• Monday, 20 April 2026
logo

Prof. Dr. Sîrwan Ereb Siyan li Zanîngeha Selahedîn: Ger Iraq nekaribe rê li ber van êrişên dronî û moşekî bigire, wê demê mafê rewa yê Kurdistanê ye ku bi her awayî bergîriyê li qeware û gelê xwe bike

Prof. Dr. Sîrwan Ereb Siyan li Zanîngeha Selahedîn: Ger Iraq nekaribe rê li ber van êrişên dronî û moşekî bigire, wê demê mafê rewa yê Kurdistanê ye ku bi her awayî bergîriyê li qeware û gelê xwe bike

Prof. Dr. Sîrwan Ereb Siyan li Zanîngeha Selahedîn: Ger Iraq nekaribe rê li ber van êrişên dronî û moşekî bigire, wê demê mafê rewa yê Kurdistanê ye ku bi her awayî bergîriyê li qeware û gelê xwe bike

Her ji destpêka hilbijartina girjiyên nû yên navçeyê, Cenabê Serok Mesûd Barzanî, Serokatiya Herêmê û Serokatiya Hikûmetê, bi zelalî u  bêyî perde ragihandine ku Herêma Kurdistanê nabe alîgir di tu şerekî de û parastina ewlehiya navçeyê li serûyê hemû karên herî pêşîn e (ewlewiytan) e.

Lê belê ya cihê daxê ye, ev peyama zelal a Hewlêrê ji aliyê hinek hêzên neyar ve bi şaşî hatiye fêmkirin. Milîsên deryasayî yên nav Iraqê û hêzên tundrew ên derveyî sînor, berdewam hewl didin vê xweşguzeranî û aramiya Herêma Kurdistanê têk bidin. Dema ku amar amaje bi encamdana zêdetirî 500 êrişên moşekî û dronî bo ser axa Herêmê dikin, ew nîşana wê ye ku şerekî ranegihandî dijî serkeftinên Kurdistanê hatiye destpêkirin. Ev êriş ne tenê armancên serbazî ne, belku êriş in bo ser geşepêdana aborî, kerta weberhênanê û wê jîngeha aram a ku welatiyên Herêma Kurdistanê tê de dijîn. Neyar çavên wan bi wan pêşkeftinan ranabe ku li Herêmê bi dest hatine, lewma dixwazin Kurdistanê bikin beşek ji wê wêrankariya ku beşên din ên Iraqê girtiye.

Li vir berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê hikûmeta fîdral a Iraqê. Nabe Bexda tenê wek temaşevanekê li wan destdirêjiyan binihêre ku li ser beşekî sereke ji axa wê têne kirin. Bêdengiya Iraqê li hember wê aşûba ku bi Herêma Kurdistanê tê firotin, mezintirîn metrsî ye bo ser paşeroja dewletbûnê li Iraqê. Wek serokatiya siyasî ya Kurdistanê hişyarî daye, «sebira û aramiya gelê Kurd sînorê wê heye». Ger Iraq nekaribe rê li ber van êrişên dronî û moşekî bigire, wê demê mafê rewa yê Kurdistanê ye ku bi her awayî bergîriyê li qeware û gelê xwe bike û rê li ber her destdirêjiyekê bigire ku bixwaze rûmeta vê Herêmê bişkênîne.

Di rehendekî din de, aboriya Iraqê bi giştî li beramberî ceribandineke giran e. Piştbestina mutleq a Bexdayê bi dahata neftê, di demekê de ku bazarên cîhanî ber bi neîstîqrariyê ve diçin, bargiraniyek mezin drust kiriye. Li vir careke din girîngiya jeopolîtîk a Herêma Kurdistanê dertêve holê. Iraq piştî demeke dirêj ji hevrikiya siyasî, niha hest bi wê yekê dike ku bo hinartina nefta xwe û rizgarkirina aboriya xwe, pêwîstiyeke wê ya jêneger (hetmî) bi boriya nefta Kurdistanê heye. Vegera Bexdayê bo bikaranîna boriyên Herêmê ber bi bendera Ceyhanê, nîşana wê ye ku seqamgiriya Herêma Kurdistanê, garantiyek e bo manەوەya aboriya tevahiya Iraqê.

Di dawiyê de, ew şer û grftên ku navçeyê girtine, tu kes jê bêpar nabe, çi bi awayekî rasterast be yan nerasterast. Erka hemû hêzên navdewletî û îqlîmî ye ku hewl bidin van hevrikiyan sînordar bikin. Ger hikûmeta Iraqê nekaribe, yan nexwaze parastina Herêma Kurdistanê bike, wê demê Herêm divê serî li navendên navdewletî, Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Dadê ya Navdewletî bide bo daxwazkirina parastinê (parêzbendî). Parastina Herêma Kurdistanê tenê erka Kurd nîn e, belku parastina dawîn sengera aramî û demokrasiyê ye li Iraqê. Bêلایeniya Herêmê xala bihêz a me ye, lê belê ev bêlayenî nabe bibe fersendek bo neyaran da ku bi bêbakî êriş bikin ser xelkê sivîl û jêrxana welatê me. Parastina vê ezmûnê, parastina paşeroja nifşên dahatû ye.

Top