• Friday, 20 February 2026
logo

Daner Ebdulxefar: Tenê PDK helwesta xwe di derbarê posta Serfermandarê artêşê de hebû

Gulan Media February 20, 2026 Nûçe
Daner Ebdulxefar: Tenê PDK helwesta xwe di derbarê posta Serfermandarê artêşê de hebû

Berdevkê fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Iraqê amaje bi wê dike ku tenê PDK li dijî biryara parlamentoya Iraqê li ser mijara postên leşkerî, dinav de posta serfermandariya artêşê ku em wê para kurdan dizanin, xwedî helwesteke zelal bû, û di wê derbarê de beyannameya me jî hebû.

Berdevkê Fraksiyona PDKê li parlamentoya Iraqê Dr. Daner Ebdulxefar ji BasNewsê re ragehand: “PDK bi tenê beyanname derxistiye û helwesta wê zelal bûye. Me hewilda bi hevre helwesteje me ya zelal û hevbeş hebe, lê nehat kirin, ya giringe wek PDKê helwesta me zelale û em hêvî dikin ku partiyên din jî heman helwestê nîşan bidin, ji ber ku ev ne li dijî PDK an partiyek din e, ev li dijî Kurdan e û ji bo Kurdan xirab e."

Herwaha aşkera kiriye: “Ev mijar nikarin ji hêla piraniyê an jî kêmaniyê ve di parlamentoyê de werin pejirandin. Ev pêşkeftinek xirab e û nayê qebûlkirin. Em ê her pirsgirêkek yasayî û destûrî bigirin ber, eger ew jî nebe emê serî li mekanîzmayên din bidin."

 

 

 

Basnews

Top