• Sunday, 15 February 2026
logo

Civata Ewlehiya NYê pêşwazî li rêkeftina HSD û Hikûmeta Sûriyê kir

Gulan Media February 14, 2026 Nûçe
Civata Ewlehiya NYê pêşwazî li rêkeftina HSD û Hikûmeta Sûriyê kir

Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) bi daxuyaniyekê pêşwazî li rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de kir û daxwaz kir ku hemû alî pêbendî xalên peymanê bin.


Civata Ewlehiyê îro înê, 13ê Sibata 2026an, di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe ji bo proseya yekkirina hêzên leşkerî yên HSDê di nava saziyên dewleta Sûriyê de nîşan da. Civatê tekez kir ku berpirsiyariya sereke ya parastina hemû welatiyan, nexasim Kurdan, li ser milê hikûmeta Sûriyê ye.

Civata Ewlehiyê herwiha pêşwazî li "Biryarnameya Hejmar 13" a Serokê Sûriyê Ehmed Şera kir ku di 16ê Çielya 2026an de hatibû derxistin. Di vê biryarnameyê de Kurd wekî "beşekî resen" ê gelê Sûriyê hatin naskirin û zimanê Kurdî wekî zimanekî nîştimanî hat pejirandin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku bi vê biryarnameyê re, qanûnên taybet ên serjimêriya Hesekê ya sala 1962an hatine hilweşandin, mafê nasnameyê ji bo Kurdan hatiye vegerandin, mafên çandî û zimanî yên Kurdan hatine garantîkirin û Cejna Newrozê jî wekî betlaneya fermî û nîştimanî hatiye pejirandin.

Civatê bal kişand ser rêkeftina berfireh a 30ê Çileyê ku agirbesta navbera her du aliyan, rê li ber pêngavên siyasî û leşkerî vekir. Di vê çarçoveyê de, HSDê kontrola navendên leşkerî yên li Hesekê û Qamişloyê, firokxane û hinek bîrên petrolê yên li bakurê rojhilatê welat radestî hêzên hikûmetê kirine.

 

Basnews

Top