• Monday, 20 April 2026
logo

Ferhad Mihemed, endamê Bazneya Gotûbêj: Cîhan di qonaxekê re derbas dibe ku hemû saziyên navneteweyî ber bi jihevketinê ve diçin

Ferhad Mihemed, endamê Bazneya Gotûbêj: Cîhan di qonaxekê re derbas dibe ku hemû saziyên navneteweyî ber bi jihevketinê ve diçin

Ferhad Mihemed, endamê Bazneya Gotûbêj: Cîhan di qonaxekê re derbas dibe ku hemû saziyên navneteweyî ber bi jihevketinê ve diçin

Gulan Medya
6ê Nîsana 2026an
Rapor

Ferhad Mihemed, endamê Bazneya Gotûbêj û endamê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û sernivîskarê kovara Gulan e. Di gotûbêja vê carê de ya bi sernavê «Kurdistan di nav gêjava şerekî nexwestî de», nêrîn û dîtinên xwe bi vî rengî anîn ziman:

Cîhan di qonaxekê re derbas dibe ku hemû saziyên navneteweyî ber bi jihevketinê (hilweşînê) ve diçin; tam wekî sernavê Konferansa Ewlekariya Cîhanî ya ku di sibata îsal de li Munchenê hat lidarxistin «Bero bi jihevketinê Under Destruction». Ev konferans piştî mehekê ji ragihandina Borda Aşitiyê «Board of Peace» hat lidarxistin, ku Donald Trump serokê wê yê herdemî ye û bi tenê desthilata biryardanê heye.

Mebesta vê «Borda Aşitiyê» ew e ku ev bord dê bibe cîgira hemû saziyên navneteweyî, ji Neteweyên Yekbûyî û Encumena Ewlekariyê bigire heta hemû ajansên wan. Her wiha dê bibe cîgira hemû hevpeymaniyên serbazî û aborî, wekî Hevpeymaniya Atlandîka Bakur (NATO) û Yekîtiya Ewropaya niha. Ev bord ji bo hemû dewletên cîhanê vekirî ye ku bi daxwaza xwe bibin endam, da ku bi hev re biryarên giran û diyarker li ser kêşeyên cîhanî bidin. Karê yekem û yê pratîkî yê vê bordê bi jinûve avakirina Xezeyê dest pê dike ku 5 milyar dolar jê re hatine veqetandin û ev bord bixwe dê çavdêriya xercê wê bike. Ev jî tê wê wateyê ku guhertinên vê carê yên pergala cîhanî ji Rojhilata Navîn dest pê dikin.

Piştî Xezeyê, bernameya Donald Trump a ku bi eşkere û bêyî veşartin ragihandiye ku «Em ê dewletên herêmê mezintir ava bikin», niha bi pratîkî Tom Barrack, nûnerê taybet ê serok Trump, wekî hakimê sivîl ê «Lubnan, Sûriye û Iraqê» diaxive. Di korfenda «Enerjiya Amerîkî – Sûriye» de ku di 26ê Adara 2026an de li Enstîtuya Atlantîkê hat lidarxistin, bi eşkereyî derbarê Sûriyeya niha de got: «Kê texmîn dikir ku piştî ketina rejîma Esed û tenê di nava 18 mehên bin serokatiya Ehmed Şer' de, Sûriye bigihîje vê asta bilind a aramiya ku em bikaribin niha behsa veberhênanên mezin di kerta enerjiyê de bikin». Ev jî tê wê wateyê ku Sûriye niha nerastewast di bin mandata Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ye.

Derbarê Iraqê de jî, bêguman her kes agahdar e ku Donald Trump tenê bi tuwîtekê di medyaya civakî de hemû pêvajoya siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmetê rawestand û bi eşkere ragihand: «Iraq dewletek mezin e, lê nizanin xwe bi rêve bibin û nabe Nûrî Malikî ji bo serokwezîrtiyê were hilbijartin». Ev tuwît ev çend meh in pêvajoya siyasî ya Iraqê rawestandibû, lê niha dixwazin careke din parlamena Iraqê bicive û berevajî daxwaza Amerîkayê serokkomar hilbijêrin û ber bi pêkanîna hikûmeta bê ve gavan biavêjin, ku ev gav xuya nake ji bo Iraqê bi xêr biqeve.

Navok û faktora sereke ya vê şerê niha li Rojhilata Navîn hilhatî, tênegihiştina ji çemkê «Sepandina aşitiyê bi zora hêzê - peace through strength» e. Ev jî bi eşkere tê wê wateyê ku heger daxwazên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê neyên cih, ew ê bi zora hêzê wan bi cih bîne. Ev gotar ji piştî Şerê Cîhanî yê Duyem di sala 1945an de, çemkekî xerîb e ji bo siyaset û peywendiyên navneteweyî û heta ji bo prensîbên NATO û destûra Yekîtiya Ewropayê jî. Di Korfenda Aborî ya Cîhanî (Davos) de ku îsal di meha kanûnê de hat lidarxistin, Ursula von der Leyen, Seroka Komîsyona Yekîtiyê, ji hemû cîhanê re ragihand ku niha Yekîtiya Ewropayê di nav şerekî mezin ê «aborî û bazirganî» de ye ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û divê çareserî jê re were dîtin. Her wiha dewletên NATOyê jî dîsa ketine bin zextê ku divê pişka xwe ya darayî ji bo hevpeymaniyê ber bi %5ê dahata giştî ya dewletên endam ve bilind bikin. Donald Trump bi serbilindî dibêje «Tiştê min xwestiye, wan bi cih aniye». Ev rastî ji me re dibêje: Dewletên NATO û Yekîtiya Ewropayê hêdî hêdî ji çemkê aşitiyê bi zora hêzê fam dikin, lê hîn li ser asta Rojhilata Navîn hinek dewlet hene ku naxwazin wekî xwe ji vê têgehê fam bikin!

Heger di nav van hemû guhertinên mezin de em li ser Herêma Kurdistanê rawestin, ku niha ketiye nav şerekî nexwestî û di nav vî şerî de Herêma Kurdistanê li ser asta Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmetê bi fermî bêalîbûna xwe ragihandiye û gotiye em nabin beşek ji vî şerî; wê demê divê her kes ji vê helwestê fam bike ku binpêkirina bêalîbûna dewletekê an qewareyekê di nav şerê navbera dewletan de ne karekî hêsan e. Divê bîr li mekanîzmayekê were kirin ku bergiriyê li helwesta «bêalîbûna di şer de» bike. Niha li ser asta hemû Kurdistanê piştgiriyeke mezin ji bo parastina bêalîbûna Herêma Kurdistanê di amadebaşiyê de ye. Li ser asta navneteweyî jî, heta niha di warê dîplomatî û siyasî de piştgiriya Herêma Kurdistanê roj bi roj zêde dibe. Lê piştgiriya siyasî û dîplomatî bi tenê têrê nake, belku divê veguhere gavên pratîkî. Wekî ku Tom Barrack di korfenda enerjiya Amerîkî û Sûriyeyê de bi eşkere got: «Li Iraqê, Herêma Kurdistanê ne pirsgirêk e, lê pirsgirêk di wê de ye ku Herêm xwedî saman û gelê xwe ye, lê hikûmeta federal dest datîne ser dahatan û tenê birrekî (beşekî) 'veqetandî' li gorî daxwaza navendê ji bo herêmê dibre, ku ev ti peywendiya wê bi bingeha rastîn a dabeşkirina dahatan re nîne. Di encama vê de, Herêm ketiye bin zexta proseya budceyê ku ti desthilata wê li ser nîne, bîstî (belku) rûbirûyî çendîn ambargo û cezayan jî dibe... Ji vê zêdetir, ez nabêjim hikûmeta Iraqê bi kêfa xwe tevdigere, lê mîlîşyayên çekdar di nav hikûmetê de bi cih bûne, Herêma Kurdistanê û kompanyayên petrolê bombardiman dikin, ku ev nayê qebûlkirin».

Top