Enwer Husên Bazgir, nivîskar û rojnamevan li Silêmaniyê: Pirsgirêka me ya herî mezin a navxweyî, yeknekirina hêza Pêşmerge ye
Enwer Husên Bazgir, nivîskar û rojnamevan li Silêmaniyê: Pirsgirêka me ya herî mezin a navxweyî, yeknekirina hêza Pêşmerge ye
Di çanda siyasî ya hemdem de, «bêalîbûn» pir caran wekî bijardeyeke biaqilane ji bo qewarên biçûk tê xuyakirin, lê di rastiya jeopolîtîk a Herêma Kurdistanê de, ev têgeh ber bi kêmûnemanê ve diçe. Her çend Herêma Kurdistanê her dem hewl daye hevsengiyekê di navbera hêzên dijber de biparêze, lê rûdanên piştî 7ê Cotmehê û bi taybetî pevçûnên rasterast ên vê dawiyê yên navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê, têgeha bêalîbûnê ji bo Herêmê kiriye «sifir». Em xwedî îdeolojî û nêrînên siyasî yên taybet bi xwe ne. Em dostên stratejîk ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne û di heman demê de me neyartiya cîranên xwe (Îran û Tirkiye) wekî bijarde hilnebijartiye, lê dema ku navçe dikele, êdî bêalîbûn dibe wehmeke siyasî ku nikare parastineke rasterast ji bo tu aliyekî dabîn bike.
Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê niha di ber gefeke cidî ya siyasî û leşkerî de ye, bi taybetî ji aliyê Heşda Şeibî ve ku wekî neyar û faktorekî têkder lê dinêrin. Ew pêyî wan e ku Pêşmerge ne beşek ji sîstema berevaniya Iraqê ye, lewma serî ji bo birîna mûçe û bûdceya wê dibin. Lê pirsgirêka me ya herî mezin a navxweyî, kelaştina (derza) navbera Yekîtiyê û Partiyê ye di yeknekirina vê hêzê de. Dijminên Kurd her dem ev kelaştin ji bo berjewendiyên xwe mezin kirine.
Ji bo ku Pêşmerge bibe hêzeke parastinê ya rastîn, divê ji têgeha hizbayetiyê derkeve û întîmaya (dilsoziya) wê ji bo «niştiman, netewe û dewletê» be. Pêdivî ye ev hêz ji gendeliyê paqij bibe, perwerdeya modern bibîne û baştirîn çek û alavên leşkerî ji bo wê werin dabînkirin.
Yek ji qelsiyên herî mezin ên hikûmeta Herêmê, serederiya bi şêweya perçtekiryarî (kardanaweyî) ye li gel rûdanan. Girtina Tengava Hormuzê îhtîmaleke mezin e û divê Herêm alternatîfek ji bo vê rewşê hebe. Neyarên me (wek Tirkiye yan Iraq) dikarin di her demekê de dergehan li me bigrin, nexwe alternatîfa xwebijêviyê (xwerêvebirinê) çi ye? Li welatekî wek Qeter yan Îmaratê, yedekên (rezervên) zêde yên sotemenî û xorakê ji bo çendîn mehên dema şer hene, lê li Herêma Kurdistanê, di roja duyem a şer de, bihayê şûşeyek gaza malan çend qat zêde dibe. Ev nîşana xemsariya hikûmetê û çavbirçîtiya sermayedaran e.
Hikûmet divê berpirsiyar be di dabînkirina «ewlehiya xorak û ewlehiya gazê» de ji bo herî kêm şeş mehan. Nabe jiyana xelkê bikeve destê kompanyayên taybet (ehlî) ku tenê bîr li qezenca xwe dikin. Hikûmet divê di dema qeyranan de îdareya jiyanê bide, ne ku tenê di dema asayî de mûçeyan dabeş bike. Jiyana xelkê û aramiya bazarê faktorên sereke ne ji bo mayîna Herêmê di nav vê alۆziya siyasî ya navçeyê de.
Di nav vê hawkişeya aloz de, Herêma Kurdistanê li ber metrsî û kêşeyên mezin de ye. Hikûmeta Herêmê divê berpirsiyartir tevbigere, guh bide mirovên pispor û stratejiyeke nû ji bo manê birêje. Dema ku Îsraîl û Amerîka dixwazin nexşeya siyasî ya navçeyê biguherînin, Kurd divê amade bin da ku nebin qurbanî û wekî lîstikvanekî (karakterekî) sereke di hawkişeyê de bimînin. Pêşeroj ji bo wî aliyî ye ku xwedî yekîtiya navxweyî, aboriyeke xwebijêv û hêzeke nîzamî ya niştimanî ye. Her cure xemsariyek di van waran de, tê wateya vexwandina karesatê bo ser axa Kurdistanê. Pêdiviya me bi guherîneke bingehîn (rîşeyî) heye di şêwazê bîrkirinê û dewletdariyê de, çunkî garantiya manê tenê di hêza navxweyî de ye.
