Boaz Atzili, Profesorê Siyaseta Navneteweyî li Zanîngeha Amerîkî li Washington DC ji bo Gulan: Wusa xuya dike ku derfetek ji bo yeklakirina pirsgirêkên sînorî li Rojhilata Navîn peyda bûye
Boaz Atzili, Profesorê Siyaseta Navneteweyî li Zanîngeha Amerîkî li Washington DC ji bo Gulan: Wusa xuya dike ku derfetek ji bo yeklakirina pirsgirêkên sînorî li Rojhilata Navîn peyda bûye
Boaz Atzili, zanyarekî siyasî, lêkolîner û profesorê siyaseta navneteweyî ye li Zanîngeha Amerîkî li "Washington DC" li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Di lêkolînên xwe de giranî dide ser ewlehiya navneteweyî bi hûrkirina balê li ser siyaseta sînoran, nakokiyên axê û aliyên navneteweyî yên lawazbûna dewletan. Gelek lêkolîn li Rojhilata Navîn, Başûrê Asyayê, Ewropa, Afrîka û Amerîkaya Latîn encam dane. Kovara Gulan hevpeyvînek bi wî re kir ji bo guftugokirina pêşhatên sîstema navneteweyî, şirovekirina rapora Konferansa Munchenê û îhtimala guherîna sînoran, bi taybetî li herêma Rojhilata Navîn.
Weke ku eşkere ye, rapora Konferansa Munchenê zengila hişyariyê lê da û behsa wê kir ku ne tenê binesazî û bajar, lê belê ew norm, baha û rêsalyên ku bingeha saziyên navneteweyî bûn jî lawaz bûne. Gelo hûn pê we ne ku ev pirsgirêk û qeyraneke demdirêj û kûr e û îhtimal heye ev rewt berdewam bibe û aloztir bibe, an ev tenê qeyraneke demkî ye?
Ez heta radeyekî zêde bi dîtin û şiroveyên nav rapora Konferansa Munchenê re hevray im. Ew jî ji ber ku hêza yekane ya serdest (superpower) bi şêwazekî tevdigere û siyasetên wê bi awayekî ne ku dibine sedema lawazkirina wan saziyên navneteweyî yên ku di avakirin, parastin û berdewamiya wan de rola sereke hebû. Ji ber vê yekê ez jî bi vê nirxandinê re hevray im.
Heke em li rewşa herêma Rojhilata Navîn binerin, gelo heta çi radeyê rewşa vê herêmê rengvedana hilweşîn an lawazbûna sîstema navneteweyî ye ji aliyê siyasî û bihayî ve? Gelo pirsgirêk û nakokiyên vê herêmê tenê nîşana hilweşîneke sîstematîk a metirsîdar in? Çi tişt sedema bingehîn a van guherînên kûr û bingehîn e?
Di rastiyê de ez rengvedana vê lawazbûn û hejandina sîstema navneteweyî li ser Rojhilata Navîn dibînim. Her çend ez ne di wê baweriyê de me ku ev sedema sereke ya wan pirsgirêk û alozîyên li herêmê be, lê bi dildayî pirsgirêkan aloztir dikin. Bo nimûne, em dikarin li rewşa niha ya Gazayê binerin - piştî şerê navbera Îsraîl û tevgera Hamasê. Bila ez bersivê zelaltir bikim: Berê û di bin sîbera sîstema navneteweyî ya berê de, ew bawerî hebû ku divê sînor sabît bin û destkarî tê de neyê kirin. Ev kevirê bingehîn ê sîstema navneteweyî ya berê bû, tew heke pirsgirêk li ser sînor û xwedîtiya axê jî hebûna. Lê bi berçavgirtina pêşhatên dawî, em dikarin bêjin êdî rewş ne bi vî awayî ye; bi kêmanî li cem îdara Dewletên Yekbûyî bi serokatiya Donald Trump û herwiha li cem Rûsyayê. Bêguman welatên din jî hene ku hîn pabendî parastina sînoran û yekparçeyiya axê ne, wek Çîn û Hindistanê. Lê heke em li helwest û siyasetên îdara Donald Trump binerin, eşkere ye ku ev îdare hewl dide aramî û seqamgiriyê li kembera Gazayê pêk bîne, lê di gotarên xwe de behsa pabendbûn bi yekparçeyiya axê nakin. Herwiha di hewlên navbeynkariyê de, DYAguharê dike da ku Ukraynayê neçar bike dest ji hinek axa xwe berde ji bo berjewendiya Rûsyayê, ew jî ji bo gihîştina bi peymana aştiyê. Bi heman şêweyî gotinên serokê Amerîkayê li ser Greenlandê, ku bêguman ev li dijî normên sîstema navneteweyî ya berê ne.
Nexwe em dikarin bêjin di encama hemû van guherînan de, niha rewşek hatiye pêş ku êdî destkarîkirina nexşeyên sînoran hêsantir tê qebûlkirin, di demekê de ku berê rê bi karekî wiha nedihat dayîn?
Dibe ku bersiva pirsê "erê" be. Çunke ez di vê derbarê de aliyekî geş dibînim. Mebesta min ew e, heke rewşeke qebûlkirinê ji bo nîqaşkirina vê mijarê (guherîn û ji nû ve darstina sînoran) pêk bê, dibe ku ev derfetekê çêbike ji bo çareserkirina wan nakokiyên sînorî yên ku her du alî (an zêdetir) doza xwedîtiya wê dikin. Yanî ez dixwazim dubare bikim ku dibe aliyê erênî yê vê rewşê ew be ku aliyên nakok zêdetir amade bin ji bo gihîştina bi rêkeftinê, di demekê de ku berê ev kar pir dijwartir bû dema ku tixûb wek "hêla sor" dihatin dîtin.
Gelo ji nêrîna we ve, em dikarin bêjin ku niha destpêkek nû li herêma Rojhilata Navîn pêk hatiye? Gelo ew şêwazê karê ku îdara Donald Trump di gel pirsgirêk û şeran de girtiye ber, bi taybetî heke em gotina Tom Barrack li ber çav bigirin ku dibêje hemû destwerdanên Rojava li vê herêmê karesat bi dû xwe de anîne, hûn pê we ne rewş wek xwe berdewam dibe an divê em li benda qeyran û şerên zêdetir bin?
Bersiva vê pirsê aloz e. Pêşî divê em bêjin rewtek heye ku zêdegaviyê dike di wê de ku hemû guneh û malwêraniya Rojhilata Navîn bixe stûyê Rojava. Rast e Rojava di hinek ji van derdan de berpirsiyar e, bi taybetî di serdema kolonyalîzmê û peymana Sykes-Picot de. Lê niha sed sal zêdetir di ser wê peymanê de derbas bûye, yanî dewletên Rojhilata Navîn demeke dirêj e serbixwe ne û derfet hebû ku rewşa xwe ber bi baştir ve biguherînin; yanî Rojava ev rewş bi ser wan de nesepandiye. Derbarê sînoran de, dema Komkara Erebî ava bû, wan bi xwe ev sînor wek xwe qebûl kirin. Her çend di van salên dawî de jî Rojava siyasetên şaş meşandin, wek dagirkirina Iraqê di sala 2003an de ji aliyê DYAyê ve, lê ev ne tenê sedemên pirsgirêkan in. Derbarê şêwazê karê Donald Trump de, em dikarin bêjin ku wî bi rêyên nateqîdî (unconventional) agirbestek li Gazayê pêk anî, ku hinekî bi ser Îsraîlê de sepand. Lê serkeftina vê pêvajoyê û bidofandina agirbestê ji bo aştiyeke mayînde, bi îradeya îdara Amerîkayê û bi taybetî Donald Trump ve girêdayî ye. Herwiha girêdayî wê ye ku hikûmeta Îsraîlê (bi serokatiya Netanyahu) çiqas amade ye artêşa xwe ji Gazayê vekişîne, destwerdanê neke, rê bide saziyên navneteweyî ji bo avakirinê û herwiha pêvajoya berfirehkirina niştecîgehên Cihûyan li Kenara Rojava bide sekinandin.
