• Friday, 20 February 2026
logo

Heft mercên Amerîkayê yên ji bo Iraqê hatin aşkera kirin

Gulan Media February 20, 2026 Nûçe
Heft mercên Amerîkayê yên ji bo Iraqê hatin aşkera kirin

Pêşkeşvanekî Iraqê, ew 7 merc aşkera kirin ku ji aliyê Amerîkayê ve bo Iraqê hatine diyar kirin, ku ew merc dubare wegera Malikî bo posta Serokwezîrê Iraqê ve girêdayî nînin, ji ber ku mercên hîn zêdetir jî hene.


Li gor gotinên pêşkeşvan Ehmed Mela Telal ku di bernameya xwe de aşkera kirin, peyama Amerîkayê bi rêya Balyozê Iraqê yê li Amerîkayê Nizar Xeyrula ve ji Iraqê re hatine gehandin û ew 7 xal û merc waha ne:

-Milîsên ser bi Îranê bi temamî çekên wan jê bên standin û di 6 meh heta salekî de bên hilweşandin.

- Rêgirî li temamê spîkirina pare bê kirin û bi awayekî lez proseya rû bi rûbûna gendeliya darayî bi cîdî dest pê bikin.

- Sîstema dadwerî li Iraqê bê reforme kirin û ji bandorên siyasî û di bin fişarên milîsan bê dûrxistin.

- Hemû şêwirmend û wekîlên Îranê ji axa Iraqê û di nav saziyên Iraqê bên derkirin û dawî bi hegemonya Îranê ya li Iraqê bê anîn.

- Heşdî Şeibî nebe artêşekî paralel a bi Wezareta Berevanî û navxwe li Iraqê. Nemaze rola Heşdî Şeibî bi yasa bê diyar kirin û di nav hêzên çekdarên Iraqê de bê rêkxistin.

- Hikûmeta bê ya Iraqê ji kesên jêhatî bê pêkanîn, ku tenê li pêş gelê Iraqê berpirsyar bin û pêbendbin bi dewleta Iraqê û berjewendiyên wê ve.

  • Iraq hevbeşê aborî û ewlehiya bihêz û berdewam li gel Amerîkayê berdewam bike.

Basnews

Top