• Monday, 20 April 2026
logo

Şivan Hemdî, endamê Bazneya Gotûbêjê: Ev şer bi aştiyê li ser maseya gotûbêjê bi wateya hevsengiya navbera her du aliyan bi dawî nabe

Şivan Hemdî, endamê Bazneya Gotûbêjê: Ev şer bi aştiyê li ser maseya gotûbêjê bi wateya hevsengiya navbera her du aliyan bi dawî nabe

Şivan Hemdî, endamê Bazneya Gotûbêjê: Ev şer bi aştiyê li ser maseya gotûbêjê bi wateya hevsengiya navbera her du aliyan bi dawî nabe

 

Şivan Hemdî, endamê Bazneya Gotûbêjê û endamê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye و rêveberê Ajansa Nûçeyan a Zagrosê ye. Di gotûbêja vê carê ya «Bazneya Gotûbêjê» de (Kurdistan di nav gêjava şerekî nexwestî de), bi vî rengî dîtin, nerîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.

Ji piştî Cenga Cîhanê ya Duyemîn ve heta niha, ji bo cara yekem e ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dibe aliyekî sereke yê şerekî mezin û vekirî yê cîhanî, bêyî ku pêdiviya wê bi «biryara Encumena Ewlekariya Navdewletî, hevpeymaniya navdewletî, an razîbûna Kongreyê» hebe. Her wiha ji bo cara yekem e ku Amerîka gefê li Hevpeymaniya Leşkerî ya Bakurê Atlasî (NATO) dike, ku zêdetirî 80 sal in bixwe serkêşiya wê dike. Ev jî bêguman guherîneke ewqas mezin û ecêb e ku bixwe serokên NATOyê û dewletên Yekîtiya Ewropayê tûşî şokê kiriye û cîhan gihandiye wê baweriyê ku ew rewşa nû ya ku Trump aniye holê, bi zanyariyên kevin nayê şirovekirin.

Di koruma vejenê ya «Amerîka û Sûriyeyê» de ku roja 26ê Adara 2026an li Enstîtuya Atlantîkê hat lidarxistin, Tom Barack nûnerê Serok Trump ji bo Sûriye, Libnan û Iraqê, ew serpêhatiya ji amadebûyan re vegot ku çawa Mihemed bin Selman, Ehmed Şerî serokê Sûriyeyê wek mêvan biriye cem Serok Trump. Her wiha behsa wê yekê jî kir ku çawa Trump piştî hevdîtinê gotiye «Ehmed Şerî ciwanekî jêhatî ye û divê piştgirî lê bê kirin». Ji vê jî zêdetir, Barack behsa wê kir ku her welatekî bixwaze têkiliya wî ligel Amerîkayê baş be, divê mercên pêşwext qebûl bike.

Ev her du bûyer wê ji me re dibêjin ku ew şerê niha Amerîka û Îsraîlê dest pê kirine û bandorên wî yên leşkerî tevahiya Rojhilata Navîn girtiye û bandorên wî yên aborî seranserê cîhanê girtiye, hemû nîşan didin ku ev şer bi aştiyê li ser maseya gotûbêjê bi wateya hevsengiya navbera her du aliyan bi dawî nabe. Her wiha mîna şikesta Viyetnamê jî bi dawî nabe ku Amerîka dorbêjiya xwe rabigihîne û vekişe, belku wek JD Vance cîgirê serokê Amerîka û Steve Witkoff serokê tîma danûstandinan ligel Îranê bi eşkere û bi zelalî tekez li ser dikin û dibêjin «Em ê hêzê bikar bînin daku serî bitewînin û bên ser maseya danûstandinê», ku ev jî wek hildana ala spî tê hesibandin.

Di nav vê rastiyê de, Kurdistan bi giştî û Herêma Kurdistanê wek qewareyeke destûrî li Iraqê, ketiye nav vî şerê nexwestî. Wek em dibînin zêdetirî mehekê ye bi berdەwamî em dibin armanca rokêtên balîstîk ên Îranê û mûşek û dronên xwekuj ên hêzên Heşda Şeibî. Di beramber de jî cenabê Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi eşkere ji hemû cîhanê re ragihandine ku Herêma Kurdistanê ne beşek e û nabe beşek ji vî şerê sepandî yê ku pêsîra Herêma Kurdistanê û herêmê girtiye. Lê mixabin li ser asta her du dewletên Iraq û Îranê heta niha rêz li vê bêalîbûna Herêma Kurdistanê nehatiye girtin.

Kêşeya sereke ya Herêma Kurdistanê ew e ku heta niha «bi nav» herêmeke federal e di çarçoveya dewleta Iraqê de, lê wek Faiq Zêdan serokê Encumena Dadweriya Iraqê bi eşkere di nameya xwe de bi sernavê «Ragihandina rewşa şer ji aliyê destûrî ve» amaje pê kiriye, Iraq wek dewlet bêyî rênimayên destûrî heta niha «biryara şer» ranegihandiye, lê milîs û hêzên Heşda Şeibî biryara şer ragihandine û Iraq kirine beşek ji şer. Ev peyama metirsîdar a Zêdan bi zelalî nîşan dide ku niha bi kiryarî saziyên dewleta Iraqê (Serokkomarî, Serokatiya Parlemanê, Encumena Wezîran) hatine sirkirin û biryara çarenivîssaz di destê milîsên Bereya Berxwedana Îslamî û hêzên Heşda Şeibî de ye. Wan biryar daye ku hemû Iraq ligel Herêma Kurdistanê jî bibe beşek ji vî şerê nexwestî û bi kiryarî jî rojane êrîşî me dikin û şer bi me difiroşin.

Nexwe, wek çawa cenabê Serok Barzanî dibêje: «Êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi telefon û derxistina daxuyaniyan hincet bo wan nayên dîtin», nexwe li ser asta Herêma Kurdistanê jî, bihêzkirina helwesta bêalîbûnê di vî şerî de bi daxuyanî an dubarekirina «em bêalî ne û ev şerê me nîne» hincet bo nayê dîtin, belku pêdivî bi wê heye ku hemû partiyên siyasî û hemû netewe û olên cuda yên Kurdistanê nexşerêyekê deynin daku bi hev re berevaniyê li qewariya siyasî ya Herêma Kurdistanê bikin. Li vir ez amajeyê bi çend xalan dikim:

Çawa şerê li dijî terorîstên DAIŞê li ser me hat sepandin û em neçar bûn berevaniyê li hebûna xwe bikin, nexwe niha jî rojane em guh lê dibin ku milîsên Bereya Berxwedana Îslamî çawa gefê li Herêma Kurdistanê dikin. Ji bo vê em pêdivî bi wê ne ku hemû partiyên Kurdistanî bi lez di bin sîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê de bicivin û bi yek dengî piştgiriyê li helwesta bêalîbûnê û berevanîkirina ji bêalîbûna Herêma Kurdistanê bikin.
Di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de piştî berxwedana qehremanane ya hêzên Pêşmerge, civaka navdewletî alîkariya me kir. Ji bo niha jî giring e hemû hewildanên dîplomatîk bên bikaranîn û civaka navdewletî bi taybetî dewletên Yekîtiya Ewropayê, metirsiya vî şerî ya li ser Herêma Kurdistanê ji bo wan bê zelalkirin.
Em behsa şerekî nexwestî û îhtîmala berevanîkirina ji helwesta bêalîbûna Herêma Kurdistanê dikin, lewma ev rewş ferz dike ku hêza Pêşmergeyê Kurdistanê wek yek hêza niştimanî ya yekgirtî di çarçoveya ferman û biryara Serokê Herêma Kurdistanê de be, ku ew fermanndeyê giştî yê hêzên çekdar e, û pabendî biryarên Wezareta Pêşmerge bibe û yek fermanê bi cih bîne.
Di dawiyê de tekez dikim ku giring e hemû alî bi bêalîbûnê ve pabend bin, lê ji wê giringtir ew e ku em hemû bi hev re berevaniyê li helwesta bêalîbûna Herêma Kurdistanê bikin.

Top