• Friday, 26 June 2026
logo

Philip Oaleji, pisporê ekonometriyê li Zanîngeha Covenant ji bo Gulan: Aborî ew hêza bêdeng e ku dîroka siyasî ya welatan dinivîse berî ku bibe sernavê nûçeyan

Philip Oaleji, pisporê ekonometriyê li Zanîngeha Covenant ji bo Gulan: Aborî ew hêza bêdeng e ku dîroka siyasî ya welatan dinivîse berî ku bibe sernavê nûçeyan

Philip Oaleji, pisporê ekonometriyê li Zanîngeha Covenant ji bo Gulan: Aborî ew hêza bêdeng e ku dîroka siyasî ya welatan dinivîse berî ku bibe sernavê nûçeyan

 

Aborî û siyaset wekî du motorên ji hev veneqetiyayî), arasteya geşedan û îstîkrara welatan diyar dikin. Ji bo têgihiştina vê têkiliya aloz, me ev hevpeyvîn ligel yek ji pisporên navdar ên warê aborî û geşepêdanê, Profesor Philip Oaleji pêk anî.

Profesor Oaleji, akademisyenekî xwedî ezmûn e li Zanîngeha Covenant li Nîjeryayê. Wî bawernameya lîsans û masterê di warê ekonometriyê de li Zanîngeha Libre de Bruxelles li Belçîkayê bi dest xistiye, û bawernameya doktorayê jî li Zanîngeha Covenant wergirtiye. Ew endamekî çalak ê çendîn rêxistinên cîhanî ye, wekî Konsorsiyuma Modelkirina Siyaseta Geşepêdan û Geşeya Afrîkayê (AGRODEP) û Torra Siyaseta Aborî û Hejariyê (PEP-net). Di vê dîtinê de, ew ronahiyê dixe ser wê rastiyê ku ka çawa bingehên aborî, sektora nefermî û guhertinên bazarê, biryarên siyasî û şêwazê hikûmetdariyê araste dikin.

*** Di piraniya wan herêman de ku rewşa siyasî aloz û neîstîkrar e, piraniya caran mijarên aborî ji ber pirsgirêkên ewlehî û hevrikiya desthilatê tên paşguhkirin. Li gorî ezmûna we wekî aborînasê warê geşepêdanê, hûn çendî hîs dikin ku faktorên aborî bi bêdengî mijûlî yekalîkirin û diyarkirina encamên siyasî ne, her çend di nav dilê nîqaşên giştî de neyên dîtin?**

Li gorî wê ezmûna berhevkirî ya ku wekî aborînas di vê warê de heye, ez gihîştîme wê baweriya xurt ku her dem û di piraniya herî zêde ya rewşan de, ew faktor û bingehên aborî ne ku li pişt perdeyê nexşe, araste û armancên siyasî dadirêjin, her çend di rû de û di nav gotara giştî de hest pê neyê kirin. Ji ber wê, dema em hûr dibin, em dibînin ku pirsên hestiyar ên wekî enflasyona bazarê, peydakirina derfetên kar, şiyana darayî ya dewletê û asta gihîştina bi xizmetguzariyên sereke, ne tenê hejmar û amarên hişk in; belkî ev pirs pîwerên rastîn in ku bi bêdengî çarenûsa desthilatê yekalî dikin. Ev in yên ku diyar dikin ka welatî hest bi aramî û îstîkrarê dike, yan tûşî bêhêvîtî û bêzariyeke kûr bûye. Her bi vê rêyê ye ku hikûmet dikarin parastina man û rewayetiya xwe bikin, yan berevajî, bingeha xwe ya cemawerî winda bikin.
Xaleke werçerxanê ya metirsîdar her dem wê çaxê dest pê dike ku dewlet tûşî îflîcbûnê dibe; yanî dema hikûmet êdî şiyana wê namîne mûçeyên karmendan di dema xwe de dabeş bike, yan nikare berdewamiyê bide wan piştgiriyên darayî yên ji bo sotemenî û kelûpelên sereke dabîn kirine, yan dema projeyên veberhênanê di jêrxana welat de disekinin. Di vê rewşê de, êdî aloziyên siyasî û nerazîbûn bi şêوەyekî xwebexş bilind dibin û belav dibin. Li vir welatî guh nade hincetên ewlehî û metirsiya derveyî, ji ber ku debara jiyana wî ketiye metirsiyê û tu gotareke ewlehî û hamasî nikare wê valahiya ku ji ber nebûna pere û xizmetguzariyan çêbûye, tije bike.

Min bi berdewamî û di gelek welatan de dît ku neîstîkrariya aboriya giştî (Macroeconomic Instability), bi taybetî di wan welat û aboriyên ku yek-çavkanî ne û tenê pişta xwe bi dahatên siruştî yên wekî petrolê girêdidin, metirsiyeke mezin çêdike. Ev neîstîkrarî cureyek ji zext û "kelînê" di binê civakê de çêdike ku dibe ku di destpêkê de diyar nebe, lê di encamê de wekî volkanekê diteqe û xwe di şêwazê hevrikiya siyasî ya tund, aloziya kolanan û nerazîbûna civakî de dibîne.

Kevatê (Nexwe) heger em bi kurtî û kûrî li dîmenê binerin, aborî piraniya caran ew hêza mezin û bandordar e ku dibe ku tevgera wê hêdî xuya bike, lê bi kiryarî mijûlî xweşkirina zemînê ye ji bo guhertineke rîşî û siyasî. Aborî sedema veşartî ye û rûdanên siyasî encam in; yanî aborî pir berî ku mijar bigihin sernivîsên nûçeyan, agirê guhertinê dadaye.

*** Gelek caran em dibînin ku ew herêmên dewlemend bi petrolê yan samanên siruştî ne, nikanin wê xala bihêz ji bo geşepêdana demdirêj bi kar bînin. Li gorî wan mînakên ku hûn pê agahdar in, bi giştî ew xeleka windabûyî çi ye ku têkiliya navbera "dahata çavkaniyan" û "pêşketina aboriya giştgir" diqetîne û nahêle ew dahat bibe sedema pêşketinê?**

Di piraniya welatên xwedî çavkaniyên siruştî de, tiştê ku dibe sedema pekketin (seqetbûn) a geşepêdanê û hilweşîna aborî, ne kêmbûna dahat û pereyan e, belkî şêwazê serederîkirin û çawaniya birêvebirina wê samanê ye. Gelek caran samana siruştî wekî petrol, gaz û kanzayan, li şûna ku bibe motora avadanîkirinê, dibe sedema dirustbûna hişmendiyeke demkurt ku tenê bîr li xerckirina demkî dike. Ev diyarde ku gelek caran wekî "laneta çavkaniyên siruştî" yan "nexweşiya Hollandî" tê binavkirin, welat dixe nav bazneya girtî de ku tê de dahatên zeybelex (mezin) li şûna avakirina paşerojê, di warên nefermî û mehsûbiyeta siyasî û kirîna sîmpatiya demkî ya cemawer de tên windakirin.
Yek ji pirsgirêkên herî kujer, peyrewkirina siyaseta darayî ya "pro-cyclical" (hevdem ligel geşeyê) ye; bi wî awayî ku hikûmet gava bihayê samanên siruştî li bazarên cîhanî bilind dibe, bêyî planeke zanistî û bêyî hesabkirina paşkefta stratejîk, xerckirinên xwe bi awayekî zêde fireh dikin. Ev xerckirina zêde piraniya caran ji bo mûçeyên zêde û projeyên bêhawe (bêqîmet) diçe, ne ji bo veberhênana demdirêj di sermayeya mirovî, jêrxana perwerdehî û tenduristî, yan avakirina sektora pîşesazî û çandiniyê de. Ji ber vê, gava biha li bazara cîhanî dadikevin, ew hikûmet ji nişka ve tûşî şokê dibin û nikanin xerckirinên xwe yên berhevkirî dabîn bikin, ev jî dibe sedema qeyrana darayî ya kûr û serîlêdana bo deynên derveyî ku pişta welat dişikîne.

Li aliyekî din, qutbûneke metirsîdar di têkiliya navbera "welatî û dewlet" de rû dide. Dema dewlet ji bo dabînkirina budceya xwe pişta xwe bi dahata rentê (samana siruştî) girêdide, pergala bacê qels dibe. Di vê rewşê de welatî wekî "bacder" serederiyê nake, lewma mafê lêpirsîn û çavdêriya tund a hikûmetê jî winda dike, ji ber ku hikûmet xwe bi piştrastbûna bi bêrîka (berîka) welatiyan nizane. Ev jî dibe sedema geşebûna gendeliyê û nebûna şefafiyetê.

Di encamê de, samana siruştî tenê keresteyeke xav e; tiştê ku welatekî pêşketî ji welatekî paşketî cuda dike, hebûna saziyên darayî û yasayî yên bihêz e ku bikaribin wê dahatê biguhêrin bo şiyaneke hilberîner. Bêyî plana piralîkirina çavkaniyên dahatê û dûrketina ji hişmendiya tenê firotina xav, welat her dem di bin herêşeya neîstîkrariya bihayên cîhanî de dimîne.

*** Zextên derveyî wekî cezayan, hevrikiyên herêmî, yan guhertinên ji nişka ve di bazarên cîhanî de, niha bûne diyardeyeke asayî di siyaseta navdewletî de. Ji nêrîneke aborî ve, ev zext çi cure zirarên demdirêj li dû xwe dihêlin ku gelek caran biryarder û şirovekar kêm dinirxînin yan wekî pêwîst hest pê nakin?**

Di cîhana siyaseta navdewletî ya îro de, zextên derveyî bûne diyardeyeke berbelav. Gelek caran biryarder tenê bala xwe didin nîşanderên demkurt ên wekî daketina nirxa dirav yan kêmkirina rêjeya geşeya salane. Lê zirara herî mezin û metirsîdar "xwarina şiyana hilberînê" (Erosion of productive capacity) ye li ser asta demdirêj.
Ev şokên derveyî tenê geşeya aborî bi awayekî demkî hêdî nakin, belkî birîneke kûr di laşê pêkhateya aborî de dihêlin. Yekem bandora wan a wêranker, sarbûna veberhênana sektora taybet e. Dema nediyarî (uncertainty) serdest dibe, sermayedar ne tenê projeyên nû dest pê nakin, belkî hewl didin sermayeya xwe birevînin derve. Ev jî dibe sedema pekketina zincîreyên dabînkirinê û qelsbûna jêrxana pîşesazî.

Li aliyekî din, ev zext dibin sedema "xwarina sermayeya mirovî". Dema asoya aborî ne zelal be, karkerên jêhatî, endezyar û xwedîkarên dahêner neçar dibin welat biterikînin (koça mêşiyan). Ev zirara wisa ye ku bi gelek salan nayê qerebokirin.

Tiştê ku aborînas jê re dibêjin "Kariyera manewî" (Persistence Effects) li vir derdikeve: Tewra heger zext û ceza nemînin jî, aborî bi wê lezê venagere ser rêya xwe ya berê. Biryarder gelek caran xeletiyê dikin gava tenê mijûlî cîgirkirina demkî ya bazarê dibin, ji ber ku lêçûna rastîn windakirina rêrêya geşebûnê ye ku dikare bandora wê ji bo nifşekî bimîne.

*** Di wan herêman de ku xwedî nifûseke ciwan in û saziyên wan qels in, gelek caran bêhêvîtî û nerazîbûnên aborî berî ku di warê siyasî de reng bidin, geş dibin. Li gorî ezmûna we, hûn giringiyê didin kîjan nîşana pêşwext a aborî ji bo nirxandina wê yekê ku ka civakek ber bi îstîkrarê ve diçe yan ber bi aloziyan?**

Nîşana herî giring û zenga metirsiyê, bêkarî û "kêm-karî" ya ciwanên xwende ye. Dema nifşekî nû bi hêviyên mezin û bawernameyên bilind ve têne nav bazarekê ku tu derfeteke rastîn tê de nîne, cudahiyeke kujer di navbera "asta çaverêkirinê" û "rastiya jiyanê" de çêdibe. Ev valahî zemînekî bi bereket e ji bo bêhêvîtiyeke kûr.
Li aliyekî din, enflasyona berdewam û kontrolnekirî di bihayên bingehîn ên wekî xurek, derman û niştecihbûnê de, baweriya civakî bi saziyên dewletê bi temamî xira dike. Herwiha xaleke pir hestiyar, pirsa deynê giştî û berhevkirina şayisteyên darayî yên paşketî (Arrears) ye. Dema hikûmet dest bi paşxistina mûçeyên karmendan yan xerckirina projeyên xizmetguzariyê dike, ev nîşanek e ku motora darayî ya welat pekiyaye (seqet bûye). Ev diyarde faktora herî bilez e ji bo guhertina nîgeraniyên bêdeng bo hêreşa cemawerî.

*** Herêma Kurdistanê li Iraqê di warê aborî de mînakeke balkêş e... di rewşeke wisa de, kîjan cure bijardeyên aborî giringtirîn in ji bo avakirina xoragîrî (berxwedanî), ne di teoriyê de, lê di pratîkê de?**

Ji bo avakirina aboriyeke xoragîr û polayîn li Herêma Kurdistanê, divê em ji çarçoveya teoriyan derkevin û herin nav qada pratîkê. Yekemîn gava bingehîn, peyrewkirina dîsîplînekî darayî yê tundûtij e ku tê de paşkefta stratejîk (Stabilization buffers) ji bo dema qeyranan were dirustkirin. Pêwîst e êdî dahata petrolê tenê ji bo xerckirinên mofir (beserbir) neyê bikaranîn, belkî şefafiyet bibe bingeha parastina sermayeya neteweyî.
Ewlewiyeta duyem, guhertina "cureyê xerckirinê" ye. Aboriyek ku dixwaze li ber guhertinan bisekine, divê veberhênaneke giran di jêrxan, perwerdeya serdem û sektora tenduristiyê de bike.

Sêyem, pir pêwîst e Kurdistan şiyana dahata navxweyî ya xwe bihêz bike, bi awayekî ku debara xelkê û xizmetguzariyên giştî nebin rehînê (paxavê) bilindbûn û daketina bihayê cîhanî yê enerjiyê. Herêmeke wekî Kurdistanê derfeta zêrîn li pêş e ku bi rêya çandinî, bazirganî û sektora lojîstîk aboriya xwe piralî bike. Bi kurtî, xoragîriya rastîn di serxwebûna çavkaniyên dahatê û guhertina dahata xav bo şiyaneke mirovî û pîşesazî ya hilberîner de berisgeh (berceste) dibe.

*** Di navbera sêkoçkeya "geşeya aborî, hikûmetdariya baş û ewlehiya civakî" de, kîjan ders hene ku biryarder gelek caran paşguh dikin?**

Yek ji mezintirîn dersan ew e ku geşeya aborî bi tu awayî bi tenê nabe garantî ji bo pêkanîna îstîkrarê yan dadperweriya civakî. Tiştê ku di rastiyê de giring e, ne rêjeya geşebûnê ye, belkî "pêkhateya geşebûnê" (structure of growth) ye.
Di gelek aboriyên Afrîkayê de, me dît ku piştrastbûna bi pîşesaziya samanên siruştî karî sermayeyeke zêde ya derveyî bikişîne, lê kêşeya mezin ew bû ku ev geşebûn nebû sedema dirustkirina derfetên kar bo xelkê. Mixabin heman ev şêwaz di gelek deverên Rojhilata Navîn de jî dûbare dibe. Bêyî hebûna siyasetekî cîgir bo girêdana sektora samanên siruştî bi sektorên din ve (wekî pîşesazî, perwerde û dahênan), her geşeyek ku rû bide, wê nazik û sînordar bimîne.

Dersa din a paşguhkirî, rola navendî ya saziyan e. Hebûna budceyekî şefaf, birrêvebirina tundûtij a veberhênana giştî û çespandina mîkanîzmayên lêpirsînê, heman qîmet û giringiya hatina sermayeyê heye. Ji bo gihîştina bi geşepêdana berdewam, pêwîst e aboriyeke hilberîner û pergaleke hikûmetdariyê ya cihê baweriyê, bi hev re û hawterîb (paralel) werin avakirin.

Top