• Friday, 20 February 2026
logo

Rayedarekî aşkera kir – Ji ber çi civîna Çarçoveya Hemahengiyê hat hilweşandin?

Gulan Media February 20, 2026 Nûçe
Rayedarekî aşkera kir – Ji ber çi civîna Çarçoveya Hemahengiyê hat hilweşandin?

Rayedarekî Çarçoveya Hemahengiyê îro 20.02.2026ê aşkera kir, ew civîna ku biryar bû duh bê pêkanîn hat hilweşandin.


Kanala El-Cezîre bi zimanê wî rayedarê ku navê wî nehat aşkera kirin ve ragehand: ‘’Civîna Çarçoveya Hemahengiyê ku biryar bû duh êvari birêve biçe hatiye hilweşandin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Civîn hat hilweşandin, ji ber ku Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî rijde li ser berbijêrbûna ji bo Serokwezîrtiyê û ji ber wê jî ew civîn wekî bêsûd hat zanîn.’’

 

 

Basnews

Top