ENKS daxwaza rakirina dorpêça li ser Kobanê û misogerkirina biryara hevbeş a Kurdî dike
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS), di civîna xwe ya dawî de bal kişand ser rewşa mirovî ya herêma Kobanê û bang li Hikûmeta Sûriyeyê û aliyên peywendîdar kir ku dorpêça li ser bajêr demildest were rakirin.
ENKSê di daxuyaniyekê de belav kir, ENKSê roja 18ê Sibata 2026an civîna xwe ya asayî li dar xist. Di civînê de geşedanên siyasî yên dawî yên li Sûriyeyê, mafên Kurdan di destûra nû de û rewşa herêmên Kurdî û bi hatin nirxandin.
'Divê mafên Kurdan di Destûrê de bên parastin'
Di civînê de behsa hevdîtinên şandeya ENKSê yên ligel Wezîrê Derve Esed Şeybanî û Serok Ehmed Şera hat kirin. ENKSê diyar kir ku ev hevdîtin erênî bûn û tekez kir ku divê mafên neteweyî yên gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyeyê de bi fermî werin parastin.
'Rexne li PYDê û banga yekîtiyê'
ENKSê di daxuyaniya xwe de bang li Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kir ku di siyasetên xwe yên berê de vegere û xeletiyên hatine kirin rast bike. Encûmenê daxwaz kir ku kiryarên wekî "çekdarkirina zarokan" û "stendina bacên neqanûnî" bidawî bibin. Hat destnîşankirin ku divê hemû hêzên Kurdî li ser bingeha lihevkirinên "Konferansa 26ê Nîsana 2025an" û li ser bingeha berjewendiyên neteweyî têkiliyên xwe ava bikin, da ku rê neyê dan ku ti aliyek bi serê xwe dest deyne ser biryara Kurdî.
'Spasiya ji bo Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê'
ENKSê spasiya Serok Mesûd Barzanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Başûrê Kurdistanê kir, ji bo piştgiriya wan a berdewam a siyasî û mirovî. Her wiha rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û saziyên din ên mirovî di alîkarîkirina penaber û kesên lêqewimî de bilind nirxand.
Herwiha ENKSê destnîşan kir jî, wê nêzîkatiya gelê Kurd a ji bo parastina mafên xwe yên rewa, xebata wan a siyasî ji bo hevparekî rasteqîn di pêşeroja Sûriyeyê de xurttir dike.
Banga lezgîn ji bo Kobanê
ENKSê di daxuyaniya xwe de bang li Hikûmeta Sûriyeyê û hemû aliyên peywendîdar kir ku dorpêça li ser herêma Kobanê were rakirin. Hat destnîşankirin ku xelkê Kobanê di nava mercên pir dijwar ên mirovî de dijîn û pêwîstiya wan bi alîkariyên lezgîn heye. ENKSê daxwaz kir ku ji bo sivikkirina êşên xelkê herêmê, hemû astengiyên li ber gihandina alîkariyan werin rakirin.
K24
