• Sunday, 08 February 2026
logo

Nesir el-Herîrî: Bila Kurd dest ji Rêveberiya Xweser berdin

Nesir el-Herîrî: Bila Kurd dest ji Rêveberiya Xweser berdin
Endamê Desteya Bilind ya Danûstandinan û Endamê Itilafê, Dr. Nesir el-Herîrî di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê, ku Dilbixwîn Dara pê re kiriye û şeva Sêşemê 23ê Hezîranê hat weşandin, behsa rewşa dawî ya Sûriyê, guhertinên li ser erdê yên li Sûriyê, pirsa Kurd li Sûriyê, binpêkariyên grûpên çekdar li herêmên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê û danûstandinên ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê kir û pirsên Rûdawê bersivandin.

Nesir el-Herîrî got, tevî sazkirina Desteya Danûstandinan bi herdu pêkhateyên wê yên yekem a sala 2015an û ya duyem a sala 2017an û di demekê de ku xelkê Sûriyê hest bi nêzîkbûna çareseriya siyasî dikirin, pirsa Sûriyê negihişt çareseriya siyasî û diayr kir, “me dît pirsa Sûriyê hêj jî mijara bazar û lihevkirinên navdewletî ye.”

Nesir el-Herîrî derbarê malbata Esed û çarenivîsa wê de jî dibêje, ku rejîma Esed ji sala 2012ê ve di praktîkê de ketiye û ew weke opozisyon û herwiha xelkê Sûriyê, niha bi Îranê û bi dehan hezar milîsên wê û Rûsya re rûbirûbû mane. Herîrî got: Rejîm tenê bi awayê şeklî maye, ku dewletên hevkarên wê ne daxwaza vê yekê dikin da ku li gor berjewendiyên xwe sûdê jê werbigirin.

Di derbarê Rêveberiya Xweser de, Nesir el-Herîrî îdia kir, ku tevahiya Sûriyan li dijî vê rêveberiyê ne û qet napejirînin û got, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Rêveberiya Xweser li navçeyên bakur-rojhilatê Sûriyê ferz kiriye. Herîrî daxwaz ji PYDê kir, ku dest ji Rêveberiya Xweser berde û got: “Bila dev ji hizra Rêveberiya Xweser berde. Bila dev ji PKKê berde. Bila dev ji kiryarên xwe yên zordarî berde ku ji kiryarên rêxistinên din ên zordest ne cuda ne.”

Derbarê danûstandinên li Rojavayê Kurdistanê yên di navbera Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de jî, Nesir el-Herîrî ji Rûdawê re diyar kir, ku ew geşbîn nîne ku ti encamek ji wan danûstandinan derkeve û got: “Em nizanin ka dê danûstandinên wê ligel ENKSê biserkevin an na. Ji ber ku em dizanin, berê jî hewldan ligel ENKSê hebûn, lê ji ber serhişiya PYDê negihiştin ti encamekê.”

Ev naveroka vê hevpeyvînê ye:

Rûdaw: Hez dikimji pirsgirêkên navxwe yê desteyê destpê bikin, di demên dawiyê de hinek nakokî di nava desteyê de derketin derbarê tevlîbûna endamên nû, li ser asta derve jî rola desteya danûstandinan lawaz bûye, vê hiştiye ku baweriya xelkê bi opozisyonê nemîne, sedemên vê yekê çine?

Dr. Nesir el-Herîrî: Roj baş ji te û hemû temaşevanan re. Bi baweriya min, niha Desteya Danûstandinan beşek ji dîmena giştî ye. Helbet dê bi nîşanên derve yên girêdayî rewşa giştî ya pirsa Sûriyê bi bandor bibe. Bi taybetî piştî 9 salên kuştin û wêraniyê, tevî sazkirina Desteya Danûstandinan bi herdu pêkhateyên wê yên yekem sala 2015an û ya duyem sala 2017an. Herwiha, di demekê de ku xelkê Sûriyê hest bi nêzîkbûna çareseriya siyasî dikirin, pirsa Sûriyê negihişt çareseriya siyasî. Me dît ku hîn pirsa Sûriyê, mijara bazar û lihevkirinên navdewletî ye. Ev şikestin û rawestina di mijara çareseriya siyasî de, helbet li ser Desteya Danûstandinan, ango çi pêkhateyeke din a danûstandinan ku mijûlî vê dosyeya zehmet be û di demeke wiha zehmet de, dê bandorê bike. Di rewşa xwezayî de, çi cudabûnên di nerînan de, çi şaştiyeke mekanîzmayî yan rêxistinî, di rêkara birêvebirina di nav desteyê de, helbet wê encam û nîşanên wê yên din hebin. Pirsa ku di nav Desteya Danûstandinan de pêk hat, ne girêdayî pejirandin û nepejirandina hinek kesayetiyên nû di nav desteyê de ye. Lê belê, girêdayî xwedîderketina hinek pêkhateyan ji gavên ku pêk hatine re ye. Di heman dema ku hinek pêkhateyên din jî ew gav red kirin û bi hênceta ku ew gav ne qanûnî ne, lihevkirin li ser wan nehat kirin û bêyî erêkirin û lêkolîna desteyê hatin pêkanîn ew red kirin. Bi nerîna min, diyalogên ku di dema borî de hatin kirin û tiştên ku bi diyalogên di dema bê de bên kirin, dê di şêwegirtin û nerîna ku ji aliyê desteyê ve bê qebûlkirin de bi bandor be...niha tiştên ku li Sûriyê û qadên derve çêdibin em dibînin... keremke.

Çima heya niha Itilafê kesekî Kurd ji bo serokatiya Desteyê berbijêr nake, gelo ti rêgiriyek yan jî lihevkirineke heye rê li ber vê yekê bigire?

Niha eger em li ser opozisyonê biaxivin; di opozisyonê de, lihevkirinek bi biraderên Encûmena Niştimanî ya Kurdî re heye. Li ser daxwaza wan û di encama guftûgoyên dirêj de, lihevkirin li ser hebûna cîgirekî wan ê serok û 2 endaman di nav desteya siyasî de hat kirin. Hejmara endamên ENKSê ku di Desteya Danûstandinan de cih bigirin de çêbû. Li gel wê yekê, li ser hejmara endamên wan ên di encûmena opozisyonê de cih bigirin jî lihevkirin çêbû. Niha cîgirekî serok ji biraderên me yên Kurd ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî di opozisyonê de heye. Lê di mijara Desteya Danûstandinan de, ti pêwendiya opozisyonê yan çi pêkhateyeke din, bi kesê ku berbijêr bê nîşandan û çawa wî hilbijêre nîne. Desteya Danûstandinan ji 7 pêkhateyan pêk tê. Mafê her endamekî wê heye ku xwe berbijêr bike, ango kesekî ku ew guncav bibîne ji bo posta serokatiyê, cîgirê serokatiyê yan ji bo çi posteke din di komîteyên Desteya Danûstandinan berbijêr nîşan bide heye. Bi rastî di wê demê de, weke serokê desteyê yê berê, min pêşwazî li daxwazeke fermî ya berbijêriya ji bo posta cîgirê serokatiya desteyê ji birêz Îbrahîm Biro wergirt. Ev daxwaza berbijêriyê heta niha derbasdar e ji ber ku hîn hilbijartin ji bo posta cîgirê serokatiya desteyê nehatiye kirin.

Di dema dawiyê de guhertin û bûyerên nû li Sûriyê çêbûn, weke nakokiyên nava malbata Esed û xwenîşandanên Swêdaa û derbasbûna Yasaya Qeyser bo warê cîbicîkirinê, tu di wê baweriyê de yî bi rastî ku desthilata Esed bi dawî hatiye, aliyên navdewletî peywendî bi were kirine derbarê vê yekê de, gelo opozisyon amad eji bo qunaxa piştî Esed û plan û projeyên we çine?

Helbet. Pêşveçûnên mezin hene. Rûs û Îraniyên ku di warê leşkerî de rejîm ji têkçûnê parastin, di demekê de ku em û hevkarên xwe li çareseriya siyasî digeriyan û em heta niha hîn digerin ji bo derketina ji pirsgirêka Sûriyê. Bi rastî ev pirsgirêk e. Niha rejîm û bi taybetî hevkarên rejîmê, dê nikaribin ketina rejîmê di warê aborî, civakî û siyasî de astengdar bikin. Ev rejîma ku piştî kuştina welatiyên Sûriyê yên ku li dijî wî rabûn, niha hewla kuştina xelkê mayî yê Sûriyê ku li gel wî sekinîbû dide. Di vê çarçoveyê de, pêşveçûnên mezin hene, ji van pêşveşûnan destpêkê, şerê ku li bakur-rojavayê Sûriyê pêk hatiye, rûbirûbûna Rûsî-Tirkî gelekî nêzîk bûye, ku bi rêkeftina agirbestê bi dawî bû. Herwiha mana Amerîkayê li bakur-rojhilatê Sûriyê, nelihevkirina mezin a di navbera malbata Esed a mafyayî, desthilatî û dîktatorî de ku her diçe berfirehtir dibe. Li gel van, cezayên aborî ku her carê nû dibin, hemû peyamên eşkere ne ku nîşan didin, êdî rejîm nema dikare bimîne û derfeta ku wê careke din tevlî pergala herêmî û navdeweltî bikin nemaye. Li ser vê bingehê gelek xwepêşandan pêk hatin û dê gelek xwepêşandanên din jî pêk werin. Ji ber ku ev rejîm êdî li Sûriyê nema tê tehemûlkirin û li ser her sûriyekî çi ji aliyê opozisyonê be, çi jî ji aliyê alîgir be metirsiyê çêdike. Ji bo vê yekê, kêliya ketina rejîmê nêzîk bûye û divê dewletên ku piştgiriya rejîmê dikin li ser maseya lêkolînê rûnin, da ku bi çareseriyeke siyasî ku welêt biparêze û wî arasteyî veguhestineke siyasî ya rasteqîne bike bigihin. Divê desteyeke desthilatê bê avakirin ku ev tawanbar tê de cih negirin. Opozisyon jî, bi pêkhateyên ku nûnertiya wê dikin ji hêzên şoreşê û opozisyona rasteqîne, nûnertiya vî gelî û daxwazên wî dike. Opozisyon ji bo hemû bijarteyan amade ye. Ev bijarte jî di nav de. Nerînên wê, pêşniyarên wê, destpêşxeriyên wê hene û hemû jî ligel biryara 2254an diguncin. Herwiha piştgiriya hizra desthilata Întîqalî ya siyasî dike, eger hevkarên rejîmê gihiştin wê baweriyê ku dem ji bo vê çareseriyê hatiye. Di vê çarçoveyê de, mirov nikare pişta xwe bide Îranê. Projeya Îranê li herêmê heye û ew ji bo vê projeyê şer dike. Herwiha ew dê bi hemû şêweyan di hewlên xwe yên astengkkirina ketina rejîmê de berdewam be. Rûsya ku ligel rejîmê cih girt û ew parast û şeklî be jî heta vê kêliyê nehişt ew bikeve, divê bi awayekî cidî li ser vê yekê bihizire. Heke na dê hemû hewldan badilhewa herin. Dê ev rejîm careke din hilweşe. Divê ew bi awayekî cidî ji bo ketina rejîmê bihizire. Divê bawer bike ku çarenivîsa vê rejîmê ketin e, da ku çareseriyeke siyasî ya rasteqîne li Sûriyê bingeh bigire, ew jî destpêkê desthilata Întîqalî ye.

Ji sala 2011an ve hûn dibêjin, îro Esed diçe,sibe diçe, niha 2020 û Esed hîna neçûye, dinya weke berê jî bi nerîna min ne rijde li ser çûna Esed, Ez dixwazim werim ser mijareke din, Encûmena Niştîmanî ya Kurd ku hevbeşekî we yê sereke ye li gel PYD dest bi danûstandinan kiriye û gihiştine hinek jihevtêgihiştinan, di kongreyeke rojnamevanî de aşkere kirin, helwêsta we derbarê wan danûstandinan çiye?

Ez dixwazim vegerim. Esed li ser çi desthilatê ye! Li ser bakur-rojhilatê Sûriyê yan li ser bakur-rojavayê Sûriyê yan li ser Tenifê yan li ser 14 milyon sûriyên ku li derveyî welêt in, herwiha li ser bênderan an li ser îstgehên petrolê, xazê yan îstgehên firotina nan desthilatdar e?! Birayê min ê ezîz. Esed ji 2012an ve ketiye. Ya ku niha em li Sûriyê rûbirûyî wî dibin, ne Esed e, lê Îran e û bi 10 hezaran milîs û çekdarên wê ne. Herwiha Rûsya ye ku parastina esmanî û bejayî ji rejîmê re peyda dike. Rejîm tenê bi awayê şeklî maye, ku dewletên hevkarên wê ne daxwaza vê yekê dikin da ku li gor berjewendiyên xwe sûdê jê werbigirin.

Ji bo pirsa din, îro ne tenê Sûriyê, lê temamiya herêmê dişewite. Ti kes nîne ku li çareseriyan nagere ji bilî aliyên ku projeyên wan hene wek Îran û hevkarên wê ku min qala wan kir. Niha her kesê ku biaqil e, li pey hewldana çareserî û aramiyê ye. Lê mijara giring ew e ku em kîjan çareseriyan gotûbêj dikin. Bi nerîna min, îro dibe ku gotûbêj erênî bin, lê ya ku gelê Sûriyê li benda wê ye, ne ev e. Wek mînak îro Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku baskê Partiya Karkerên Kurdistanê li Sûriyê ye, çiqasî amade ye pirsgirêkên xwe bi pêkhateya Kurdî bi xwe re, bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî û hemû Kurdên din re çareser bike? Çiqasî amade ye pirsgirêka xwe, bi pêkhateyên din ên Sûriyê re li bakur-rojhilatê Sûriyê çareser bike? Çiqasî amade ye, dev ji bizava xwe ya leşkerî berde? Çiqasî amade ye girêdana xwe bi PKKê re bidawî bîne? Çiqasî amade ye li nerîna niştimanî ya Sûrî ku ji bo piraniya Sûriyan mîna hêla sor e, xwedî derkeve? Bo vê, îro, heta ku em nerîna wê di derbarê van hemû pirsan de nizanibin, zû ye em behsa encaman bikin.

Min xwest bi yek gotinê, ji ber ku dema me gelekî nemaye, hûn helwêsta wê çiye derbarê danûstandina di navbera ENKS û PYD de ne, hûn erênî dibînin, ne baş nerênî, negatîv , li gel in yan li dijî danûstandinan e?

Îro Encûmena Niştimanî ya Kurdî, endamek di opozisyona neteweyî de ye û niha min di bersiva xwe de got ku ev girêdayî encaman e. Kê danûstandin bi ti aliyan re heta niha red kiriye, bi baweriya min, ê ku danûstandin red kirin, PYDê bi xwe bû. Ji ber ku ew naxwaze dev ji nerîna xwe berde. Li herêma Rêveberiya Xweser ku ji aliyê hemû Sûriyan ve nayê pejirandin, dê çi bibe! Ji bo pêkanînên wî yên li ser hemû Sûriyan, dê çi bibe! Çekdarên biyanî dê çi li wan bê kirin? Dê çi li PKKê were! Pêwendiyên wan bi derdorê re, ne tenê bi Tirkiyê re, heta derdora erebî jî derdê wê yê parçekirina axa Sûriyê nîne. Ji bo vê birayê ezîz, ev mijar girêdayî encamên wê ye.

Dr. Nesir Herîrî, Kurd parçekirina Sûriyê naxwazin, PYD jî naxewaze Sûruiyê parçe bibe. ENKS jî naxewaze Sûruiyê parçe bibe. Ew dixwazin pirsa Kurd di Sûriyê de çareser bikin, başe. Eger Amerîka daxwaz ji we bike ku danûstandinan li gel MSD yan Rêveberiya Xweser bikin, hûn amade ne dest bi danûstandinan bikin?

Birayê ezîz, min qala birayên Kurd nekir. Qada Kurdî bi kesayetiyên niştimanî, bilind û rêzdar tije ye. Yên ku bi Sûriyê û hebûna wê bawer in, belkî ji me bêtir in jî. Ez qala rêxistinê bi xwe dikim, ku Rêveberiya Xweser ferz kiriye. Îro gelek ji fermanberên vê rêxistinê, çekdarên biyanî ne. Eger wisa be, ez ê kêfxweş bibim. Bila dev ji hizra Rêveberiya Xweser berde. Bila dev ji PKKê berde. Bila dev ji kiryarên xwe yên zordarî berde ku ji kiryarên rêxistinên din ên zordest ne cuda ne. Di derbarê danûstandinan de, bi baweriya min, ev biryar arasteyî saziyê bi xwe ye, saziya opozisyonê ku nûnertiya beşa herî berfireh ji opozisyona Sûriyê bi giştî dike. Lê bi nerîna min, eger ew amade bin, ji hêlên sor ên ku piraniya Sûriyan wan qebûl nakin ku di nav de birayên me yên Kurd bi xwe jî hene, wê demê ez bawer im, ti astengî li pêşiya gihandina van lihevkirinan nîne. Lê li gor şert û mercên heyî û li gor nerîna ku PYDê pê bawer dike, ez nizanim hîn zû ye em pêşwext darizînin. Em nizanin ka dê danûstandinên wê ligel ENKSê biserkevin an na. Ji ber ku em dizanin, berê jî hewldan ligel ENKSê hebûn, lê ji ber serhişiya PYDê negihiştin ti encamekê.

Dr. Dixwazim werim ser meseleyeke din gelekî hestyar e, dixwazim werim ser Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî. Ti sûcek ji kuştin, dizî û revandinê nema ku grûpên çekdar li Efrîn, Girê Spî û Girê Spî nekirin, Ew hêzên li wir xwe ser bi itilafê ve dibînin. Helwêsta we li hember wan çiye, weke nimûne li Efrînê, û gelek deverên din guhertina demografîk hatiye kirin. Desteya Danûstandinan û Itilaf, helwêsta wan li hember van binpêkariyên ku li Efrînê û li deverên din çêdibin çine, heta niha me ti helwêstek ji we nedîtiye?

Destpêkê, hûn dizanin ku hikûmeteke demkî ya opozisyonê heye. Hikûmet jî, wezaretên wê hene, di nav de Wezareta Berevaniyê ye ku bi grûpên çekdar re kar dike. Yên ku me hewl da û hewl didin û dê hewl bidin ku rewşa komikbûnê biqedînin û fikra Artêşa Niştimanî ya ku beriya çend mehan saz bû bihêz bikin. Em di derbarê vê mijarê de hertim pêşketinan dibihîzin. Destpêkê birayê ezîz, xelkê Efrînê, xelkê Girê Spî û Qamişlo û hemû deverên din xelkê me ne. Ew Sûrî ne, dema ku ez qala çi helwesteke berevaniyê dikim, ez qala berevaniya hemû Sûriyan dikim. Ev hemû xelkên me ne. Ti bend di navbera me û wan de nînin. Ez îro nizanim weke ku te anî ziman ku hemû hatin kuştin û ti kes nema. Na, bi baweriya min, hîn elhemdûlilah, piraniya wan hene û di wan herêman de weke xelkê din dijîn.

Dr. Nesir, destê xwe deyne ser wijdana xwe û biaxive, ti bawer dikê, rojane binpêkariyên ku li Efrînê çêdibin, li ti cihekî din çênabin, keç têne revandin, destdirêjî tê kirin, kalemêr têne kuştin, darê zeytûnan têne şewtandin, yanî talankirine li wê derê, çima hûn vê yekê nabînin Dr. Nesir, çekdar vî tiştî dikin, Emşat û Memşat û Sultan Murad û nizanim, ev na hemû li ber çavên dinyayê dikin, dokumênt hene Dr. Film hene, vîdyo hene?

Rêzdarê ezîz, ez ji vê çarçoveyê derneketim. Ez dema ku niha dibêjim, ez behsa rejîmê dikim. Ez tenê bi zimanê hejmar, dokûment, komîteyên lêpirsînê û raporên ku ji aliyên wan ve derketine û komîteyên rasteqîne diaxivim. Ez bi wê yekê re me ku, mafê her mirovekî heye ku îdîa bike û ya dibîne bêje û ev îdayên wî jî cidî tên girtin û heta ku ya dijberî wê neyê tekezkirin ew rast in. Lê em çawa rastiya wê tekez bikin? Divê komîte bên sazkirin û desthilatên ku wê bişopînin û darizînin û veguhêzin dadgehan hebin da ku em ji vê çarçoveyê derkevin. Birayê hêja te got ku, ez ji Derayê me, mijara grûpên çekdar, îro li Derayê beriya 2 salan qediya. Ez ji te re behsa hemû salên borî dikim. Me her roj, rapor di derbarê dizî, tawanên kuştinê, revandinê, fidiye û hwd digirtin. Ez vê yekê rewa nakim. Ev hemû kiryarên li derveyî qanûnê ne û divê bên rawestandin. Çi kes dibin bila bibin, divê kesên ku pêk tînin bên cezakirin. Di vê mijarê de, ez bawer im komîteyek hate avakirin û ENKSê jî beşek jê ye. Divê tiştê ku ev komîte pê rabûye ji bo raya giştî bê weşandin. Divê bê gotin ku lêpirsîn di derbarê filan pirsê de hatiye kirin û encamên wê jî ev bûn. Bibore, ji vê bawer be ku opozisyon û ez jî endamek im tê de, eger ez bizanibim, ev sazî li kiryarên sîstematîk ên ku çi pêkhateyekê ji pêkhateyên gelê Sûriyê dike armanc xwedî derkeve ez tê de namînim. Lê eger pêkanîn û helwestên kesane derkevin, helbet tekez ew yên şermezariyê ne û tekez divê bi cezayên herî mezin bên cezakirin.

Dr. Nesir, me birastî dema xwe derbas kir, hêvî dikim hûn weke desteya danûstandinan û Itilafê, bikaribin komîteyekê bişînin Efrînê, ka li wê derê çi rû dide, çekdar nahêlin hûn derbasî Efrînê bibin, lê çibikim, gihiştim dawiya vê hevpeyvînê, dixwazim pirsa dawiyê ji te bikim, Kurd li Rojavayê Kurdistanê daxwaz sîstema Fedraliyê dikin, hûn vê daxwaza Kurdan çawa dibînin?

Min çend caran serdana Efrînê kir. Opozisyon jî gelek caran serdana wê dike. Min anî ziman ku komîteyek hatiye avakirin. Piştî hevdîtinê jî, bi rastî ez ê bi xwe pirsa komîteya ku hatiye avakirin bikim, karên ku pê rabûne çi ne û bawer bike min weke birayekî bihesibînin, ez bi xwe alîkar im û hemû endamên min di opozisyonê de jî heman hestê parve dikin. Ji bo pirsa dawî jî, ji kerema xwe bîne bîra min... Federalî, Federalî birayê min ê ezîz. Federalî ne tenê daxwaza Kurdan e. Ez dizanim, hevalên min hene ku me gelek nîqaşên dûrdirêj li ser kirine. Hinek ji wan di nav Desteya Danûstandinan de ne û hinek ji wan jî li derveyî wê ne, dibînin û di wê baweriyê de ne ku federalî ji bo siberoja Sûriyê bijareya herî baş e. Birayê min, hizrandin û pêşkêşkirina pêşniyaran li ser ti kesî nehatiye qedexekirin. Em şerê rejîma Beşar Esed dikin ji bo ku rêya fikrandinê heta dawî bê vekirin. Lewma pêşkêşkirina modela Federaliyê û modelên din ên ku bi prensîb, nirx, exlaq û şaristaniya gelê Sûriyê re hevaheng bin ji sedî sed pêşiya wê vekirî ye. Em li dijî ferzkirina fikra federaliyê ne. Em li dijî ne ku bi lojîka leşkerî pêwendî li ser bê kirin. Ez li vir im û çek bi min re heye, desthilata rastî bi min re ye û ez federaliyê dixwazim. Lê hevalên me di ENKSê de, me gelek caran federalî bi wan re nirxandiye. Ji bo vê, ev mijar girêdayî gelê Sûriyê tenê ye. Ew dê bifikire û biryarê bide li gor destûra nû kîjan pergalê dixwaze. Divê her kes, fikir û modelên ku guncav dibînin bi awayekî azad pêşkêş bikin, di nav de mijara federaliyê jî. Lê ne bi siyaseta defaktoyê.

Rudaw
Top