• Thursday, 23 April 2026
logo

Li Helebê piştî ahenga Newrozê êrişî Kurdan kirin

Gulan Media March 22, 2026 Nûçe
Li Helebê piştî ahenga Newrozê êrişî Kurdan kirin

 Piştî vegera ji ahenga Newrozê, hejmarek welatiyên Efrînê li parêzgeha Helebê rastî êrişa bi dehan welatiyên Sûriyeyî hatin û heqaret li welatiyan hat kirin.

Di beşek ji wêne û vîdyoyên bûyerê de diyar dibe ku welatiyên Ereb camên otomobîlan dişikînin û heqaretê li Alayî Kurdistanê jî dikin.

Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyeyê (PDK-S) Muslim Mihemed, ji parêzgeha Helebê ji Rûdawê re ragihand ku îro saet 10:00ê sibehê li taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê ahengeke taybet a cejna Newrozê hatiye sazkirin.

Muslim Mihemed da zanîn ku nêzîkî 10 hezar kes beşdarî ahengê bûne û hejmarek ji wan jî berpirsên Sûriyeyî bûn, di nav de Alîlarê Parêzgarê Helebê Elî Henûre jî amade bû.

Muslim Mihemed got, piştî 15 salan ev cara yekem e ku li wî bajarî ahenga Newrozê bi awayekî fermî tê lidarxistin û aheng bi sirûda niştimanî ya "Ey Reqîb" dest pê kiriye.

 

Rudaw

Top