Termên 50 jinên xwepêşander li Tehranê di sarincan de mane
Zêdetirî mehek piştî xwepêşandanên li Îranê, weşandina raporên nakok derbarê hebûna termên jinên nenas di sarinca morgê (Bijîşka dadwerî) de li Tehranê gelek gelek gotegot derxistiye holê.
Endamê Lijneya civakî li parlamentoya Îranê Mihemed Sîrac, roja şemiyê piştrast kiriye ku termê 50 jinên nenas heta niha jî di sarincên Paytextê de dimînin. Sîrac ji ajansa nûçeyan a karkerên Îranê “Îlna”re ragehand: “Kesek li dû wan nehatiye û ti belgenameyeke nasnameyî jî li gel de nîne.”
Ev daxuyaniya di demekî de yeRêxistina Tiba Edlî ya Îranê di daxuyaniyekê de ev rapor red kir û tekez kiriye ku"hemû jinên ku di bûyeran de hatine kuştin hatine naskirin û cenazeyên wan radestî xizmên wan hatine kirin."
Çavkaniya vê nakokiyê vedigere raporeke Komeleya Xwendekarên Zanistên Civakî li Zanîngeha Terbiyet Muderîs ku hefteya borî hateiye weşandin. Di raporê de hatibû gotin ku ew cenaze li dora başûrê paytextê de hatine hîştin.
Xwepêşandanên Îranê di dawiya Çileya Pêşîn a sala borî de ji ber krîzeke giran a aborî dest pê kirin. Di destpêkê de, bazirgan daketin kolanan û xwepêşandan li bajarên mezin belav bûn, paşê alozî zêde bûn û daxwaz zêde bûn.
Karbidestên Îranî xwepêşandan wekî "komployeke derveyî" bi nav kirin û Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi kuştina bi hezaran kesan tawanbar kirin. Hikûmeta Îranê hejmara miriyan wekî 3,117 dide zanîn, lê rêxistinên serbixwe hejmarên pir zêdetir belav dikin, hin rêxistinên mafên mirovan jî hejmara miriyan wekî 50 hezar didin zanîn.
Basnews
