûr. Hişyarî jî tê dayîn ku dibe hejmara kuştiyan zêde bibe ji ber giraniya birînên hin ji birîndaran.

Heta niha tu kom û aliyan berpirsyariya xwe li ser wê êrişê ranegihandiye; lê çavdêr di wê baweriyê de ne ku rêxistina "Talibên Pakistanê" yan komên hevpeymanên wan li pişt vê kiryarê bin, bi taybetî ku di van heftiyên dawiyê de êrişên li ser hêzên ewlehiyê li deverên sînorî zêde bûne.

 

K24

Top