• Wednesday, 30 September 2026
logo

Endazyar Arî Hamed Qadir, Rêveberê Giştî yê Av û Avrêjê ya Herêmê ji bo Gulan: Projeya ava (Goptepe – Çemçemal) stratejîk û girîng e, di dawiya îsal de (2026) dê bi dawî bibe

Endazyar Arî Hamed Qadir, Rêveberê Giştî yê Av û Avrêjê ya Herêmê ji bo Gulan: Projeya ava (Goptepe – Çemçemal) stratejîk û girîng e, di dawiya îsal de (2026) dê bi dawî bibe

 

Projeyê bi giştî (31%) û beşa fîzîkî (85%) û beşa medenî jî (70%) temam bûye.

Projeya ava Goptepe - Çemçemal bi du qonaxan tê cîbicîkirin, di her qonaxekê de (3400) metre sêca di saetekê de avê dabîn dike.

Projeya ava vexwarinê ya Goptepe - Çemçemal yek ji wan projeyên stratejîk e ku bi salan e kar ji bo cîbicîkirina wê tê kirin. Di çendîn dem û qonaxan de ji ber krîza darayî û nebûna budceyê proje hatibû rawestandin. Lê belê, birêz Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Kurdistanê, wekî ku tekezî li ser cîbicîkirina hemû projeyên xizmetguzariyê bi taybetî ava vexwarinê ji bo hemû bajar, bajarok û gundên Herêma Kurdistanê kiriye, biryar da ku ev projeya girîng û mezin ji bo Çemçemal û deverê temam bibe û budce jî jê re veqetand. Wekî Gulan, me bi pêwîst zanî ku em şopandinekê ji bo projeyê bikin da ku ji bo welatiyan were rohnîkirin ka proje di çi qonaxê de ye û kengî bi dawî dibe. Ji bo van pirsan û çendîn aliyên din, Endazyar Arî Hamed Qadir, Rêveberê Giştî yê Av û Avrêjê ya Herêma Kurdistanê, bi vî awayî bersiv da:

- Aya projeya ava vexwarinê ya (Goptepe – Çemçemal) di cîbicîkirinê de berdewam e? Di çi qonaxê de ye û şiyana projeyê di dabînkirina ava vexwarinê de çiqas e?

Arî Hamed Qadir: Karkirin di projeya ava Goptepe - Çemçemal de berdewam e. Heya niha di projeyê de kar bi başî birêve diçin. Proje bi giştî (31%) temam bûye, lê di beşa fîzîkî de kar ji sedî heştê û pênc (85%) temam bûye, di beşa medenî de jî kar ji sedî heftê (70%) pêş de çûye. Herwiha di beşa elektrîkê de kar dest pê kiriye û kelûpel û pêdiviyên elektrîkê yên projeyê gihîştine cihê projeyê.

Herwiha ji (58) kîlometre boriyên ku dirêjî û hêla sereke ya projeyê ye, heya niha 11 kîlometre boriya bi tîreya 900 mm hatiye. Herwiha piraniya wan babetên ku bi beşên mîkanîk û elektrîkê ve girêdayî ne, peyman (girêbest) ji bo wan hatine encamdan û proje wekî hatiye biryardan di îsal de (2026) dê temam bibe.

Bêguman proje girîng û stratejîk e, bi du qonaxan temam dibe. Di qonaxa yekem de (3400) metre sêca di saetekê de avê dabîn dike, ku ev jî şiyana dabînkirina avê ye ji bo zêdetirî (250) hezar welatiyan li Çemçemal, Tekiye û Rizgarî. Herwiha qonaxa duyem jî bi heman şêweyî (3400) metre sêca di saetekê de dibe, ku ev yek dê bêtir taybet be bi wan gundên derdora Çemçemal û çend nahiyeyên din ên di sînorê deverê de.

Serçavê ava projeya (Goptepe – Çemçemal) ava Zêyê Biçûk e û dabînkirina ava vexwarinê di projeyê de bi kalîteyeke pir baş e û li gorî standardên iraqî û navdewletî û rêxistina (WHO) dibe. Herwiha pêwîst e em amaje bi wê beşa girîng a projeyê jî bikin ku kerta fîzîkî ye, wekî (beşa şûştinê, beşa medenî, beşa xizmetguzariyê û çendîn warên din) ku niha temam bûne. Wekî me berê jî amaje pê kiribû, amûr û tewerên elektrîkê yên projeyê hatine dabînkirin û li cihê projeyê amade ne.

Ji aliyekî din ve, proje wekî hatiye biryardan di dawiya îsal de (2026) heke kêşe û pirsgirêkên darayî dernekevin, dê temam bibe. Her çend ev proje projeyeke mezin û stratejîk e, lê hewl û kar bi wî awayî ne ku heya dawiya îsal proje bi dawî bibe û ava paqij bigihe xizmeta welatiyên ezîz ên bajarê Çemçemal û nahiye û gundên derdora wê.

Top