Dr. Celal Ehmed, Endamê Bazneya Gotûbêjê: Nemana rejîma niha ya Îranê heta vir îhtîmalek e, lê ez wisa nêzîk nabînim ku bi zûyî rû bide
Dr. Celal Ehmed, endamê Bazneya Gotûbêjê ya Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), civaknas û mamosteyê Koleja Edebiyatê ya Zanîngeha Selahedîn e. Di gotûbêja vê carê ya "Bazneya Gotûbêjê" de bi sernavê (Kurdistan di nav aloziya şerekî nexwestî de), dîtin û nêrînên xwe bi vê awayî anîn ziman:
"Ez ji wir dest pê dikim; ez pê bawer im ku şerê Amerîka û Îsraîlê li gel Îranê ji bo me ji çarçoveya 'nexwestî' derketiye, belku şerekî ferzkirî ye li ser Herêma Kurdistanê. Hêzên proksî û pro-Îranî yên li nav Iraqê di êrîşkirinê de qet dudilî nekirine. Car caran Îran bi xwe jî rasterast wekî 'dêwekî' hêza xwe nîşanî kurdan dide û paşê hincetên bêbingeh tîne. Em jî bi berçavgirtina rewş û şiyanan, bersiva leşkerî nadin; ji ber ku ev şer ti berjewendiyeke jeopolîtîk an aborî ya wiha ji bo Herêmê û kurdan bi giştî tê de nîne. Lê ji ber pêgeha wê ya jeopolîtîk, Kurdistan di bin metirsiya şewata agirê her du aliyan de ye. Îran cîranekî bi guman û bi hincet e, Amerîka jî dostekî rûyî û berjewendîxwaz e."
"Rast e, hilgirisandina şer kiryarek û daxwazeke takekesî ye û bêtir di berjewendiya wan kes û aliyan de ye ku şer derdixin. Ew li ser encaman û avakirina wê ya ku bi xwe xira kirine, veberhênanê dikin. Lê encam û bandorên şer giştî ne û mirovên bêderetan bêtir bacê didin. Loma 'Marx' tekez dikir ku şer berhama nakokiyên çînî û hevrikiya li ser çavkaniyên dahatê ye. Her şerekî ku diqewime, armanca wê ya sereke parastina berjewendiyên sermayedarî û serdestiyê ye ku li pişt gotarên derewîn ên neteweyî û demokrasiyê tê veşartin. Loma ew gotina ku dibêje: 'Dema dewlemend û desthilatdar şer dikin, feqîr bacê didin', hîn jî nirxa xwe winda nekiriye."
"Ji perspektîfa civaknasan de, şer diyardeyeke civakî ye; ji ber ku tê de celebê hevrikiya civakî, qada siyasî, rêxistineke saziyî û bikaranîna rêbazên tundûtûjiyê hene. Şer tenê nîşana nakokiyeke leşkerî nîne, belku diyardeyeke piralî ye û nîşana binyada civakî, aborî, siyasî, çandî û ayînî/mezhebî ye. Wekî 'Durkheim' dibêje, 'fonksiyona civakî' ya şer heye û gelek caran dibe sedema xurtkirina nasnameya niştimanî û pêşkeftina teknolojîk. Îran bi xwe nimûneya vê yekê ye; şer û dorpêça aborî ya çend salan bûn sedem ku di teknolojiya leşkerî de gavên mezin biavêje. Lê gava tu destê xwe dirêjî derveyî sînoran bikî û destwerdanê di karên welatên din de bikî, divê tu li benda her îhtîmalekê bî. Her çend 'Max Weber' dibêje ku tundûtûjiya ji bo parastina şerayeta desthilatê asayî ye, lê Amerîka û Îran her duyan jî sînorên parastina şerayeta xwe derbas kirine. Amerîka ku di warê aborî de nikare pêşbaziyê li gel Çînê bike, hewl dide bi serdestiya li ser şademarên enerjiyê yên cîhanê rewşa xwe rast bike."
"Nemana rejîma niha ya Îranê heta niha îhtîmalek e, lê ez bawer nakim bi zûyî rû bide. Jeffrey Alexander di çarçoveya 'civaknasiya şokê an trawmayê' de dibêje ku zext û nearamî dibin sedema afirandina nasnameyeke hevpar a komî; anku şerekî berfireh dikare li navxweya welêt li hember dijminê derve yekdengiyeke demkî ava bike. Di her îhtîmaleke guherîna encamên vê şerî de, ez hîs nakim ku xêreke mezin ji bo kurdan tê de hebe. Kurdên Rojhilat dê bikevin nav xefika kêmneteweyên wekî Turkmen û Azeriyan, ji ber ku xeta wan a temasê ya hesas li gel kurdan heye. Tirkiye û welatên din jî li gorî hinek agahiyan li hev kirine ku nehêlin 'Belûç û Kurd' di encama guherîna rejîmê de destkeftiyên mezin bi dest bixin. Li Herêmê jî, eger Amerîka û Îsraîl ser bikevin, her çend em ji dron û mûşekên Heşda Şeibî rizgar bibin, lê projeya Amerîkayê wekî diyar e avakirina eniyeke Sunnî ya bi hêz e li Sûriye û Iraqê. Em jî wekî Herêm cîranên Sunneyên her du welatan in û metirsiyên wan li ser navçeyên dabrandî diyar in."
"Rast e tê gotin ku kurdan ji şer xêr nedîtiye, lê ji aştiyê jî xêreke zêde nedîtiye. Ez bawer dikim di hevrikiya zilhêzan de, neteweyên serdest zêde zerarê nakin, lê etnograf (kêmneteweyên etnîkî) bêtir dikevin bin metirsiya helandin û paşketinê. Piştî sala 2003an li Iraqê, me dît ku nifûsa Şîeyan çawa zêde bû û Sunne jî piştî qelsbûna desthilatê, hîn jî li hember kurdan xwe bi qels nabînin. Eger piştgiriya Hevpeymanan neba, rewşa me ya kurdan dê xerabtir ba."
"Derbarê ku kurd çi bikin; heta niha ew baş bûye ku kurd neketine nav şer, lê ya herî xirab ew e ku kurd wekî pêwîst xwe ji bo îhtîmalan amade nekiriye. Ya herî girîng ew e ku kurd hewl bide ji bo yekrêzî û rêkxistina navxweyî, da ku bi gotar û ajandeyeke siyasî ya hevpar û siyaseteke leşkerî ya nûjen, xwe ji bo guherînên piştî şer amade bike. Ji ber ku rewşeke nû di rê de ye û diyar nîne ka dê di berjewendiya kurdan de be an na!"
