• Monday, 20 April 2026
logo

Mîsal Alûsî, Siyasetmedarê Navdar ê Iraqê: Divê em pesnê modela Kurdistanê bidin ku bi hişmendiyek kêmwêne karî ji tengasiya pevçûnên navxweyî yên navbera netewe û olan rizgar bibe.

Mîsal Alûsî, Siyasetmedarê Navdar ê Iraqê: Divê em pesnê modela Kurdistanê bidin ku bi hişmendiyek kêmwêne karî ji tengasiya pevçûnên navxweyî yên navbera netewe û olan rizgar bibe.


Mîsal Alûsî, Siyasetmedarê Navdar ê Iraqê: Divê em pesnê modela Kurdistanê bidin ku bi hişmendiyek kêmwêne karî ji tengasiya pevçûnên navxweyî yên navbera netewe û olan rizgar bibe.

 

Mîsal Alûsî, wekî siyasetmedarekî pilebilind ê Iraqê û damezrînerê Partiya Umme ya Iraqî tê naskirin. Ew yek ji wan kesayetên niştimanî ye ku her dem bi wêrekiya di derbirînê de û bi zelaliya dîtinên xwe di rewşên herî dijwar de hatiye naskirin. Alûsî wekî dengekî pêşeng ji bo çespandina dewletek medenî û sekuler (laîk) di siyasetê de tê naskirin; ev jî li ser bingeha dîrokek dûr û dirêj a xebatê ye ku ji rûbirûbûna dîktatoriyê li dervayî welat dest pê kiriye û bi rola wî ya çalak di avakirina pêvajoya siyasî ya piştî sala 2003an de gihîştiye lûtkeyê.

Beşdariya wî di gotûbêja vê carê ya «Bazneya Gotûbêjê» de (Kurdistan di nav gêjava şerekî nexwestî de), ne tenê zêdekirinek kalîteyî bû, belkî xwendinek stratejîk a kûr bû ku ji ezmûnek dewlemend serkanî girtibû. Li wir şîroveyek hûr ji bo wan metarsiyên ku herêmê dorpêç kirine pêşkêş kir û bi vî rengî dîtin û nêrînên xwe anîn ziman:

"Di destpêkê de, ez sipasiya xwe ya ji dil pêşkêşî Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya «Partî»ya ezîz dikim ku ev derfeta zêrîn ji bo me rexsand, da ku em pira gotûbêjê bi vê bijardeya rewşenbîr, mamoste û kesayetên birêz re ava bikin. Hebûna min di nav we de, di cewher de hewldanek e ku ez ji kaniya zanist û ezmûnên we yên kûr sûd werbigrim.

Em îro di nav vê şerî de li pêşberî dîmenekî jeopolîtîk ê pir aloz in, ku bi hilperîna hevrikiyek stratejîk a berfireh tê naskirin; hevrikiyek ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi awayekî pir eşkere û bi mîtodokî fermî yê nû rêberiya wê dike. Heke em dîroka nêz bînin ziman, em dibînin ku rejîma Îranê xwediyê dîtineke îdeolojîk û siyasî ya kûr e. Ev dîtin tu carî ji derdora xwe qut nabe, belkî bi berjewendiyên bingehîn ên Sûriye, Iraq û herêma Kendavê re yek girtiye û carinan jî li hev ketiye, heta gihîştiye asta rûbirûbûna bi ajandayên navdewletî yên mezin re.

Girîng e em tekez bikin ku motora sereke ya van hevrikiyan «zimanê berjewendiya pragmatîk» e. Dîrokê ev yek tomar kiriye, bo nimûne di dema şerê Iraq û Îranê de, Îranê pêdivî bi çekan hebû, vê pêdiviyê wiha kir ku peymana kirîna çekan bi Îsraîlê re îmze bike. Ev jî îsbat dike ku şer di naverok de ne tenê pevçûnên demkî ne, belkî hevrikiya serdestiyê ne. Îro em dibînin ku îdareya Amerîkayê bi serokatiya Trump û tîma wî, «bernameya nukleerî ya Îranê» wekî xeta sor diyar kirine. Nexwe, agirê vê şerî baciya hewldanên bêrawest ên Îranê ye ji bo bidestxistina projeya nukleerî.

Şer, bi hemû wan malwêraniyên ku bi xwe re tîne, bi tu awayî bijardeyek dilxweşker nîne. Em li Herêma Kurdistanê û bi giştî li Iraqê, her dem yek ji wan gelan bûn ku herî zêde ziyan ji encamên şeran dîtine. Lê di dawiya her hevrikiyekê de, ji bo me diyar dibe ku aliyên şerker piştî ji destdana sermaye û demeke zêde, vedigerin ser maseya gotûbêjê. Lê kêşeyên Kurdistanê tenê bi hevrikiya niha an bi serokwezîrekî diyarkirî ve ne girêdayî ne, belkî êşeke bingehîn e ku ji rehma «Peymana Sykes-Picot» serkanî girtiye. Ew peymana ku bi temaya împeryalîzma Ewropî hatibû daristin, sînorên destkir bi ser me de sepand û gelên herêmê xiste nav pevçûneke berdewam.

Ew rastiya ku em îro tê de dijîn, di rastiyê de «împeryalîzma nû» ye bi wêneyê xwe yê herî bedew, ku temamkerê wê dîrokê ye ku împeryalîzma kevin dest pê kiribû. Ji ber wê divê em bi hûrî haydar bin ku em hîn jî baciya dabeşkirineke nexşeyî didin ku sedsalek berê hatibû danîn. Ev yek dihêle ku em rêzên xwe yek bixin û bi temamî qebareya wan kêşeyên hebûnî yên ku rûbirûyî herêma me dibin, fêm bikin.

DYA, bêyî tu rikaberekî, di lûtkeya dîmenê cîhanî de wekî hêza herî mezin a gerdûnî û aboriya herî mezin a dewletê tê dîtin. Lê Washington di cewherê tevgerên xwe yên siyasî de, xwe bi sînorên «cîhana xeyalî» ve nabêje ku li ser bingeha maf û erkan an biryarên Neteweyên Yekbûyî hatine avakirin, belkî li gorî realîzmeke siyasî ya hişk dilive da ku çemkên serdestî, berjewendiya xwe û sepandina mercan bi ser yên din de biçespîne.

Ev rêçka pragmatîk wiha kiriye ku îro Yekîtiya Ewropa û DYA di rewşeke dijberiya stratejîk de bin, ji ber ku dîtina Amerîkayê wiha ye ku Ewropa hêzeke hilberîner a paşveçûyî ye. Heke parzemîna Ewropayê bi wê hemû giraniya xwe ya dîrokî ve di balansa îdareya niha ya Amerîkayê de cihê xwe winda kiribe, nexwe divê rewşa welatên wekî Iraq û Îranê di terazûya berjewendiyên Amerîkayê de çawa be?

Di nav balansa vê gerdêlê de, pirsa gelê Kurd ser hildide ku bi destê encamên van hevrikiyên navdewletî naliye û dinale. Her çend dibe ku Kurd di nav sînorên siyasî yên fermî yên Iraq an Sûriyê de wek «kêmar (minore)» werin dabeşkirin, lê wek netewe û gel, nîşanderê rastiyeke cografî, siyasî û dîrokî ya mezin in. Dibe ku yek ji nîşaneyên herî diyar ên gihîştina di karwana niha ya Kurd de, hişmendiya serokatiya siyasî be ku biryar da xwe ji têvegelana di vî şerê metarsîdar de dûr bixe, berevajî hinek aliyan li Bexdayê ku bi daxekê ve hewl didin Iraqê ber bi têvegelanekê ve bikişînin ku nifşên paşerojê dê baciya wê bidin.

Êşa Kurdan li Kurdistanê, dengvedan û berdewamiya êşa Kurdan e li welatên herêmê ku li wir rûbirûyî rejîmekê dibin ku di pişt perdeya propagandaya medyayî ya xapînok de, di rewşeke tirs û şiloveyê de dijîn. Îran îro di rewşeke neasayî de şer dike û bi her awayî hewl dide mercekî baştir ji bo gotûbêjê an qerebûya aborî bi dest bixe da ku sîstema xwe rizgar bike. Wek ku di daxuyaniyên Amerîkayê de diyar dibe, Tahran di rastiyê de li dergehekî digere ji bo bidawîkirina wî şerê wêranker. Daxwaza bidawîkirina pevçûnê, ne kêmasiyeke siyasî ye, belkî naskirina rastiya tal e û pêdiviyek e ji bo parastina tiştê ku ji şiyan û samana gelan maye.

Xwendineke hûr ji bo siruşta niha ya Îranê, tirseke kûr û berdewam ji tevgerên rizgarîxwaz ên neteweyî yên navxweyî nîşan dide. Bi dîtina min, Îran wiha li her du pêkhateyên neteweyî «Belûç» û «Kurd» dinêre wekî du regezên zindî yên ku dibe ku gefê li projeya wê bixwin. Ev dilaşobî ji tirseke rastîn serkanî digire, ew jî tirsa têkşikandina wê serdestiya îdeolojîk û siyasî ye ku sepandiye.

Ji vir ve, erka li ser milê me wekî hêzên siyasî û fikrî ew e ku em ji zimanê şer bilindtir bin. Ez her dem yek ji wan bûm ku bawer dikim şer çarenûseke neçar nîne. Min bi xwe baciya herî mezin daye ji ber qenaeta xwe ya qahîm ku aştî tenê penaha gelan e. Dîtina min ji bo aştiyê ji sînorên klasîk derbas dibe. Ez aştiyek giştgir dixwazim ku naskirina «yê din» li xwe bigire, dûrî çemkên kîn û nefretê. Fikrê mirovî yê gihîştî, piçûkdîtina «Cihû» an «Mesîhî» an xwediyê her baweriyek din qebûl nake. Civakên pêşketî li ser bingeha qebûlkirina cudahiyan ava dibin. Îro em dibînin ku daxwaza aştiyeke rastîn di navbera Tahran û paytextên herêmê de bûye pêdiviyekî lezgîn.

Heke em bixwazin bi realîzmeke siyasî rastiyê destnîşan bikin, divê em qebûl bikin ku navê «dewleta destdirêjkar» bi ser cografyaya herêmê de dabeş bûye. Tirkiye, Îran û Îsraîl, heta dewleta Iraqê jî di nav hişmendiya Kurd de, û rejîma Sûriyê di dîtina Lubnanî û Kurdî de, hemû ew qewar ne ku di qonaxên cuda de rola destdirêjkar lîstine. Derbaskirina vê qonaxê pêdivî bi wêrekiyeke siyasî heye da ku em ji dirûşmên hestiyar ber bi avakirina asoyekî pratîkî ve herin. Li vir ez bi kovan ve dipirsim: Ma em li hemberî Tirkmenan dadperwer bûn? Ma Sunne di Iraqa îro de di bin siya heman wê aramiya ku berê wekî tenê cemsera desthilatê hebû, dijîn? Ev pirs wiha li me dikin ku em pesnê modela Kurdistanê bidin, ku karî bi hişmendiyek kêmwêne ji tengasiya pevçûnên navxweyî rizgar bibe.

Ez heta niha jî bi heyranî li ezmûna Herêma Kurdistanê dinêrim di dabînkirina aştiya neteweyî de. Çawa Bereya Kurdistanî di sala 1991ê de karî di şev û rojekê de lêborîna giştî derbixe û di ser talîyên rabirdûya bixwîn re baz bide? Neyarên duh bûn şirîk di avakirina niştimanekî de; ev ew gihîştina siyasî ye ku di gelek paytextên herêmê de tune ye.

Wekî welatiyekî Iraqî ku hilgirê fikrê lîberal û sekuler im, ez bawer dikim ku tenê rê ji bo rizgarkirina tiştê ku maye, çûyîna ber bi konfîderalîzmê ve ye. Ev fîderalîzma niha «fîderalîzmeke îflîc» e; ne navendiyek bi hêz e û ne jî yekîtiyeke (îtîhadî) rastîn e. Min ev proje di sala 2006an de di nav meclîsa nûneran de pêşkêş kir, lê mixabin hinek hevkaran fêm nekir ji ber ku cudahiya navbera fîderalîzm û konfîderalîzmê nedizanîn.

Krîza hukmranî li Bexdayê di «pozbilindî» û nebûna dîtineke siyasî de kurt dibe. Li vir bîranînek tê bîra min: Dema min bi yek ji serokwezîrên berê yên Iraqê re behsa derengketina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê kir, wî soz da ku di nav çend rojan de çareser bike, lê paşê poşman bû bi wî hincetî ku yek ji serkirdeyên Kurd «tuwît»ek belav kiriye û tê de şanazî bi Kurdistanê kiriye. Ma aqil qebûl dike ku debara gelêkî û çarenûsa sîstemeke siyasî bi tuwîtekê ve were girêdan? Ev aqiliyeta tolevarkirinê dewletê ava nake.

Li hember de, giraniya serokatiya Kurdistanê di mantiq û hişmendiya Cenabê Mesûd Barzanî û serkeftina Cenabê Mesrûr Barzanî di birêvebirina hikûmetê de diyar dibe. Ji derveyî hestan, amarên aborî û pêgeha navdewletî ya Herêma Kurdistanê niha bi gelek qonaxan ji Bexdayê pêştir e. Hewlêr serkeftî bû di avakirina têkiliyên stratejîk bi welatên Kendav, Washington û Berlînê re, heta gihîştiye astekê ku cîhan bêtir baweriyê bi Herêmê tîne ne wekî navendê.

Li vir bûyerek di lîjneya têkiliyên derve ya parleman de tê bîra min, dema ku hevalê me yê rehmetî Ednan es-Sedî ji balyozê Almanyayê pirsî: Çima hûn çekên wek (mûşekên Mîlan) didin Kurdan lê nadin Bexdayê? Bersiva balyozê Almanyayê pir zelal bû, got: «Dema em çekan didin Kurdan, em bi piştrastî dizanin diçin ku û çawa tên bikaranîn, lê dema em didin Bexdayê, tu garantiyeke me tune ku çarenûsa wan dê bi ku ve biçe». Ev daxuyanî nîşaneyeke kurt e ji bo asta baweriya navdewletî ku Herêm xwedî ye.

Serkeftina Herêma Kurdistanê bûye sedema «hesûdî û dilaşobî» li cem hêzên desthilatdar ên Bexdayê. Her çend ez dizanim DYA dewletek împeryalîst e û li dû berjewendiyên xwe ye, lê hîn jî wekî hevpeymanê yekem û lîstikvanê herî bi hêz dimîne. Li gorî hemû agahiyan, ez pir geşbîn im ji bo paşeroja Kurdistanê wekî qewarekî serkeftî û aram, di dema ku ez pir nîgeram im ji bo paşeroja Iraqê.

Ez pir kêfxweş im ku beşdar im di vê gotûbêjê de. Hevkêşeyên herêmê piştî bûyerên 7ê Cotmehê tûşî erdhejeke rastîn bûn. Benjamin Netanyahu nexwestibû bikeve nav «şerê têkşikandina hestiyan» bi Îranê re, lê 7ê Cotmehê ev hevkêşe guhert. Ez bi zimanekî erebî yê paraw dibêjim: Piştgirîkirina Kurdistanê, piştgirîkirina Bexdayê ye. Heke modela ezmûna Kurdistanê serkeftî be, em dikarin li Bexdayê jî sîstemeke siyasî ya mirovî û dadperwer ava bikin.

Di dawiyê de, tevî mij û morana li Iraqê, ez pir geşbîn im bi paşeroja Kurdistanê wekî minareyeke aramî û serkeftinê."

Top