• Monday, 20 April 2026
logo

Pirofîsorê Yarîdeder Dr. Sîrwan Enwer Mecîd li Hewlêrê: Kurdistan ne tenê axa petrolê ye, lê belê «selika xwarinê» ya tevahiya Iraqê ye û dikare di dema qeyranan de stratejiya «pişt bi xwe girêdanê» bişopîne

Pirofîsorê Yarîdeder Dr. Sîrwan Enwer Mecîd li Hewlêrê: Kurdistan ne tenê axa petrolê ye, lê belê «selika xwarinê» ya tevahiya Iraqê ye û dikare di dema qeyranan de stratejiya «pişt bi xwe girêdanê» bişopîne

Ji bo derbaskirina vê qonaxa hestiyar, divê Herêma Kurdistanê di sê qadên sereke de kar bike: dîplomasiyeke çalak, berevaniyeke lojîstîk, û aramiya aborî ya ku pişt bi şiyanên navxweyî girêdide.

Ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve, erkê Herêma Kurdistanê ye ku tenê bi kanalên klasîk (teqlîdî) nemîne, lê belê divê bazneya dîplomasiya xwe di asta navneteweyî de berfirehtir bike. Li vir xaleke bingehîn heye ku nabe piştguh kirin, ew jî pêşxistina hevkariya siyasî ye bi xwe Iraqê û hêzên bibandor ên di qada siyasî ya Bexdayê de. Pêwîst e Herêm peyameke zelal bigihîne aliyên Şîe û Sunne ku dûrketina Iraqê ji tevlîbûna di nakokiyên herêmî de, berjewendiyeke hevbeş e.

Derbarê aliyê serbazî de, divê em wê rastiyê qebûl bikin ku Herêma Kurdistanê wek qewareyeke federal di çarçoveya dewleteke wek Iraqê de kar dike. Iraq bi hemû pîweran niha wek «dewleteke şikestxwur» xuya dike ku heta nikare parastina serweriya asmanî ya xwe bike, nexasim parastina Herêmê. Di vê demê de, bijardeya herî baş bo Kurdistanê peyrewkirina bêalîbûneke bihêz e. Ev bêalîbûn ne bi wateya destvebestî û bêçaretiyê ye, lê bi wateya bihêzkirina şiyana bersivdayînê û bilindkirina asta perwerde û rahênana hêza Pêşmerge ye bi hevkariya lojîstîk a Amerîka û Hevpeymanan. Armanca vê pêngavê ew e ku Herêm wek hêzeke aram û beşek ji ewlehiya navneteweyî were nîşandan, ev jî tenê bi rêya navmaleke kurdî ya yekgirtî pêk tê.

Di qada aborî de, Herêma Kurdistanê xwediyê karteke bihêz e ku pir caran kêm tê dîtin. Kurdistan ne tenê axa petrolê ye, lê «selika xwarinê» ya tevahiya Iraqê ye. Ji ber axa wê ya bi berket û geşepêdana kerta çandinî û geştiyariyê, Herêm dikare di dema qeyranên navneteweyî de stratejiya «pişt bi xwe girêdanê» (xwebeskirin) bişopîne. Dema em dibînin ku ji ber nakokiyan metirsî li ser Tengava Hurmuzê çêdibe, pêgeha jeopolîtîk a Herêma Kurdistanê wek rêreweke alternatîf bo hinartina petrola Iraqê dibe pêşengî (ewlewiyet).

Li vir kaxezeke zextê ya girîng dikeve destê Hewlêrê. Niha ku Bexda ji bo hinartina petrola xwe pêdiviya wê bi boriyên Herêmê heye, dema herî baş e ku hikûmeta Herêmê daxwaza mafên darayî yên fermanberên Kurdistanê bike, ji wan jî vegerandina pileyên bilindkirinê (terfîat) wek Bexdayê. Heke Herêm bikaribe rojane 300 heta 600 hezar bermîl petrola Iraqê hinar bike, wê demê biha û giraniya vê petrolê di bazarên cîhanî de dê bibe du qat. Ev derfeteke zêrîn e daku Herêma Kurdistanê ne tenê aboriya xwe vejîne, lê belê Iraqê jî ber bi arasteyeke rast ve bibe, ne ku tenê li benda biryarên Bexdayê bimîne.

Di dawiyê de, parastina qewareya Herêma Kurdistanê girêdayî hevsengiyeke hûr e di navbera hêza navxweyî û zîrekiya dîplomatîk de. Bihêzkirina kerta çandinî û geştiyariyê, pêşxistina şiyanên Pêşmerge û bikaranîna kaxiza enerjiyê wek amrazeke zextê, dikare Kurdistanê ji herêmeke çaverêkirî biguhere bo lîstikvanekî sereke û biryarder di nav hevkêşeyên aloz ên Iraq û navçeyê de. Herêmeke ku bêalîbûna wê ji cîhê hêzê be, ne qelsiyê, dikare garantiya mana xwe ya bi rûmet û jiyaneke hêja bo hemwelatiyên xwe bike.

Top